SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

PYD nikare beşdarî şerê Reqayê nebe!

Turkish_soldiers_and_local_people_of_Dersim_regionBi rastî jî hin siyasetger û ronakbîrên me carina bi qasî ku zarok jî di geft û lepta wan a siyasî de bigihên ji hestên xwe dipeyivin, vêl  û  bermeqlûb tevdigerin. Di siyasetê de a pêşker ne hest, aqil e.  Û her çi pêşiyên me kurdan jî ew yeka han xweş rave kirine. ”Carina ji bêgavî mirov kare destê yarê dêya xwe jî bigre û ramûsîne” Mîna vê hevokê, Lenînê ku sed salekî dinya derrnixûm kir jî wilo gotiye: ”Ji bo berjewendiyên xwe em ê bi emperyalîzt û  burjuwaziyên herî mezin re jî rûnin”  Yanî bi bêjî û şeytanên binê zemanan re jî bidin û bistînin. Lenîn vê dibêje. Û xweş û di cih de jî gotiye. Ji ber ku gava te pê re neda û nesitend, mîna tirkan ê li himberî te wê pê re bide û bistîne û mala te biviritîne! Lê mixabin a me kurdan ji wê dan û stendina bêûjdan û bêexlaqîyê jî hîn bi wir de tir û xerabtir e. Kurd ji keys ketine. Kurd ne xwediyê xwe û tiştekî ne. Ew şensê ku kurd karibin hilbijêrin, li vir yan li wir rêz bigrin nehiştine. Û kurd bi ser de jî dixwazin serbilind bijîn. Eha wî çaxî jî ji bo ku kurd bi ser bikevin, çawa, erê çawa ji wan re baş be, divê li ber bêexlêqî, bêûjdanî û sosretên ku ew ê bînin serê dijminên xwe  nenerin. Dinya ev e. Wilo ava bûye. Ên wek Selahedînê Eyûbî jî ev kirine. Selahedîn di şeran de zalim bû. Zalimtî prensîbê şer ê herî bingehîne. A ku islamê ereb kirin Imperetor û ribeke dinyayê bi dest wan ve berda ma ne ew wehşet bi xwe bû.

”Erê, çî ye ezbenî? Çima PYD di ber ereban de zarokên kurdan dide kujtin? Çima zarokên xelkê bi darê zorê dibe şer? Çima beşdarî şerê Reqayê dibe? Çima, çima û çima?…”

Ên ku van gotinan dikin gelo nabînin ku eskeriya tirk, ereb û farisan zarokê vî xelkî dikin. Ma bi dilê xwe vê eskeriyê dikin? Na. Ma çi fêda xelkê kurd di Şerê Korê, Kibris û Yûnanê de hebû ku zarokên wî li wan deran hatin kujtin? Hîç. Em di welatê xwe de nexwediyê mafê kûçik û pisîkane jî. Navê kûçik, pisîk, ker, qantir û heta hin cerbohan jî li her derê dinyayê hene û navê me kurdan hîn jî qedexe ye. Him dest avêtine livîna me, him mala me viritandine û him jî navê xwe li me kirine.

Erê, çi fêda kurd di şerê Reqayê de heye? Pêşî fêda herî mezin ew e ku tevgera kurdên Binxetê mîna kurdên başûrê welêt ji destê tirk, ereb û farisan derketiye. Ev serketineke pir mezin e.  Serketina din gava ku kurdan bi qeweta emerîkiyan Reqa li erdê sekinandin, ji wir ve roava û başûrê welêt û ji aliyê din ve jî bi sînorê ku wê bigihê Cerablûsê, Binxet û Serxet bibe yek.

Baş e îcar gava ku kurd beşdarî wî şerî nebin wê çi bibe? Wê hertiştê xerab bi serê kurdan de bê.

Bi kurtî, şerê ku çend sal in li Sûriyê pêtî daye, dewama şerê Iraqê ye. Alîkariya emerîkî û ewrupiyan a bi kurdên roavayê welêt re dewama alîkariya ku bi kurdên başûrê welêt re, pejirandina fermiyeta  bi PYDê re dewama fermiyeta ku bi  PDKê û YNKê û ên din re bûye divê mirov bibîne. Ev stratejiyek e. Wek pakêt li meselê binerin.  Rast e, serekên PYDê apoyî  ne. Lê serekên Sovyeta berê û temamê welatên şorevî hemû jî komunîstên berê bûn; û ew serek îro bûne serekên van welatan. Yanî mirîdên Lenîn û Stalînên doh, îro bûne şêx û melayên civatê. Dinya zêr û zor û pere ne. Û zêr û zor û pere jî di jiyanê de ên herî guherbar in. Îcar ka em hinekî bêhna xwe li PYDê fireh bikin û bi çavên apoyiyên li Qendîlê li wan nenerin bê wê li ku bisekine, ewqas.

 

Nûçe

Şirove

One Response to “PYD nikare beşdarî şerê Reqayê nebe!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)