SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bi romannivîsê kurd Laleş Qaso re hevpeyvînek

romanHevpeyvîn bi romannivîsê kurd Laleş Qaso re,

(taybet bo kovara (Hecelname) ya ku bi zimanê erebî derkeve.)

 

Xalid Cemil Muhemmed

-Birêz Laleş Qaso çawa romana kurdî nuha û di mandê de dibînî?

 

L.Qaso: Rewşa romana kurdî a niha dişibe rewşa kurdên bakurê welêt. Yanî xerab e. Lêbelê kurdên me ên Binxetê dikarin vê rewşê xweş bikin. Li Serxetê ziman ketiye xetera mirine û li Binxetê jî ziman li ser lingan e. Li ba temamê ronakbîrên me ên Binxetê û xelkê wan tiştê herî bî qîmet zimanê kurdî ye û li ba piraniya ronakbîrên Serxetê û xelkê wan jî tiştê herî bêqîmet zimanê kurdî ye û mixabin 20 milyonek kurd jî li Serxetê civiyan e. Îcar li cihê ku ziman bêqîmet bûbe wê romana bi wî zimanî çawa li pêş bikeve gelo? Îro problema me a herî mezin ji xwendin û nivîsandinê pir bi wir de, bûye xeberdana kurdî. Kurd bi kurdî napeyivin. Dema ku zimanê kurdî nemîne û me jî bi zimanê kurdî nivîsand wê bibe çi!! Li wan deran çengek insan bi lîteretora kurdî daketiye û ew çeng him bûye xwendevanê xwe û him jî nivîskarê xwe. Em ji hev re dinivîsînin û ên hevudin dixwînin! Yanî yek kes nanivîsîne û 500 kes jî naxwîne. Di tu tarîxê zemanan de bi qasî ku îro serek û ronakbîrên kurdên bakurê welêt û xelkê bi dû wan de silûk bûne, wilo ne bûne. Ez ji wan xwîn vedirşim. Li ba min, kurdê herî rezîl ew ê ku ji ber kultura bav û kalên xwe fedî dike! Kurdê herî bêşeref ew e ku bi zanatî zarokên xwe ji zimanê kurdî bi dûr dixîne û wan bi zimanê biyaniyan perwerde dike. Ew kesanan ji Atatirk, Xumeynî, Hafiz û Seddêm jî dijmintirên kurdan e. Teyrik û tilûr bi kuştinê qir nabin, bi rakirina hêlînan qir dibin. Û her maleke kurd jî hêlîneke welêt e. Dema ku zimanê hêlînan bû tirkî, erebî û farisî, aha wî çaxî wê kurd qir bibin. Heger hin in kuştinê û heremolîkirinê di me de hebin, pêşî ev tên kuştin û heremolîkirin, ewqas.

 

 

Xalid Cemil Muhemmed

Zimanê ku romanên te pê derketine, zimanekî kurdî, sivik, xweş, rojane û gundi ye, di gel ku vê rewşê jî ev zimanxurt û bilind kiriye, gelo çi armanca te ji vê rewşê ye?

 

  1. Qaso: Ezbenî pêşî divê ez bibêjim ku min di romanê û zimanê romanê de çi kiribe, min hemû bi zanatî kiriye. Romannivîs divê ji bîra neke ku bi rêya romanê dikare xwe bigihîne hemû hêlên civakê. Û min jî xwestiye ez wê bikim. Ha, ez bi ser ketime-ne ketime ew tiştekî din e. Di nivîsandina romanê de min her tim li sê tiştan nerîye:
  1. Hilbijartina mijarê.
  2. Di derbarê mijara hilbijartî de têgihiştina min a civakî û ilmî di çi radeyê de ye?
  3. Zimanê min çiqasî têra van hemiyan dike?

Bi vê minasebetê jî ez ji wan nivîskarên me ên nuhatî re dixwazim bibêjim ku berî hertiştî divê hûn zimên baş bizanibin û dû re dest bi nivîskariyê bikin. Li gora min bi zimanekî têr û dagirtî û xweş, kitêbekê bênaverok û bêqalîte û hwd. tê xwendin. Lewra kitêb çiqasî qalind be jî. Lê kitêba herî bi qalîte, çendî tenik be jî, dema ku bi zimanekî qels, lihevsiwarkirî û fitqoyî hatibe nivîsandin wê neyê xwendin.

