SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Dergûş

Dergu-ReklamDergûş kitêbeke ku ji bo zarokên temenê wan ji 6-7an dest pê dike

û hetanî ku digihê 10-12an amade bûye. Lêbelê ez di wê bawariyê

de me ew ê bi kêrî keç û xortên ku kurmanciya wan qels be jî bê.

Dergûş bi armanca ku hilfa zarokan here ser kurmanciyê û

kurmancî bi wan şêrîn bibe, hatiye nivîsandin. Ji ber ku teyr û

tilûr, pez û dewar û gelek tiştên di vê biwarê de bala zarokan

dikişand, min jî ew tişt bi haweyê lihevanîneke ku zarok car

carê pê bikenin him rave kiriye û him jî berê wan û dê û bavan

xistiye hev ku dê û bav bi xwe jî baştir hînî kurmanciya xwe bibin.

Dergûş ne bi rengê ku bi destê pêşî re zarok bixwînin, ji bo

ku dê û bav yan jî mezin ji wan re bixwînin hatiye nivîsandin.

Bi hêviya ku hûn vê kitêbê ji zarokên xwe re bi dest bixin serketinê dixwazim

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)