SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li Zindana Diyarbekirê girtiyan çawa dixwarin?

bild 8Hîtler zalim bû. Stalîn jî wilo zalim bû. Herduyan jî wargehên zilmê damezirandibûn û di van wargehan de bi milyonan mirov kujtin. Bi qasî belgeyên di dest me de û filîmên ku me li wan temaşe kiriye, di van wargehên zilmê de êşkence û kujtin heye; mirov birçî, tîh, tazî û nexweş in. Di vê rewşê de bi deh, belkî bi sed hezaran mirov dimirin. Lê gardyanên li girtîgeha Diyarbekirê, yanî mehmetçîkên teres lawên teresan him ewqas ecêbên kesnedîtî bi serî girtiyan de dianîn û him jî ne dihiştin ku girtî bimirin. Li girtîgehê mirin şiklekî azadiyê bû. Sê salan erê tam sê salan, tu mirov tu carî ji xwarinê nîvtêrî ne bûye. Carina ne ku qerwaneyek savar, telîsek nan bi hin girtiyan ne dane xwarin, lê ev hesabekî din bû.

Berî ku ez derkevim bi çend mehekî, em çend kes li hev rûniştin û me hesabê birçîbûna deh salan kir. Li gor hesabê me, ji bilî liberxwedanên 1981-82an girtiyên ku beşdarî liberxwedanê bûbûn, tam 13 meh û 24 rojan nan ne xwarine. Îcar di van hersê salên pêşî de ji xwe herkes her roj birçî bû. Birçîbûn zor e. Gava ku mirov bi salan têr ne xwaribe, hestî û çerm mabe û her ji çend mehekî, bîst-sih rojî diketa greva birçîbûnê, birçîbûn pir zortir dibû! Mîna gundorekî bi dirî di nav hinavan de digindirî û diçû û dihat, mejiyê mirov dileqand. Îcar hîn ji vê zortir gava em wilo birçî û gardyanan, yanî mehmetçîkên çêlîkên misilmanan lêdan li me dikirin, ji ber êşa lêdanê canê me bi carekê ve dilerizî. Şûna derban diwerimîn, can dibû rêsî û şûna derban bi rojan danedipiçiyan. Birîn heta ku mirov nan ne xwaribaya, rehet ne dibûn. Ji van birînan janeke pir kûr dida der. Janê mirov bi ser hev de diqulipand; mirov xwe diguvaşt û bi dizî digiriya; mirov ji gardyanan hêrs dibû û nefret ji insên hemî dikir. Dû re jî mirov ji mejiyê xwe re digot ”ma ne ez jî insan im…” Mirov bi xwe şiyar dibû û nefreta mirov serguherî labîrenteke din dibû. Mirov çiqasî dixwest bimira! Ooofff ew çi roj bûn!  Ji destê birçîbûn û lêdanê gelek kesan xwe piçûk xistin. Birçîbûn insên dixe çi rewşê, min bi xwe dît. Ez îro jî gava birçî dibim, bêyî ku ez bi xwe bihisim canê min bi carekê ve diricife. Bi rastî insan hîn cenewar e. Ev dîtina min e. Mirov hev ceze dike, lê ev ceze çima kirî bi xwarin, av û hewê be. Tu êşkenceyê lê dikî, tu wî dikujî, tu bi şerefa wî dilîzî û tu wî heps dikî, bes e. Ûjdanê insên çawa qêbilî vî tiştî dike. Insanek dibe ku nexweş be û çi zilma mezin hebe karibe bike. Lê a ku di me de dihat kirin, ne ji qêbilî çend insanan ve, zir dewletekê ew yeka ha dikir. A me û wan ne meseleya proleterya û burjuwazî bû. Yanî ne ku hebûna me wê nebûna wan bianîbûya. Tiştekî wilo li holê tune bû, îro jî tuneye. Li gora min tirk bêyî ku ewqasî bûbana dijminê kurdan û insaniyetê, tirkan dîsa jî dikarîbûn di nav xweşiyê de jiyaneke bi rûmet derbas kiribana.

Girtiyan her roj xwaringeha gardyanan paqij dikirin. Di xwaringehê de bi satilan goşt, hêk, birinc, xoşav, fêkî û hwd. dirijandin teneka çopê. Û yekî ji wan heşkere nikarîbû libek birinc biavêta devê xwe. Em hemû wilo birçî zik li piştê, di nav wê xwarina pir de û çawa em ê nikaribin gezek nan biavêjin devê xwe! Xwarin li himberî girtiyan her tim wek çekekî bi kar dianîn. Hîn jî wilo ye.

