SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ma gelo hûn hîn jî li dijî dewleta kurdî ne?

DewletParlamenterên HDPa ku bi paraztina dewleta tirkan û sînorên Tirkiyê rabûbûn û tevgera netewayetî û dewletsaziya kurdî wek karekî minafiqane ha ha li qeleman didan, bi taybetî ji roja ku DAIŞa mihemedî  Mûsil bi dest xistibû, li vir û wir û dera han bêwestan li dijî sura bayê serxwebûn û azadiya miletê kurd ku di ezmanê başûrê welêt de dixurbilî, bi bahoz û babîsokên ji newalên kûr sekinîbûn, di dawiyê de rayedarên dewleta tirkan digel wêqas şelafî  û solalêsiya wan dîsa jî ew ji xwe qebûl nekirin, ji nav xwe avêtin û berê wan bi girtîgeh û zindanan vekirin!

Digotin:  “damezrandina dewletkoka li başûrê Kurdistanê jîn û jiyana kurdan dixe xeterê!

Li Iraq, Sûrî, Îran û Tirkiyê kurd, tirk, ereb, ermenî, azerî, asûrî, êzîdî hemû di nav hev de dijîn, û bi avakirina dewleteke kurdî jî wê destê hemiyan ji hev qut bibe û bibin dijminên hev!

Dewletxwaziya kurdî  bi miletê kurd re xiyanet e…” Û hwd.

Rast e, bi damezrandina dewleta kurdî destê kurdên altax ku bi mal û can xwe xistibûn bin tirkan, ereb û farisan ji hev qut dibû. Û bi ser de jî wê nema karîbana bi kurdan re bi tirkî bipeyivyana û xwe bi tirkî bifrotana!

Erê:

Ji bilî civata wa a ku we cinoyî kiriye gelo kî nizane ku di vî sed û heta du sed salên dawiyê de ên ku bûne xwedî dewlet li ser lingan mane û hikim li dinyayê kirine!

A ku tirk, ereb û faris kiribin netewe û hinekî jî insan dewlet, û a ku altaxî, xwefiroşî û kurdfiroşî jî bi kurdan şêrîn kiriye bê dewletî bi xwe ye, û hûn ê jî li himberî dewleta kurdî rawestin û qeşmeriyên xwe pê bikin, ha!

Îcar wilo ye “heval!” : gava mirov bû berdoşekên xelkê tam wek eva we tê serê mirov.  Lê ka ax ku we fêhm kiribaya “heval!”

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)