SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

ENKS êdî nema kare binxet bibe!

pyd-azez-i-kusatti-1996695Rayedarên ENKSa ku heta bi dîplomasiyê jî di avrêla sersemyantiyê de dibînin û xwe bi carekê ve avêtine bin kurkên barzaniyan û doza çim û nîv çimekî desthilatdariya PYDê dikin, bi vî aqilê xwe serî li barzaniyan, li xwe û  li xelkê xwe ên ku dane dûv wan gerandine.

Rayedarên ENKSê ji serî de çewt kiribûn, ji serî de diva bû rahijtana çekan, xwe bigihandana serkêşên dewleta Sûriyê û bi apoyiyan re ketibana leca ku xwe ji wan bêhtir têxistana çavên rayedarên ereban, lêbelê edeb û exlaq û ûjdan derxistin pêş,  reviyan û li rayedarên tirkan qelibîn, vê carê jî  bûn mehkûmê Binxetê, li ber deriyên Enqerê ha ha li heq û hiqûqê xwe geriyan û şirîknameyên xwe di ser dinyayê re berpêyî PYDê  kirin.

Desthilatdarî derfet bûn, derfet mal û pere, leşger û cebilxane û alîkariya nav dewletî bû, û ev hemû jî bûn ên PYDê. PYD çima wê we bike şirîkê xwe. Di dinyayê de kê ew tişt kiriye ku heta PYD bike, hi? Di siyasetê de bêexlaqî tirên ber bayê şer û pevçûnan bû, kesî guh li wan tiran ne dikir, dûmahîka şer bi serketin û bidestketinan dawî dibû û her kesî jî li wê dinerî.

ENKSê çewtiya serekên rêxistinên bakurê welêt ku di sala 1980î de ji ber zilma mehmetçîkên Kenan Evren reviyabûn û xwe  avêtibûn ber rehma şirtayên Haviz Eshed dubare kirin. Ew ji hevkariya bi Haviz Eshed re dûr sekinîn û apoyî jî ji dil û can bi wê hevkariyê re babûn. Îcar zemên şanî me da ku bêexlaiya apoyiyan ji exlaqê ên din bi exlaqtir derket. Di siyasetê de man ji nemanê, û hebûn jî ji tunebûnê her tim çêtir e, ezbenî.

ENKS çewtiyan li ser çewtiyan dike. Helbet xelkê me li Amûd, Qamişlê û hwd. wê li dijî çavsoriyên PYDê bi xwepêşandanan rawestin, lê ew xwepêşandan ne bi haweyê ku ENKS dibêje divabû li dar biketana.  Bi tirkan re di dan û stendinan de bin û bi reng û dengê gerîlayên PKKa ku li çiyan ji ber mehmetçîkan direviyan, xelkê me bi navê ”aşitiya gelan- tirk û kurd birane” wek mertal bi çol û çiyan dixistin û ji mehmetçîkan re dikirin mertal. ENKS li Binxetê vê dike.

Dema ku xwepêşandanên kurdan ên îro jî êdî  ger ne bi devê tivingê be tirk, ereb û faris wê rê nedin wan, îcar ew zihniyeta apoyiyên ku kurdperweriyê di rengê kevneperestiyê de bi lêv dikin û êgir li her tiştên bi navê kurdî dibarînin wê çwa rê bide ku kurdperwer li himberî zilm û zora wan xwepêşandanan li dar bixin, hi! Xwe berdin Amûdê, her derê wê bi sîlehan rapêçin û dû re xelkê li himberî çavsoriyên PYDê derxînin kolanan.

Bi kurtî,  heger ENKS bi rastî dixwaze wek sersemyan li Binxetê tevbigere, bê devjeng divê xwe di sîlehên mezin de rapêçe, ji şer û pevçûnên bi PYDê re nereve û mîna barzanî û talabaniyên demekê wek qertelan di hev re bifirin. Di pevçûna hebûn û nebûna siyasî de ”wext zû ye, rewşa civakî zîz e, dinya şerê xwe bi xweyî qebûl nake” filan û bêvan tuneye. Di dema herî xerab de Bolşevîk û Menşewîk ji hev veqetiyane. li Çînê, Ernawît û Yogoslavyayê komunîst di dema herî teng de rabûne hev. Şoreşa Frensî bi xwe wilo bû. Şoreşgerên frensî li hêlekê bi klîsê û qrêl re û bi hêlekê re jî xwe bi xwe di şer û pevçûnan de bûn.  Tu nekî ew ê bikî,  bibe mezinê te û te ji holê rake, ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)