Bernameya îdara girtîgehê a xwarinê gelek rengînî bû. Li gora bernameyê girtiyan divabû rojê sê caran xwarin bixwarana. Taştê hêk, çayê, zeytûn, rîçal û carina jî ji dêvla van şîr, hingiv, nîvişk û dîsa hêk bûn. Îcar di hin rojan de jî taştê, divabû şorbe ba. Gardyanan ji van tiştan ne ku hin tişt ne dianîn, lê hemû bi haweyê ku mirov ji xwe re bêhn bikira dianîn. Ji qawîşa ku ji 40-50 kesekî pêk dihat re neh-deh hêk û şeş-heft qedeh çayê dianîn. Nîsk mîna şotavê çêdikirin. Lê xwezîka vê şotavê hema binê qerewanê bigirta. Firavîn divabû çar şikil û şîv jî divabû sê şikil xwarin baya. Lê hemû li ser kaxetê bû. Ji qawîşa ku ji sed kesekî pêk dihat re pazdeh-bîst nan dianîn. Fêkî gava ku sêv, pirtiqal, xox, teraqî, mişmiş û hwd. bana, bi sê-çar kesan hebek diket. Carina bi şeş-heft kesan hebek bû; carina jî li ber deriyê qawîşê datanîn û piştî ku genî dikirin didan me. Dîsa jî pir xweş bûn, me dixwar. Şebeş û petêxan hinekî bargiranî dida hin şexsan. Gardyan piştî ku şebeş û petêx didan hindur, îcar qaşilê wan bi hinekan ji me didanxwarin. Ma tenê ev, te digot qey devê girtiyan teneka çopê bû, gardyanan her çi tiştên ku li wê navê didîtin, diavêtin hindurê devê wan.

Birçîbûn heye du birçîbûn. Gava mirov her tim têr be û birçî bibe birçîbûn tiştek e û gava mirov her tim birçiyê xwarinê be birçîbûn tiştek e. Têrê ku pazdeh-bîst rojan xwarin ne xwaribe, belkî kêzikan nexwe, lê birçiyê ku bi salan birçî mabe, dikare kêzika herî bêmirês bixwe. Girtî seraqet birçî bûn. Ji kevir nermtir çi bi dest diket dixwar.

Birçîbûn pir zor bû! Lê rojiya mirinê û greva birçîbûnê zortir û zortir bû!!

Dema ku mirov diket rojiya mirin û greva birçîbûnê, sê wext, hawe bi hawe xwarin li ber serê mirov datanîn. Di grêvê de seraqet xwarin li ber çavên mirov ba êşa xwarinê tiştek bû û gava xwarin ne li ber çavên mirov ba êşa xwarinê tiştek bû. Mirov li xwarinê bineriya û heta ku bimira ji dêvla xwarinê xwe bixwara, êşeke pir mezin bû! Kurdan gotinek heye dibêjin, ”dîtin û gotin nabe wek hev.” Ez çiqasî bibêjim, ez bawer nakim ku ez ê bikaribim wê êşê di mejiye ên ku ew êş ne dîtine, mîna ên ku dîtine bi cih bikim.

Carina ji Ewrupayê hin mirov dihatin girtîgehê. Bi hatina wan re gardyanan jî qerwane ji goştê berx û mîhan, birinc, xoşav û fêkî tije dikirin û bi telîsan nan dikişandin hindurê qawîşan. Îcar piştî ku xwarina xwarinê li girtiyan qedexe dikirin, nan dihejmartin û digotin:

”Ev nan heta sibehê wê li vir be. Hûn dikarin rahijin nên û bêhn bikin, lê aman hûn gez nekin, ha! Rahijênê, ji xwe re pê bilîzin, lê nefiridînin. Heger sibehê gava em hatin û me nan hejmart û nan kêm derket, ji xwe Xwedê dizane bê em ê çi afatê bi serê we de bînin. Deng hat we qûnekino!..”

Girtiyan jî bi yek devî digot:

”Temam komutanê min!”

