SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

 Ronakbîrên Ewrupayê li ku û ên Rohilata Navînê li ku!

RonakDi çaxê koledarî û feodalîzmê de, insan hov bû, jiyana insên pêşmerde bû. Çerxa civakê giran dizîvirî, serdest û bindestan bêyî ku peymanan di nav xwe de deynin heta derekê li hev kiribûn; heta derekê her kes ji jiyana xwe hinekî razî bû. Rewş ew rewş bû û wê rewşê jî hetanî qirnê pazdehan ajot. Di wê rewşê de pêwîstiyeke wilo mezin jî ne bi rola ku ronakbîrî derkeve pêş hebû û ne jî bi kirina rola siyaseta wan. Lê piştî ku barûd û pisûla keşif dibe û hema pê re bi sîlehên barûdên insan qira hev tînin, em dibînin ku ronakbîrî di hikmê sed salekî de tam derdikeve pêş û şoreşeke ilmî pêk tê. Ilim bi qasî ku ser bi xwe bûye pêşketin ketiye her warî, ilim bi qasî ku di civakê de hatiye peyivandin û bala civakê kişandiye, pêşketin ketiye civakê û medeniyet xurt bûye. Bi wî ilmî ye ku qirnê şazdehan dibe meydana şerê pêşketîxwaz û paşketîxwazan. Di vî qirnî de bi şoreşa ilmî re dîtinên li ser xwezayê, dîn, îdeolojî û civakê ji binî ve tên guherandin. Ev qirn dibû destpêka kapitalîzmê.

Di vî qirnî de ye ku êdî fîlozofên wek Frances Bakon (ingilîz e-1561-1626) bi temamî li dijî spekulasyonên felsefeya kevnare disekinin û fîlozofiya xwe di pratîkê de bi kar tînin. Yanî a wan dihat wateya ku êdî mirovê ronakbîr ji niha û pê ve, wê ne bi tenê bigota, diva bû bikira jî. Li gora wan, pêşketin bi zanahiyê dibû û zanahî jî ji bo bi serketina mirovahiyê diva bû bihata bikaranîn. Û ew hemû jî pêşî li ba ronakbîran hebû. Bakon hinekî din pêş de diçe û digihê wê bahweriyê ku heger ronakbîr bi siyasetê danekevin, yan jî bi temamî xwe ji siyasetê bêrî bikin, wê pêşketin neketa civakê. Li gora wî, bi mifta siyasetê derîyên herî asê vedibûn. Siyaset mivredeke ku hesin û pola dibirî. Ji ber wê bahwermendiya xwe bû ku wî di parlamentoya ingilîzî de cih girt. Îcar gava mirov ji wan deman û heta ku digihê şerê Napolyon Bonapart, li tarîxa siyaset û pevçûna ku van ronakbîrên frensî kirine temaşe dike, mirov ji mêrxasiya wan heybet digire! Ez bi xwe heyranê jîr û zanahî û cesareta wa me! Şoreşa frensî (1789) şoreşeke ku bi carekê ve ronakbîran li darxistiye. Li hêlekê kral û dêr û li hêlekê jî ronakbîr rawestiyane û bêwestan serê hev difirînin! Di wê şoreşê de serê hîjdeh hezar insanî tenê bi giyotînê jê dibe! Bi bîst hezaran insan hatine kujtin. Û di dawiyê de ronakbîr bi ser dikevin.

Ronakbîrên ewrupiyan bi giştî, ji salên 1400 hetanî salên 1800 her tim civakî bûne. Ew bi sîstemên welatên xwe re di dijayetîyê de ne û dixwazin hikimraniya dêrê û qiralan têk bibin. Di vî warî de ronakbîran bi serhildana Martîn Luter re derbeke mezin li xiristiyaniyê xistin, birêvebirên dînê xiristiyanan ji bêgavî di dîn de reforim kirin. Dêr û qiraliyet ji hev cihêbûn. Û heta bi Şoreşa Frensî re demekê dêr hatin girtin jî. Ronakbîran rê li aliyê dîn ê îdeolojîk û xwînrij girtin û ew bi ûjdên re rû bi rû hiştin. Dîsa wan, qiral mecbûrî ku di sîstema dewletê de hin guhertinên siyasî, civakî, aborî û kulturî bikin.

Li Ewrupa roava ronakbîran ev tiştên ku me gotin dikirin. Yanî bi sîstemê, dîn, ilim û civakê daketibûn û dihatin kujtin, îcar di wan çaxan de ronakbîrên umeta islamê çi dkirin gelo?

Bêdevjeng mirov dikare bibêje ku di alema islamê de jî alimên mezin wek Farabî derketine. Bi taybetî jî di warê tesewufê de. Lê mixabin şûrê islamê jî her tim li ser stuyê wan bûye û ne hiştiye ku yek ji wan jî tevbiqeliqe. Islamê rê nedaye ilimê ku mirovahî li pêş dixist û alema xwe di nav pencê reşaya binê zemanan de hiştiye.

