SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Melayê kurd mîzê difroşe misilmanên kurd!

Eli

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Mela Elî kalakê kurd li derdora pênc salekî bi navê ”Nexweşxaneya Pêxember” û ”Dermanxaneya Pêxember” li Hewlêrê nexweşxaneyek û dermanxaneyek vekiribû. Nexweşxane bi tenê ji textorekî û dermanekî pêk dihat. Textor Mela Elî Kalak; û derman jî mîza wî bû.  Li gora Mela nexweşî çi diba bila bûba, dermanê hemiyan mîz bû. Vî melayî piştî ku nexweş bi mîza xwe û vî û wî derman dikirin, vê carê jî ew dişandin dermanxaneya xwe.

Li dermanxaneyê curbe cur mîz hebûn. Mîza wî, mîza çêlekê, mîza kerê, mîza devê û hwd. di şûşeyan de bi pereyekî mezin dihatin firotin. Di dermanxaneyê de ji bilî mîza safî, wekî din mîza têkilşîr, têkildew, têkilmast, têkilqehwe, têkilçay, têkilşerbet û hwd. jî dihat firotin.  Lê yek ji wan mîza jî ne bi qasî mîza deveyên ku di şûşeyên ambalajkirî de ji Siûdiyê dihatin Hewlêrê biha bû.

Li gora ku ez pê agahdar bûme, Mela bi bazirganiya mîza devê li nav erebên ku hîn ji dema pêxember de dest bi vexwarina mîza deveyan kiribûn, bayê mîzê pir bilind kiriye.

Di dawiyê de ez ê bibêjim, mala Mela Elî ava be ku wek textor Damîrê ereb ku di qernê pazdehan de li Iraqê jiya bû, qilêr û pîsî mîsî mîna derman bi kar neaniye. De qey wê roja wê jî bê!

Dibêje ”Bismillah” û mîza xwe vedixwe. Vir bitikîne:  http://www.youtube.com/watch?v=adaT7j9NCSg

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)