Me digot «erê em ê nexwin komutanê min», lê me çawa wilo digot ez hîn jî nizanim. Temamê lebatên me (organ) ji destê xwarinê isyan dikirin! Û zimanê me jî bi haweyekî din bersiv dida! insan nîvçe çêbûye, insan hîn nebûye insan! Gava ku gardyan ji hindur derdiketin û em û nan bi tenê diman, wî çaxî jî temamê organên me li himberî kultura me a exlaqî dibûn yek û pê re pevdiçûn! Îcar tam di wê wextê de, hin ji me derdiketin pêş û êrîşî ser telîsên nên dikirin. Li gora kultura me tiştekî pir eyb bû! Hin kesan ew kes pir piçûk didîtin û gotinên nexweş bi wan re dikirin. Lê min wek wan li bûyerê temaşe ne dikir. Ez bi halê wan digiriyam. Birçîbûn zor bû! Dibe ku mirov bikaribe bi zilmê rê li ber hertiştî bigire û serê insên ragire, lê ez bawer nakim ku mirov wê bikaribe rê li ber birçîbûnê bigire û nehêle ku ew ê birçî xwe di temamê pîsiyên insên de nede. Zikê birçî guh nade tu tiştî. Yanî dikare bibe qewad, qehbik, parsek, welatfiroş û hwd. Gava ku gardyanan qawîş bi qawîş her roj deh-pazdeh kes ji me dibirin xawringeha xwe û xwaringeh bi me paqij dikirin, hinekan ji me mîna teyr lepên xwe di xwarinê dadikirin û wilo jî diavêtin devê xwe û dadiqurtandin. Van mirovan baş pê dizanîbûn ku gardyanan, ew bidîtana wê bi lêdanê ew ji hev de bixistana! Lê dîsa jî gep li ser gepê diavêtin devê xwe. Li girtîgehê hin kesan ji destê birçîbûnê, pê li temamê urf û adetên xwe ên civakî kiribûn û bûbûn zilamên îdarê.

Rojekê dîsa hin ewrupî hatibûn girtîgehê da rewşa me bibînin. Gardyanan jî dîsa bi telîsan nan kişandin hindurê qawîşan; nan hejmartin, zirt li me kirin ku em nexwin û derketin. Bi çûna wan re dilê me nan alast û mejiyê me jî nan tiving dît. Di dawiyê de yekî ji me xwe ne girt, wek pisîkê ji dera ha çeng bû ber berpirsyarê qawîşê Aydin Asan û bi destê wî girt û got:

”Birayê min Aydino, ez bi qurban de ka bihêlê ez bixwim û bixwim û bixwim, ma wê çi bibe gidî!”

”Nabe, wê te bikujin.”

”Bila min bikujin, ez qîma xwe pê tînim.”

”Wê te bikujin û me hemiyan jî bi te re birîndar bikin, nabe!..”

”Em hevalê hev in. Hema wextê ku min li ser nên kujtin, bila we jî birîndar bikin!..”

Me hemiyan ew fêm dikir. Lê Aydin jî rast digot. Gava ku bihişta nan bixwara û gardyan pê hisiyabana, wê em hemû bi lêdanê şerpeze kiribana. Di dawiyê de ez û çend kesên din jî em bûn hevalê wî û me Aydin qanih kir. Bi kurtî, vî mirovî tam heft nan xwarin. Zik lê bû kelek û li erdê veziliya. Aydin zikê wî dihesirand û min jî destê xwe dirêjî devê wî kiribû ku ez wî verşînim. Lê wî hîn jî nan dixwest:

”Nan nan nan!..”

Piştî ku nan li qawîşê du rojan ma, gardyan hat ku nên bibe û dest bi hejmarê kir, Aydin jê re got:

”Komutanê min pêwîst nake tu dîsa vîqas nanî bihejmêrî, bi hejmar tam 203 nan bûn. Min li ba xwe nivîsîbû. Aha fermo, li lîsteya ku te dabû min temaşe bike.”

”Na na, ez ê dîsa jî bihejmêrim. Heger 203 nan derneketin, ji xwe min kuta we. Xwe mirî hesab bikin!..”

Gardyanan gava ku nan dianîn hindurê qawîşan û dihejmartin, hejmar li ba xwe dinivîsandin û diçûn. Gardyanê qawîşa me jî kaxet winda kiribû û li xwe danetanî ku bigota min kaxet winda kiriye. Ji me re li hev rast hatibû. Bi windakirina kaxetê, em ji beleyeke mezin filitî bûn!