Ibnî Sîna fîlozofekî fenî bû. Lê ew fîlozofê ku hetanî qirnê 16-17an ilmê wî li Ewrupayê di xwendegehan de dihat xwendin, ji bal birêvebirên desthilata islamî dihat girtin û êşkence dibû. Di dawiyê de di êşkencexanan de mir. Hîn pêncî salek ne kiribû.

Ibnî Ruştî ji ber wan reviyabû Spanyayê. Farabî ketibû binê erdan. Parezgerên islamê bi fikarên ronakbîran re nikarîbûn derketana serî, îcar navê kafirî bi wan zeliqandibûn û êrîşî wan dikirin. Hîn jî êrîş dikin. Ew her tim êrîşbaz bûn. Ên wek Îmamê Xezalî ji ewrupiyan re digotin ”kafir” û alema islamê û ronakbîrên wê ji ewrupiyan bi dûr xistin. Piştî Marks û Lenîn vê carê jî gotin ”ewrupî emperyalîstin” û alema xwe ji medeniyeta Ewrupayê bi dûr xistin. Ev wilo ne. Û ku mirov bi wan danekeve, wê her tim wilo bimînin û alema islamê jar û hejar bijî. Heger reformeke Luterî di vê islamê de çênebe wê heta dinya hebe jî wilo xerab biçe. Li dora 1400 salî ye ku alema islamê bi fetişîzma monarşîzmê îdare dibe, wê ev alem 1400 salê din jî bi vî aqilî here. Alem ji çap ketiye. Islam ronkabîriyê hîç qebûl nake. Ew demokrasiyê karekî kafirane dibîne.

Li Yûnanê, berî hebûna islamê bi du-sê hezar salekî pir xweda hebûn û bi desthilatdariya  xwedayan civak bi rê ve diçû. Wan xwedayan car carê rê dane ên wek Sokrates ku bi azadî ilim biafirînin, lê islamê hetanî roja îro jî rê neda ilim. Û civak bi şûrê xwe zeft kiribû. Heger emîrilmuminînên wek Harûn Reşît bîrewir nebûbana desthilatdar  û ilmê fîlozofên yûnanî wergerî erebî ne kiribana, ji xwe alimên wek Farabî, Ibnî Sîna, Ibnî Naviz, Zekeriya El Razî û Ibnî Xaldûn jî wê çênebana. Ji xwe hemû jî dibêjin ger me ilmê Hîpokrat, Arîsto, Eflatûn û Sokrates û her wekî din nexwendiba, em ê ne xwediyê vî ilmê niha jî bana. Ji salên 800î û heta ku digihê dor 900î li Bexdayê xendegeheke ku ilmê yûnanî wergerî erebî dikir hebû. Mamostê wê erebekî fileh bû û vî mamosteyî ha ha werger dikir. Dîsa di vî qirnî de ye ku xwendegeheke fikrî bi navê Muntezil vedibe. Li vê xwendegehê hinera êqil li pêş bû û kitêbên miqedes û pêximberî rexne dibûn. Mamosteyên xwendegehê mantiq wek prensîpekî girtibûn ber xwe û li ser mijaran hûr dibûn. Îcar gava mantiq bi kar dianîn û li têkiliyên di navbera xwedê û islamê difikirîn, li binguhê hev diketin û agirê islamperestan bi ser xwe de dibarandin.

