SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bi zargotina diwaneyê hebûn û nebûna min û te!

dara-pelda-197x300Nebêje çima çêbûm?

bêje baş e ez çêbûm

nebama hîn ne dibûm,

van tiştîn ku ez bêjim

 

Li welat xwînxwar hene,

olperest û cehş  hene,

tev de jî meznên me ne

Ku heme van dizanim!

 

Islam hat û bi heybet,

xwîna kurd rakir wek şet,

him kujt, him bû ziyaret,

Ku heme van dizanim!

 

Pêxwas e, keleş e, diz,

ereb û tirk û faris,

Ji kurd re bûne waris

Ku heme van dizanim!

 

Ez jî bi hêt û zend im

bi serî, pê û dest im,

Lê çi bikim ez blindest im

Ku heme van dizanim!

 

Bi war û bi welat im,

Xwedî hêz ez milet im,

ger ser hildim ez xurt im

Ku heme van dizanim

 

Zana, bîrwer, xwendevan

li pêşber zilmê ne har,

gel bi wan dike sitar,

Ku heme van dizanim!

 

Xwendevan û zanyarim ,

li jîna xwe guhdar im,

him kêzik, him xiyar im

Ku heme van dizanim!

…………..

………………….

Ez kurd pir cengawer im,

Lê çi bikim hêj bê ser im….

 

Têbinî: Min ev kitêb di sala 1993an de li Stockholmê çap kiribû. Lê mixabin ew jî mîna temamê kitêbên min ji ber çavsoriya apoyiyan li welêt belav nebû û kurdan nexwend.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)