SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li Nisêbînê rewşa dawî!

nusaDi kultura kurdan de ji sûnd û nifira ku dibêjin , ”Mala te xerab bibe, mala te bivirite, mala te wêran bibe, mala te bişewite û top li mala te ke ve”  mezintir sûnd û nifir tunene! Û Konseya PKKa ku li derdora 5-6 mehan e bi altaxiya rayedarên tirkên barbar rabûbû û bi sed hezaran mehmetçîkên teres lawên teresan bi teng û topan,  xweşkêş û metilyozan, balafir û helîkopteran berdabûn ser zikê xelkê kurd, di dawiyê de mala kurdan viritî, şewitî, xerab bû, wêran bû û li erdê sekinî!

Erê, ji bo feqîrekî kurd gelo pêşî Kurdistana wî ne mala wî bû? Belê. Mal berî Kurdistanê yan Kurdistan berî mala wî dihat? Mal berî Kurdistanê dihat. Û ew mal jî îro li holê nemaye. Ji bîr nekin, kî karibe zikê birçî dagire û wî zikî bisitirîne, ew zik jî wê ê wî be. Û niha jî dewleta tirkên ku him zinê û him qetlê bi kurdan re dike bi wî karî rabûye.

Li Nisêbînê rewşa dawî!

Li Nisêbîna ku çekdarên PKKê bi xeşîmeyan Qamişlê bi Nisêbînê ve girêdabûn û di serî de mehmetçîkan jî  çavên xwe ji wê yekê re girtibûn; lêbelê di wê navê re bi taktîkên şerên li bajaran rabûbûn û çekdar li gora dilê xwe li bajêr belav kiribûn, da şer dirêj biajota,  ji geft û lepta herdu aliyan a di vê hevteya dawiyê de xuya bûye ku êdî wê şer biqede.

Çekdarên ku li Nisêbînê asê bûbûn hemû ketine ”Mehela Elîkan” Ev mehel dikeve hêla tabûrê û xwendegeha bi navê lîseya Nisêbînê a kevin.  Mehel ji jêr ve dikeve aliyê Qamişlê. Mehmetçîkan bi qasî xwe bigihînin xeşîmeyên ku diçûn Qamişlê kûr kolane û rêya çekdaran bi carekê ve ji ser Qamişlê birîne.  Îcar a ecêb ku mehmetçîkên misilman di van xeşîmeyan re bi barûdê re benzînê dipijiqînin hindurê xeşîmeyan û êgir bi bin erdê dixin.  Yanî ser erdê ne bes bû, binê erdê jî dişewitînin! Bi kurtî, çekdar perîşan bûne û ha ha teslîm dibin. Niha ewqas.

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)