SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

PKK li ku û rêxistinên kurdên bakurê welêt li ku!

mermiLi her derê dinyayê ji bo mirovên siyasetger a pêşî ku bi haweyekî karibe mirovan li xwe bicivîne û lênerînên xwe ên siyasî bi wan bide guhdar kirin. Siyasetgerê ku karibe vê yekê bike dibe ê herî xurt. Û PKKê jî ew kir.

Hema bi tenê ji qirkirina xelkê ermenî û asûriyan û vir ve, mehmetçîkên tirkên misilman wehşeta ku di serê miletê kurd û mirovahiyê de kiribûn, ne PKK û ne jî hin ji me ên din, ger li Kurdistanê kafiran jî dest biavêtana sîlehan û şer bi artêşa tirkan re kiribana, kurdan bi miletî wê bidana dûv wan.

Erê, serekên PKKê jî, Ocalan li dera han bihêlin, Xeyrî, Mezlûm û gelekên din jî ew yeka han dîtin û bi rêxistinî xwe di sîlehan de rapêçan. Dewleta tirkan di hindurê pêncî salekî de bi sed hezaran kurd kujtibûn, kurd ji tirkan li bêvilê bûn, apoyi jî wê serê esker, polîs û mixbirciyên wan ji hev belav bikin û kurd jî wê li dengê wan derneketibana, ha! Îcar wan çi qasî sîleh bi kar anî, kurd jî ewqasî li wan civiyan, û wan jî ha ha nerînên xwe gotin û ji wan kurdan kom û komik pêk anîn û şer hîn mezintir kirin. Kirin û kirin heta ku gihan vê rojê û bi qasî dewleteke erebî xurt bûn.

Di siyasetê de  zanahî û cesaret du tiştên bingehîn bûn, Ew her du tiş li ba kê bana ew ê bi ser biketana. Û rêxistinên bakurê welêt jî tu carî bi hev re nebûn xwediyê wan her du tiştan.

PKK ji mêr û mêrxasiyê, PSK û ên din jî ji jîr û zanahiyê peyivîn. Mêrxas bi devê tivingê û zana jî bi serê qelemê tevgeriyan. Lêbelê her çi tarîx bû her tim bi çelq û pelqên zemên reng vedida û dinya bi darê zorê ava dibû û bi darê zorê jî xerab dibû. Zor pêşverû, zor paşverû bû.  Zorê ji aliyekî ve him rê li ber pêşketin û zanistê digirt û ji aliyê din ve jî rê li ber vedikir. Zor zembereka zemên, û zeman jî qonaxên tarîxê bû.  Dema ku Alp Aslan bi şûr û riman dikeve Kurdistanê tirk nijdevan û kurd jî xwedî cih û war koçer, rêncber û cotkar in. Yanî ji tirkan li pêştir û bi aqiltir in. Faris û kurd ji ereban li pêştir bûn gava ku emewî û ebasiyan li Îran û Kurdistanê ji serê mirovan xanî ava dikirin! Osmaniyan zor bi kar anîn û çimekî dinyayê zeft kirin, îcar ku fîlozofiya girekiyan jî bi kar bianîna belkî îro mezinê temamê dinyayê bana.

Erê, ji bilî serekên PKKê, serekên rêxistinên me ên bakurê welêt ew pêşketin û bi destxistina ku bi darê zorê dibû nedîtin; qed fêhm nekirin ku zor heyvanê hinerê ye û ji wî heyvanî çi û ne çi dimeya. Barzaniyan li himberî neyaran ew zor bi kar neanîbana. îro wê tunebana. Talabaniyan li himberî barzaniyan bi şerê man û nemanê ranebana, wê talabanî îro tunebana. Îcar heger îro heta bi rêxistinên misilmanan jî li başûrê welêt çêbûbin ew hemû deyndarê serhildana barzaniyan e.

Ma gelo di imperetoriya PKKê û Ocalan de a pêşker dîsa ne ew şerê tivingê bû? PKKê dikujt û xwe dida kujtin. Bi hezaran keç û lawên bavan bi silûmên çiyan ve hilperikîn û goştê canê wan bi devê xwşkêş û çapiliyan ve man! Zindan ji wan tije dibûn. Koçberî, malwêranî û hwd bi destê wan û di bin destê wan re dibû. Bi demaçeyeke ”laz yapisî” dest pê kirin û îro jî bûne xwediyê teng û top helîkopteran. Ew li ezmanan di satalîtan re bi kurdan re dipeyivin û ên din hîn radyoyek bi dest nexistine. Çima? Ji ber ku di felsefeya wan de ne zor û heta tiştekî ku têgeha zorê bianîba bîra mirov hebû. Ev ewqasî perîşanê cesaretê ne, dibînin ku heta bi temamê dinyayê li dewleta tirkan bûne yek û daxwaza ku tirk li gora Prensîpên Kopenankê bi kurdan re bikin. Wê nekin, bi kêmanî bihêlin ku kurd hin xwendegehan vekin û hwd. Lê tirkan hemû bêminet kirine û bi ser de jî ha ha malên kurdan bi ser serê wan de dihedimînin

Baş e, gava heta bi desthilatdariya Emerîka, Rûsya, Çîn, Ingilîstan û Frensa wê hîn nikaribin bi haweyê demokrasiyê tirkan di derbarê zilma wan a ku li kurdan dikin haş bikin, îcar ev rêxistinên me kî ne ku radihijin çîtik mîtik û paçik maçikên demokrasiyê û dibjin ”bi çekan doza kurd çareser nabe. Bi darê zorê hîç nabe. Bi girtin û kujtin û malwêrakirinê qed nabe. Nabe nabe nabe nabe…!” Bi çi dibe? Bi selewat û tekbîran, bi yabo qurbano û lavlavkê dibe, ha!

Ji girtina Ocalan û vir ve gelo kê bi qasî PKKê xwe ji  tirkan re daxist?  Kê bi qasî PKKê tirkayetî kir? Kê bi qasî PKKê pê li kurdan kir? Kê bi qasî PKKê xwe di bin tirkan de veziland? Û di dawiyê de ne bû tiştek, û bi ser de jî tew tirk hîn bêhtir li wan û kurdan siwar hatin!

Bi kurtî, li ba min ferqa ronakbîr, siyasetger û rêxistinên kurdên ku bi metodên demokrasiyê bi doza kurdî radibin û kurdên ku bi tirkî bi me û dê û jinên me re dipeyivin ji hev tuneye. Herdu jî kurd û kurdayetiyê pûç dikin, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)