SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Çîroka Temoyê torî û Gemşoyê rihayî!

ihtiyar adam

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Di eslê xwe de eva ku ez ê jî we re rave bikim, şêwirmendên mîr, axa û began jê re çîrok ne digotin, lêbelê ji bo ku ez lingên xwe nexim soleke teng, ez ê mijarê wek ”kultur û edebiyatê” bigrim ber xwe.

Temoyê torî pêşî zikêşî dibe. dû re jî zik lê dinepixe, dibe heban û li erdê vedizile.  Ji neçarî, lawê Temo Rizgo bavê xwe li ser bergîlê dişidîne, rêya gundê Fafê digre û rast berê xwe dide mala Hekîmê Luqmên.  Hekîm omerî bû û di keleha Fafê de rûdinişt. Yek, dudu, sisê Hekîm tê xêrhatinê di wan de dide, ziq li nexweşê xwe dinere û hema yekser doşekeke hirî û li ser doşekê jî çep û rast şeş zemberîşan datîne û Temo li ser vedizilîne.  Hekîm berî ku nexweşê xwe venerxîne, di nexweşiya wî de digihê û hema di cih de dest bi xeberdanê dike:

-Temo tu mirovekî ku ji mîrê Botan jî mezintir î!

Temo bi gotina Hekîm re serê xwe berdide ber xwe û diçirise. Hekîm bi peyvên hîn mezintir diajo ser:

-Ez bahwer nakim ku di welêt de çend kesên mîna te bi aqil hebin. Aqilê te ê veşirtî ji min xuya dike

Zikê Temo hinekî din dadipiçe. Hekîm lê germ dike, bi wehc şiqaman li ruyê xwe dide û bi ax û wax dibêje:

-Temo, Temo ma tu ê vî halî bû, yekî wek te ku aqil jê diherike diva bû niha li ser textê Mîrê Botan baya!…

Zikê Temo dadipiçe û ha dadipiçe. Bi kurtî, Hekîm piştî ku Temoyê me bi qasî pêxemberekî mezin dike, destên xwe li ser hev datîne û jê re diçe sicûdê. Temo bi wê nefspiçûkiya Hekîm tam diçirise, werma zikê wî bi carekê ve difise û sipîsaxlem ji ser doşekê çengî wê navê dibe.

Dem û dewran, qîr û halan, ferman û talan e.  Roj mehan, meh salan digindirînin û Pîra Sêhrê çima rêsê xwe li ber deriyê  Gemşoyê rihayî ku bi nexweşiya Temo ketiye narêse.  Erê erê, Ferhoyê lawê Gemşo, bavê xwe radike meqamê Hekîmê Luqmên. Îcar li qirdê wî be, Hekîm li nêçîrê ye, û lawê Hekîm jî li venerxaneya bavê xwe rûniştiye û mîna ku bavê wî bi Temore kiribû bi Gemşo re dike:

-Gemşo tu mirovekî pir mezin î!

Gemşo bi gotina wî re piçekî din dinepixe. Lawê Hekîm yekê ji yekê vêdixe:

Gemşo, ma tu ê vî halî bû! Gerek tu mezinê dinyayê baya, û niha li ber serê te bi sedan hekîm zîz bûbana! ….

BI kurtî, lawê Hekîm bi gotinên wilo mezin zik li Gemşo hîn bêhtir dizewirîne û hey dizewirîne heta ku zik lê dipeqîne!

Mafir, Hekîm tê malê, rewşê dibîne, ji lawê xwe pir hêrz dibe û bi qehr jê re dibêje:

Li min baş guhdarî bike: Di dinyayê de du tiştên ku mirov wê tu carî nikaribe qebûl bike hene; yek sermyanên ku sersemyantiyê li xelkê dikin, dudu hekîmên ku hebûn û nebûna jîn û jiyana mirovan bi dest xwe ve girtine, nikarin nezan, bêûjdan û tirsonek bin.

Û em kurd jî bi miletî îro vê êşê dijîn! Û çîroka min ji we re xweş!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)