Vir Zindana Diyarbekirê bû û Kemal Burkay jî….

Vir Zindana Diyarbekirê bû û Kemal Burkay jî liberxedana Mêhdî Zanayê ku li himberî wê teresbaviya mehmetçîkan a bi salan rabûbû, wek ”jest” û “gosterî” bi nav dike! Wilo çilo ye? Wilo mirov kirasê xwe diçirîne û qiyametê radike!!
Kemal Burkay di kitêba xwe a bi navê ”Anilar, Belgeler” cildê duduyan de henekê xwe bi liberxwedana Mêhdî Zanayê ku bûbû deqê Zindana Diyarbekirê dike û dibêje:
“Mehdi 12 Eylul darbesinin ardindan sevgili makamını yitirdi ve tutuklandı. Belediye başkanlığı döneminde topladığı ve bir bölümünü oraya buraya saçtığı paralar da elinden uçup gitti. Böylece herşeyi yitirıp tekrar içinden geldiyi insanlar gibi olunca, devrimciliği yeniden hatırladı. Yeniden kendisine özgü, gösteri türünden kimi tavırlar takındı. Örneğin mehkemede kürdçe savunma yapmaya çalıştı ve bu yüzden de ayrıca yargılandı. Ve insanlarımız ne kadar unutkan, ya da ‘gönlü geniş’ olduklarını bir kez daha gösterdiler! Mehdinin, eline makam ve para geçince, fırsatını bulunca nasıl devrimci değerleri bir kenara ittiğini, nasıl hızla yozlaştığını unuttular! Onu, cezavindeki bir, iki jestine bakıp yeniden kahramanlaştırdılar…. ”insanên me li yek, du jestên wî ên li girtîgehê nerîn û ew dîsa kirin qehreman!”
” Rûpel 96
(Têbinî: Nivîsên li ser Mêhdî Zana hemû di lînka bi navê DOSYA de ne)

Jixwe ji ber wê tirsa Kemal Burkay ya ji hevs û zindana, girtin û lêdananbû ku PSK têkbir. Endamên PSKê ji yên hemû rêxistinên kurdan zanatir û pirtirbûn.
Vêca pirî normale ku Burkay di kesayetiya Mêhdî Zana da yariyan bi berxwedana girtiyên zindanê ra dike.
Bersiva RONÎ
Mesele nirxandina bîranînên Kemal Burkay û li hemberê neheqî û heqaretên wî helwest wergirtine. K. Burkay di bîranînên xwe de neheqî û heqaret li hevalên xwe dike. Heqaretên wî yên derbarê kek Mêhdî Zana û Zekî Adsiz de nayê teswîpkirin, divê were şermezarkirin.
Ronî heger bi rastî jî kurdperwer e, welatparêz e divê li hemberê neheqî û heqaretê derkeve. Mêhdî Zana mêrxasekî ku di zindana Amedê de li ber xwe daye û di dadgeha dagirkeran de parastina bi kurdî pêşkêş kiriye. Ev tiştên ku M. Zana kiriye ji bo doza kurd û Kurdistanê serbilindiye. Kesên ku bûne şahidê berxwedana M. Zana di malpera Rasterast de rastiyê tînine zimên. Ev kesana heryek ji partiyek/rêxistinek cûda ne û rastiyê dibêjin.
Malpera Rasterast gelek baş kiriye ku cih daye kesên ku li zindana Amedê razane û şkence dîtine. Kek Mehdî Zana gelek şkence dît lê di berxwede da.
Xweparastina wî ya bi kurdî jî ji bo doza netewa kurd rûmet e. Bila K. Burkay yek rojek şkenca ku M. Zana dîtibû dîtibana û bila ew yek hefteyeke li zindana Amedê razana, wî dê van gotinên xwe yên tewşomewşo negotana.
Çendeke beriya 12 Îlonê K. Burkay ji welêt reviya û çû. Hevalên wî di nav agir de man. Di şûna ku ew pesnê hevalên xwe yên berê bide, rexneyên nedicîde li wan digre û neheqî û heqaretê li wan dike. Ev jî bê wijdanî ye.
Tiştên ku K. Burkay ji bo Zekî Adsiz jî dibêje, tiştên gotinê nînin. Dema ew hevalên hevûdu bûne Z. Adsiz jê re pevçûneke xwe û yekî din bahs kiriye. Ji hêla exlaqî ve jî neraste ku K. Burkay behsa wan tiştan bike. Hinek hevalên Z. Adsiz bersîva K. Burkay dane, lewre jî ez naxwazin dirêj bikim.
Ev bû du nivîsên Ronî derdikevin û ew bi yek gotinê jî li hemberê neheqî û heqaretên K. Burkay dernakeve. Ew K. Burkay diparêze lê çima û ji bo çi diparêze ew jî nediyar e. Wî esasê mesela minaqeşeyê jî qet fêm nekiriye. Digel mesela neheqî û heqareta li hevalên xwe û keda wan binpêkirin, di pêvajoya jiyana partiyê (TKSP û paşî bû PSK ) de li hember hemû hevalên xwe metoda aforozê bikar aniye û ev jî neheqiyeke.
Mesela paşverûtiya olan û alewîtiyê tişteke din e. Bila Ronî ji bîlaseb meselê wêve nekşîne. Bila bi heşkere bibêje ka ew li hemberê neheqî û heqaretên K. Burkaye yan na? Kemal Burkay dibêje ”Mêhdî Diyarbakir hapisanesinde bir iki jes ve gosteri yaparak kahraman ilan edildi …” Û hevalên Mêhdî ên wek Cemal Mîran, Laleş Qaso, Yilmaz Odabaşi, Celal Avci, Recep Maraşli û hwd ku bi salan pê re berxwedane, giriyane û qêriyane dibêjin Mêhdî Zana mêrxas, kurdparezekî mezin û xalê hemû girtiyan bû. Bersiva Ronî ya ji bo vê pirsê ji bo min bes e û ez êdî naxwazim vê minaqeşê dirêj bikim. Ronî bila ya bêje ew hevalên Mêhdî Zana derewan dikin, Mêhdî wek ku kemal Burkay dibêje tenê jest û gosterî kiriye û ya jî bêje Kemal Burkay nebaş kiriye ku…
Bi hêviya ku malpera Rasteras vê nivîsê biweşîne silavan dikim û jê ra temenekî dirêj dixwazim.
w. helwest