Di her sê salên pêşî de du carî bi telîsan nanê tisî dan temamê qawîşan û xwarin serbest kirin. Lê bi wê serbestiyê zikê gelek kesan êşiya û ji rovî û hûrê (mîde) xwe birîndar bûn.

Girtiyan çi dixwarin?

Îdara girtîgehê xwarina havînî, zivistanî û a zivistanî jî di havînê de dida me. Germa Diyarbekirê hildikişiya 40 dereceyî, pencerên qawîşan hemû girtîbûn û di hindur de jî av tune bû. Lê îdarê ev hemû ne didîtin; qerwane ji dimsa Entabê tije dikir û digot ”xwarin serbest e, hûn çiqasî dixwin bixwin.” Û me jî dixwar û hey dixwar!

Di vê girtîgehê de vî aliyê insên bala min kişand. Li der gava mirov tî dibû, mirov nikarîbû xwarin bixwara. Lê li girtîgehê ev ne wilo bû. Mirov digot qey cihê avê û xwarinê bi carekê ve ji hev cihê bû; têkiliya av û xwarinê bi hev re nîne, xwarin bi serê xwe diçe cihekî û av bi serê xwe diçe cihekî. Girtiyên ku her tim tî û birçîbûn, bêyî ku avê vexwarana dikarîbûn teştek xwarin bixwarana. Gava xwarin dihat av, gava av dihat xwarin ji bîra dikirin. Di nav wê germa ku mejiyê mirov didewixand, em diketin ser dims û helawê û heta ku zik li me dibû pêpîk me dixwar. Îcar piştî xwarina bi wî haweyî, em derdixistin hewşa qawîşê û du-sê seetan talîma eskerî bi me dikirin. Di wê rewşê de hin girtî ji destê avê li erdê vediziliyan. Û gava li ser destûra gardyan me ew girtî radikirin hindurê qawîşê, bêyî ku av vexwarana dîsa dims dixwarin!

Îdarê di mehên havînî de bi giştî helaw, dims, tirşika fasûlyên hişk û nokan, helawa pişrûka savêr, (ilmîk helvasi) girar, rişta û di mehên zivistanî de jî bi giştî xoşava sêv û mişmişan, zelata lehanan, pirasa, meqerna û hwd. dida girtiyan. Nan rojê carekê dida. Carina bi sê kesan nanek, carina bi çar kesan nanek û carina jî bi 5- 6-7-8 kesan nanek dida. Di hin rojan de jî ji xwe hîç nan ne dida.

Girtiyan çawa xwarin dixwarin?

Girtiyan xwarin li ser qerevîzkan dixwarin.

Pêşî sênî li ser çementoyê rêz dibûn. Dû re bi lez çar kes li ser sêniyekê diciviyan. Heryekî geza nanê ku pişka wî ketibû di nav kefa destekî xwe de hişk digirt, bi destê xwe ê din kevçî tam ji qurm de zeft dikir û wek guran li devê hev dinerîn. Gepa xwarinê bi dor û bi pîvan yekî bi dû yekî de diavêt devê xwe. Kevçiyên naylonî jî bi çar kesan yek bû. Ne libên xwarinê û ne jî firdokên nên diketin erdê. Piştî ku xwarin diqediya û herkes radibû ser xwe, ne li erdê û ne jî bi derdora sêniyan ve pirtikek xwarin bê çi bû xuyanî ne dikir. Firax dihatin şûştin. Lê ne ji ber ku xwarin an rûn bi firaxan ve diman me ew dişûştin. Paqijî mercekî îdarê bû û sênîkên me ên naylonî jî divabû bibiriqandana. Şûştina me jî bi haweyê tirkî bû. Gelekan ji me sênî dialastin. Sêniyên ku nedihatin alastin jî me bi rojname û paçik maçikan paqij dikirin. Xwarina xwarinê hemû jî pênc deqîqe ne digirt. Yanî sed-du sed kesî di pênc deqîqeyekî de firavîn dixwar.

Xwarin çawa bû?

Li her qawîşê sê-çar kesên ku him xwarin kontrol dikirin û him jî belav dikirin hebûn. Û ez jî her tim yek ji wan kesan bûm. Di nav xwarinê de min bi xwe, gelek caran pelxem, lîk, qûnikên çixaran, pirç, gû, mişk û hwd. didît. Gava qerwane diket hindurê qawîşê, me pêşî qerwane dibir qedemgehê; pîsiya di nav xwarinê de diavêt û dû re jî me ji girtiyan re digot ”xwarin paqije, hûn dikarin bixwin.”

