SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Konseya PKKê bixwaze kare atomê biavêje Tirkiyê!

kimSerokê Bakurê Kora komunîst Kîm Jongê ku çend carekî bi dilpijokî navê Ocalan anîbû ser zimên, ji xwuşka xwe a ku di sala 2013an de mêrê wê kujtibû li mêrekî digere. Mêrik di temeneyê de li himberî wî hinekî vêl sekinîbû. Û ew yeka han jî wek bêedebiyeke mezin dahat dîtin. Dadgehê wilo gotibû û ew idam kiribû.

Şertê wî ê pêşî niha ev in: Mêrik divê endamê partiyê be. Ji gotina wî dernekeve. Mêrxas be. Xweşik î lihevhatî be. Û 1. 75. 80 cm dirêj be.

Îcar pêşniyara min ku Kurd û bi taybetî jî ”heval” vê firsetê ji dest xwe bernedin. Şertên wî tam li me kurdan dixwe. Di kurdan de mêrên wilo pir pir in.

De herin tam derbe ha! Ku ne bi karên di rengê vî û wî de bin, em ê nikaribin bi tirkan. Ma tirk jî nakin? Tirk ji bo ku li ser koka kurdan rûnin hemî tiştî nakin, hi? Belê.

De ez xulamê we bim bibin zavayê Kîm Jong, bê hûn berê fuzeyekê nedin Tirkiyê! De de. Bi sûnda herî mezin ez ê,û heta kurd bi carekê ve jî wê ji Ocalan re herin sicûdê!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)