Ez romannivîsê gundiya me. Mijarên hersê romanên min civaka kurdî ye û civaka kurd jî bi aqilê xwe hîn jî gundî ye.

Û meseleya ku zimanê min “sivik û xweş e” jî, bi baweriya min ew bi tenê bi kurdîaxêfan wilo tê. Ew jî ji ber ku ez bi kurdî fikirîme û min ziman li hevqerase ne kiriye. Him di vî warî de ne bi tenê zimanê min, zimanê ku Silêman Demir di romanên xwe de û Enwer Karahan jî di çîrokên xwe de bi kar anîne ne kêmî zimanê ku min di romanan de bi kar aniye. Mirov ji xwendina kitêbên wan têr nabe. Ez hêvî dikim ku kovara we hinekî jî berê xwe bide wan.

 

 

Xalid Cemil Muhemmed

Diyar e te dilkiriye ku tu civaka kurdî, di rêya romanê re, dîrok bike, çi sedemê ev rê ji te re vekir? An jî ji ku derê te bîra vê birbû?

 

  1. Qaso: Li gora min çawa ku di her miletî de gelek nivîskar rabûne û civaka xwe bi rêya romanê derxistine qonaxên tarîxê, gelek nivîskarên me jî divê bi wê yeka han rabin. Bi romanên sosyal-realîst kultura bi sedan salan mina rês li tevnê dikeve, kemêl li wê nave dimînin û teşî livê dirêse. Bi romanên sosyal realîst asas edebiyat û zimanê civakê li pêş dikeve û dikemile. Bi romanên di wî rengî de ji ber ku meydana liberxwedan û pevçûna nivîskêr her tim kûr û dûr û berfireh e, nivîskar jî mecbûr dimîne ku çî zimên hebe hemî bi kar bîne. Ji xwe yek ji armanca min a ku min ew stîla romanê hilbijart jî ew bû. Min dixwest ez temamê rêyan bi kar bînim da him hevoksaziya kurmanciyê bi dest tirkîaxêfên ku li gora mantiqê tirkî, bi kurdî dipeyivîn û dinivîsandin bernedim û him jî min xwe bigihanda gotinên windayî û ên li ber windakirinê jî xelas kiribana.

Nivîskarên kurdan mecbûr in ku tarîxa miletê xwe ê jar hejar mina Emile Zola, Vicktor Hugo, Tolstoy û herwekî din bi rêya romanê ji miletê xwe û dinyayê re rave bikin. Ji hezaran çend tişt û belkî jî hîn tiştekî me î bi rêk û pêk ne hatiye nivîsandin. Karê ku em ê bikin ji hew bêhtir pir e! Ji faşîzma Cumhûriyeta Atatirk û vir ve, her rojeke zilma ku bi miletê me re hatiye kirin bi serê xwe çend cild roman in! Romanên wehşeta ku ordiya tirkan li qoçgirî, Zîlanê, Agirî, Dêrsimê û li temamê Kurdistanê bi dizî û heşkere kiribû ne hatine nivîsandin. Romanên ku tirkan, ereb û farisan bi kêrê dilê Kurdistanê kiribûn çar dîlim û êşa ku wî dilî kişandiye ne hatine nivîsandin. Ya ew jan û rivîna ku ji nav xeta mayinan bi ser Binxet û Serxetê de difûriya? Ew roman jî ne hatine nivîsandin. Û romanên pevçûn û liberxwedana barzaniyan ji xwe qet ne hatin nivîsandin.

 

 

Xalid Cemil Muhemmed

Romanên te li ser eşîrtiyeke civakî ku bi demê re dibe eşîrtiyeke partîtî diaxifin. Çi mebest ji vê ye, ger rastiyek di vê nerînê de hebe?

