SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li jor PDK-BAKUR û li jêr jî ENKS!

enks-imzaDi hindurê vî sed salên derbasbûyî de tu labratovar neman ku doza miletê kurd tê re derbas nebûye. Kurdan tu carî nexweztine ku bi devê tivingê mafên xwe ên netewî bistînin; her tim bûne hevalê aşitî û birayetiya bi misilmanên tirk, ereb û faris re.  Lê mixabin van misilmanan jî ji bo ku hêsîrî wek pişka ezel li eniya kurdan, û Kurdistan jî jina wan bimîne, bêwestan agir bi ser kurdan de pijiqandine.  Heger kurdan carcarê rahiştibin tivingê jî, ev hemû ji ber ku misilmanên barbar eman nedane wan!

Ji şerê barzaniyan û vir ve û bi taybetî jî di van sîh salên dawiyê de, zemên pir vekirî bi kurdan û temamê dinyayê da zanîn ku heger kurd bi miletî xwe di sîlehên herî mezin de neçikçikînin û xwe di tirkan, ereb û farisan de wernekin, wê dawiya wan bê û hêdî bi hêdî  winda bibin. Kurd êdî tu carî devjenga ku doza kurdî divê bi rê û rêbazên aşitî û birayetiya gelan be nekin. Ser vê lênerînê beton bikin! Ev lênerîn dijminê kurdan ê herî mezin e. Kurdan mîna pîşotê dişewitîne; yanî asîmle, bêşexsiyet, zexel û tirek dike.

Erê, li jor serekên PDK-BAKUR bi vekirina broyên kurdî û rengvedana kurdiya li ser kursî û maseyan  û li jêr jî serekên ENKS- ROAVA bi lavlavk û bergera li ber PYDa apoyî, baş baş dizanin ku di doza kurdî de wê pêyekê jî bi pêş de nekevin.

ENKSa ku hin endamên wê ên sereke li Tirkiyê rûdinin û dixwazin mezinahiyê li xelkê Binxetê bikin, divê ji şerê barzanî û telebaniyên ku herdu jî kurdperwer  bûn,l i ser veqetandina ku telebanî wek rêxistin derketibûn holê û qira hev anîbûn fêhm kiribana ku PYDa sê rehî wê tu carî bi xêr û xweşî  rêneda heta bi mirîşk û çîçikeke wan jî. Barzanî kurdperwer û apoyî jî kurddijminin. Û ENKS jî doza demokrasiyê li kurddijminan dike!

Bi kurtî, heta ku kurd  li Serxetê bi rêxistinî ranehijin tivingê û berê xwe nedin PKKê, û ENKS  jî têkiliyên xwe bi carekê ve  ji tirkan qut neke û li Binxetê bi devê tivingê najo ser PYDê, wê kesek nebe xwediyê xwe û xirbeyekî jî, ewqas!

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)