SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li ser zimanê kurdî heşt kêr li wan xistin!

usak_saldiriKomek tirkên misilmanên teres lawên teresan, li bajarê Uşakê du karkerên kurd ên avaniyan li ser ku bi kurdî peyivîbûn çend roj berê bi derbên kêran li erdê vezilandibûn hîn jî bi ser xwe ve nehatine. Erenê 26 û Ufûkê 28 salî her yekî çar kêr ji pişt, zik û stuyê xwe xwaribûn.

Her roj li Tirkiyê çend kurd  li ser ku bi kurdî dipeyivin lêdanê dixwin û tên kujtin.  Tirk li kurdên ku doza kurdî bi tirkî tînin ser zimên  naxin û nakujin, li kurdên gava bi kurdî dipeyivin, peyv li ser kar û barê pavyon û kerxaneyan be jî, dîsa li wan dixin. Û sereketiya PKKê û HDPê hîn jî nexweztine wê giringiya zimanê kurdî ku bi hebûn û nebûna miletê kurd ve hatiye girêdan bibînin! Çima nabînin? Ez bi xwe zanim, hûn bibêjin.

Îcar asas a ku min ji dînê min derdixe ku tew navê van her du xortan jî tam bi tirkî ye!  Tirkî û tirkayetî bi qasî ku di nav paq û şeqên kurdan re derbasî  temamê qul û qulêrkên di canê wan de bibe, bi tirkî bixwin, bikin û bi xwe de berdin bûne tirk. Nalet li wilo kurd û kurdayetî be. Yanî li kurdên ku niznin bi kurdî û bi ser de jî doza kurdî bi tirkî dikin! Cehşên herî mezin ew bi xwe ne!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)