 

  1. Qaso: Mebest ew bû ku min dixwest ez bibêjim gundî nikarîbûn bûbana demokrat û sosyalîst; pêşî divabû bûbana bajarî. Li tu derê dinyayê ji gundiyan partiyên modern pêk ne hatibûn û heta ku gundî nebûna bajarî wê tu carî jî pêk ne hatibana. Him ji wê bi wirdetir, rêber û serkêşên partiya ku bi şer rahiştibûn doza kurdî bi xwe jî ji gundiyan gundîtir bûn. Dawiya wê tevgerê wê bi felaketeke miletî biqediya. Û wilo jî qediya.

Mebest ew bû ku doza kurdan dozeke neteweyî bû û rêxistinên ku bi wê dozê rabana jî divabû mezhebfireh tevbigeriyana. Doza kurdan ne doza sosyalîzmê bû. Sosyalîzm karekî ewrupî bû û rêxistinên kurdan jî mina bolşevîkan xwe tam li wî karî şidandibûn. Dîk carekê hêk dikir û em kurd jî tu carî nebûbûn dîk! Helbet dawiya me wê xerab bihata. Lê mixabin dawî ji xerabê jî xerabtir hat!

 

Xalid Cemil Muhemmed

Rêbaza rêyalîzmî û civakî, di romanên te de eşkere xuyaye, her diyare ku di gel vê jî witara toreyî di asteke bilind de maye, û ne ketiye dahvên raporti ya yekser, pixox û qels..ango xuyaye rêyalîzma romanê zora hunrî, hozanyarî (pwêtîk), ciwanî û dahênê ne biriye. Tu çawa vê yekê dibîne?

 

  1. Qaso: Min hetanî niha çar roman nivîsandine û a pêncan jî li ber qedandinê ye û min di van herpênc romanan de jî realîzm rêbaz girtiye. Îcar di wê yekê de di ware edebî de ez çi qasî bi ser ketime, ez ê nizanibim. Ew karê rexnegir û xwendevanan e. Û asas sebeba ku ez bi realîzmê rabûme jî hemû ji ber bindestiya miletê me ye. Ez di doza kurdî de terefekî pevçûnê me, qelema xwe bi teref bi kar tînim û di qelema bi teref de jî realîzm şertê herî pêşî tê.

 

Xalid Cemil Muhemmed

Romanbêjê ku di hundurê romanê de bûyeran çêrdike, diguhêze û dibêje, nemaze yek caran dengê wî yê (Laleş) bi xwe ye. Gelo ta çi astê ew romanbêj nêzîkî Laleş Qaso ye? Dîsa jî gelo em dikarin bibêjin ku akama (tasîra) salên zinadan û girtinê li pênûsa te heye?

 

  1. Qaso; Xalid can, ji bilî xebata te a li ser çewtiyên romanê, xuya ye ku tu li ser tarîxa jiyana min jî baş hûr bûyî. Min jî mina gelek kurdperweran têra xwe kişandiye! Ez di xelekên pir teng re derbas bûme. Carcarê ez ji xwe re dibêjim ku ez û Kurdistanê em xuşk û birayê hev û carina jî jin û mer û dê û lawê hev in. Çerxa jiyana min û wê ji wê roja ku ez heme û hetanî niha wek hev geriyaye. Îcar heger te ez di hin cihên romanê de dîtibim, dengê xwe neke û wê yekê jî ji bayê feleka min re berde!

 

Xalid Cemil Muhemmed

Wergerandina erebî ji romanên te re gelek lez tê de tête pelandin, nemaze wergera (Ibrahîm Mehmûd) ji (Sê şev û sê roj) û ji (Wêran) re jî. Di gel ku te bihîstiye çendî şaştî û ziyanên mezin li ser destê vî wergêrî gihane van herdû romanan. Helbet ew ne şaştî û çewtiyên çapê tenê ne. Çi di vî warî de tu dikarî ji xwendevanên wergerandina van romanan (bi zimanê erebî) re zelalbikî?