Rojekê ji heska hevalekî min, mişkek kete sêniya çar kesan. Ji van çar kesan yekî rahişt mişk.

”Ma hûn qebûl dikin ku ev mişk ji min re be û xwarin jî ji we re be?” got û yekser mişk avêt devê xwe.

Digel wî haweyî xwarinên wan hemû jî dihatin xwarin. Lê gava mazot û dohnê gazê dixistin nav xwarinê, hîç ne dibû!

«Hûn çima mazotê dixin nav xwarinê?»

«Ava Diyarbekirê wilo ye. Bixwin bênamûsino!» digotin û bi lêdanê devê me digirtin.

Di hersê salên pêşî de, li girtîgehê goştê mişk pir xweş bû. Îro dilê min xwarina mişk hilnayine. Lê di wan salên wehşetê de goştê mişk, mîna ên masiyan xweş bû. Bihayê birçîbûna di rojên fireh de tiştek e û di rojên teng de tiştek e. Ez bawer nakim ku insan di rojên teng de bikaribe bi xwe û kêzika herî lewitî nexwe. Îcar gava ku dibû meseleya bîr û baweriyê, şexsiyet û liberxwedana insaniyetê, wan insanên ku mişk û kêzik dixwarin, heta bi mirinê tiştekî jî nedixwarin. Di vî warî de tekoşerên kurdan, gelek caran bersiva dewleta gardyanan dan. Gelek girtiyên bawermend di grêvên birçîbûnê de mirin.

Di hersê salên pêşî de girtî ne bixwarina îdara girtîgehê, bi piskewît, rîçal, helaw û zeytûnên ku ji dikana îdara girtîgehê dikirîn jiyan. Vî aliyê insên jî bala min kişand: Giritiyan digel ku tiştekî zêde zêde piskewît dixwarin, ewqasî jî ji piskewîtan nefret dikirin. Him jê nefret dikirin û him jî bi dilpijokiyeke mezin dixwarin. Ji destê piskewîtan hin girtî bûbûn heta bi dijminên febrîqên piskewîtan û esnafan.

Cezayê bi xwarinê çawa bû?

Li girtîgehê gelek şiklên ceze kirinê hebûn. Gardyanên ku ji xerabiyê pê ve li tiştekî din ne difikirîn, temamê xerabiyên xwe di girtîgehê de bi kar dianîn. Di germa havînê de carina du-sê qerwane tije girar dikir û ji bîst-sîh girtiyî re digot:

”Hûn ê van herçar qerwaneyên meqernayê biqedînin, qûndeno!” Diqedandin.

”Hûn ê vê dimsê hemî vexwin!..” Vedixwarin.

”Hûn ê vê ava bi tûrsîl û sabûn vexwin!..” Vedixwarin.

«Hûn ê vê ava bi îsot vexwin!..» Vedixwarin.

”Vê xuyê bixwin!..» Dixwarin.

«Vê sabûnê bixwin!..» Dixwarin.

«Van qaşilên gwîzan bixwin!..» Dixwarin.

Gelek tişt didan wan û wan jî dixwar. Ê ku nedixwar jî, êşkenceyên wekî din lê dikirin.

 

Ji destpêka sala 1981 û heta liberxwedana îlona 1983an, rewşa girtiyan wilo bû. Girtiyan ji van her sê salan re «Salên wehşeta bi tirkî» digotin. Di wan hersê salan de tiştekî din jî bala min pir dikişand. Li der gava mirov nexweş diket, mirov ji xwarinê dibiliya û bêdilî xwe çend gep xwarin dixwar. Lê li girtîgehê ev ne wilo bû. Nexweşiya mirov çendî giran diba bila bûba, mirov dîsa jî ji xwarinê dilsar ne dibû. Xwarin çi diba bila bûba jî, mirov pir dixwest ku bixwara.

Qedexa li ser xwarinê di salên ku xwarin serbest bûbû, tesîreke pîs li ser girtiyan kiribû. Gelek girtî bûbûn enorektîker (enorexia – nexweşên xwarinê). Û hin jî bûbûn bulîmîker (bulimia – nexweşên ku xwarinê naxwin.)

Erê, bila mirov hêsîrê kafirên dinyayê ên herî mezin be û ne hêsîrê destê misilmên be! Îcar ku ew misilman tirk bin, ma qey tê kişandin!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)