SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ev jî misilmanê efrîqî ye!

MisilmanGelo hûn dizanin bê nin çima ev misilmanê efrîqî bi vî haweyê kilêt di malpera xwe de belav kir? Carcarê ez hin tişt in ji rêzê der  di malpera xwe de belav dikim, ji ber pir kesên ku ji tiştên ne ji rêzê hez dikin dixwînin; û bêyî ku li xwe  hayî bibin hînî kurdî dibin û her roj serlêdana malperê dikin.  Wek ku ez her tim dibêjim,  nivîskar, sinetkar, siyasetger  û hwd.bi haweyekî divê tişt in wilo bike ku pêşî karibe  mirovan li xwe bicivîne. Eha ez jî wê dikim. Dema ez  li ser PKKê dinivîsînim bi sedan PKKî û dema ez  ji tiştên beredayî dinivîsînim, bi sedan jî kesên ku kêfa wan ji tiştên beredayî re tên serdana malperê dikin.  Îcar gava ez mijareke zanistî, teorîk û hwd dinivîsînim û li statîkên malperê dinerim, hejmar du sedî derbas nake.

Ne ku ez  lê nefikirîme, min dixwest  carinan li ser seksê binivîsînim; da bi hezaran serî li malperê bidana. Lê bi min nakeve ku ez bi vê rîha sipê ji nav şeqên vî û wê bipeyivim. Bi kurtî,  armanca min ku ji aliyekî ve ez derdorê hînî kurdî bikim û ji aliyê din ve jî serê wan bi nasyonalîzma kurdî dagirim, ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)