 

  1. Qaso: Ji ber ku pirs li ser wergerê ye û min li ser bergên çend romanên xwe nivîsiye ku dive romanên min wergerî tirkî nebin û gelek dost û hevalan jî gotin “çima bi erebî, lê çima ne bi tirkî?”, bi destûra te be pêşî di wê derbarê de ez dixwazim çend gotinan bibêjim.

Sebeb ev bû û ev e: Li bakurê Kurdistanê kurdan dev ji zimanê xwe berdane û bi tirkî dixwînin û dinivîsînin û gava ku romanên min jî wergerî tirkî bûbana wê kurdan jî orjînala wan a kurdî nexwendibana. Û ew yeka han jî dibû şiqamek û li zimanê kurdî diket. Helbet wek nivîskar wê kêfa min jî bihata ku gava çend hezar tirk û kurdên tirkîaxêf romanên min bixwendana. Lê bila bimre ew kêf û ew nav û dengê ku bi rêya zimanê tirkî zimanê miletê min têk dibir!

Ku em bên ser wergera birêz Birehîm Mehmûd:

Xalid can, pêşî divê ez te bipesinînim ku te bi lêkolîna li ser wergera romana min karekî hêja kiriye. Digel ku te bi wî karî ruyê min ê di romanê de û ruyê romanê bi xwe jî sipî kiriye, herwiha jî te bi temamê wergêrên me ên kurdan cidiyeta wergerê daye zanîn. A ku te kiriye karekî ronakbîrî ye. Sipas, bijî!

 

Min û çend hevalên min ên ku baş bi erebî dizanin, me li tekstê te ê ku ji kêşa çewtiyan bar bûbû temaşe kir û me ji vir û wir gelek gotin, rêz û hevok dan ber hev. Bi rastî ewqasî jî nabe! Helbet wek ku di her karê wergerî de hin çewtî dibin, di wergera vê romanê de jî wê hin çewtî bûbana. Ez li bendîbûm. Lê ne li bendî çewtiyên ku tesîr li ser naverok û struktura romanê kiribana bûm. Mesele, dibe ku wergêr”parî” û ”gep”ê ji hev dernexe û ”parî” bike ”gep” yan jî ”gep”ê bike ”parî”. Xem nake. Li deşta Silîvayê û di nav alema islamê de ha parî, ha gep, dibe ku ferqeke xwe nebe. Lêbelê nabe ku ”lîçek-piçek” wek ”lîçikê-lîkê” bê wergerandin!

El insaf, sifra xwarinê hatiye danîn. Sarê li ber Hesoyê ku engiriye dide, da wî bikişîne ser sifreyê û dibêje ”hema lîçekê bixwe…” û wergêr jî wê ”lîçê” wek ”lîçikê-lîkê” werdigerîne. Wergêr tênegihaye ku Sarê û Heso lenhengên romanê ên sereke ne û bê çiqasî li ber dilê nivîskêr şêrînin. Wergêr hîn ji destpêka romanê de fêm ne kiriye ku Sarê û Heso bê çiqasî hezkirên hev in û li himberî hev çawa bi edeb tevdigerin. Roman li ser stûnên tarîxa ku kultura kurdan ji hev vedijenand ava bûbû û di kultura kurdan de jî jina gava ku ji mêrê xwe re bigota ”were lîkê bixwe”, dawiya dinyayê dihat! Ya hevdu berdidan û yan jî jiyaneke di diruvê jiyana qereçiyan de bi hev re didomandin. Di wergera Birehîm de gelek gotinên çewt hene, lê yekê jî bi qasî vê gotinê tesîr li min ne kiriye! Daxwaziya min ji birêz Mehmûd ku kitêbê belavtir neke.

Bi kurtî, birêz Birehîm Mehmûd di wergera xwe de bi ser ne ketiye. Daxwaziya min ji cenabê wî ew e ku di derbarê wergera xwe de daxuyaniyekê bide.

 

11 02 06 Stockholm

 

Têbinî: Bi belavkirina vê hevpeyvînê min xwezt ku gelşê nuh (bi taybetî kurdên ku bi erebî dixînin) ji kar û barê min ê li ser romanan û çewtiya wergera ku di hin romanên min de bûne   hayî bibin.

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)