Li gora wan, madem Xwedê dijminê xerabiyê, talan û xwînrijê bû, bêmantiq dibû ku Xwedê ji ordiyên islamê re bigota herin bi devê şûrê xwe insên bikin misilman, nemisliman bikujin, malê wan talan bikin û keç û jinên wan ji xwe re bikin carî ye. Dîsa li gora wan, madem Xwedê insan ji Adem û Hawa xuliqandibû, ya insan hemû divabû miqedes bana û yana jî çênedibû ku bi tenê ereb miqedes bana. Xwedayê ku li ser edaletê bû, bêmantiq dibû ku ferqeke wilo têxista nav ebdê xwe. Di xwedayê fîlozofên yûnanî de mantiq didîtin û digotin, ”xwedê risq li insên belav ne kiriye. Insên li hev belav kiriye. Insên hevdu dewlemendî û feqîr kiriye. Xwedê ew bi exlaq û ê din bêexlaq ne kiriye. Tu paqij î, tu lewitî yî. Tu qenc î-tu xerab î. Xwedê tiştekî wilo ne gotiye. Bi rastî jî gava mirov azad difikire, yanî bêyî ku xwe ji Xwedê bitirsîne, bêmantiqî dibû ku Xwedê qewmê erêb di ser temamê qewman re bigirta. Gava mirov li erebên îro dinere û wan erebên 1400 salî tîne ber çavên xwe, mirov bi hêsanî dikare bibêje ku Xwedê ji ereban re ne gotiye ”qewmê necîp” Ereb ne bi şûf û cemal in û ne jî tu medeniyeteke wilo ku insaniyet xwe pê bi paye bike afirandine. Dîsa muntezeliyan digot, madem Xwedê zimanê bihûştê kiribû erebî, bila ê dinyayê jî kiriba erebî. Rast e. Di vir de mantiqekî xurt heye. Di mantiqê muntezeliyan de Xwedê ne misilman bû. Xwedê remza ûjdên, edaletê û hejêkirinê bû. Xwedê temamê dînan betal ne kiribû û ne gotibû dînê heq û dawî islam e. Madem Xwedê xefûr û kerîm e, Xwedê li mirov tê rehmê û tê xezebê, xwedê mirov dibîne û li mirov guhdarî dike. Îcar xwedayê ku xwediyê van sifatan hemiyan e, kare bipeyivya jî. Dipeyive, lê bi insanekî tenê re dipeyive. Yanî bi resûlên xwe re. Lê di vê de mantiq tune. Bi milyaran insan nikarin bi insanekî bahwer bikin. Ew insan alim e? Na. Ew insan ji ezmên hatiye? Na. Erê çima bi insanekî tenê re? Ew bi xwe her ji 40-50 salekî kare ji ezmên dengê xwe bigihîne temamê insên. Wî çaxî jî insan wê bahweriya  xwe  pê bîne û wê dawiyê li vê qas xirecira ku hevdu dixwin bê.

Erê, xwedayê ku Arîsto û Eflatûn şerh kiribûn, maka êqil û edaletê bû. Ew xweda bi wan bêhtir bi mantiq dihat. Lê çi fêde, hemû hatin kujtin û xwendegeha wan a fikarê, devjeng û wergerê têk çû. Pişt re jî êdî ne tu wergerên ilmî bûn û ne jî devjengên ilmî.

Ronakbîrên islamê aliyê wan ê herî xerab ew bû ku li dijî şerîetê hiqûqek pêk nedianîn û li heq û hiqûqê insên nedigeriyan. Şerîet, islama siyasî bû. Şerîetê li ser navê xwedê heq û hiqûqê desthilatdaran diparast, şexsiyeta insên binpê dikir û alema islamê di qorzîbirên zemên de diguvaşt. Gelek ronakbîrên wek Farabî û Ibnî Sîna ne ku li wê yeka han hayî nebûbûn, lê mixabin ew cesaret di xwe de ne dîtin. Farabî yek ji wan fîlozofan bû ku wî bi xwe digot, min 200 carî ilmê Arîsto xwendiye. Ew di nav alimên islamê de raviyê ilmê Arîsto dihat naskirin. Ibnî Sîna jî digot min 40 carî ilmê Arîsto xwendiye. Lê dîsa jî heger ne ji Farabî ba, minê ji ilmê Arîsto ewqasî fêm nekiriba. Mihyedîn Erebî alimekî ku bi ezberkirina ilmê Efletûn, di nav alimên islamê de navê wî bûbû Mihyedînê lawê Eflatûn. Lêbelê yek ji wan jî bi sîstema islamê daneket û li heqê alema islamê nepirsî. Ibnî Xaldûn di nav alimê islamê de wek civaknasekî mezin dihat nas kirin. Lê ew civaknasê mezin jî bûbû solalêsê Tîmûrlengê împeretor.

Guhertinên ku wê ronakbîran di islamê de bikirana nekirin. Heger kiribana, bi hêsanî mirov wê bikarîba bigota ku îro, çerxa medeniyetê wê li Rohilata Navîn jî bigeriya.

Martîn Luter, Kalvîn, Burûno û gelekên din jî, mîna Farabî, Ibnî Aqilîn û Ibnî Xaldûn dîndar bûn. Û heta di nav alimên xiristyanan de xwedî cihên bilind bûn. Lê ew têgihabûn ku Incîl û rêbazên wê tiştek bû û ilim û rêbazên ilim tiştekî din bû.

Îmamê Xezalî digot: ”aqilê pîrekê kêm e. Şahidiya du pîrekan bi a zilamekî ye. Piraniya insanên dojehê ji pîrekan pêk tê. Xwedê aqil perçe bi perçe li ebdê xwe belav kiriye.

Û Voltaire jî digot:”Insan hemû wek hev in. Insan ne cenewar û ne melek, ne bi exlaq û ne bêexlaq xuliqî ye; ew bi rêya êqil û perwerdeyê li pêş dikeve û dikemile” Erê,  ronakbîrî şer û pevçûna li dijî zilm û zor û kevneperestiyê ye. Şer û pevçûn, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)