SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Cegerxwîn kî ye?

cegerSilêman Demir (Romannivîsê me ê hêja bi vê nivîsa xwe a delal Cegerxwîn bi me xweş dide naskirin)

Cîgerxwîn sala 1903 an li gundê Hesarê hatiye dinyayê. A rast ku baş ne nayê zanîn bê ma sala çêbûna wî 1900 e ya jî 1903 ye. Her çi qasî ko di nasnameya wî de 1903 hatibe nivîsîn jî, Seyda bi xwe di Jiyanenîgariya xwe de dinivîse ko ne kifş e bê kîjan sal e.

Navê bavê wî Hesen e, ê dêya wî Eyşan e. Navê wî yê rast Şexmûs e. Eyşan xanima dêya wî, yazdeh zarok anîne, ji wan heşt mirine, sisê tenê manê: Şêxmûs, Xelîl û Asya.

Gundê Hesarê li herêma Mêrdînê, li bakur dikeve. Lê Seyda Cîgerxwîn, bes hinekî ji zarokiya xwe tenê li wir jiyaye.

Li gora gotina wî, li wir hîna di wî temenî de bal û guhê xwe dida çîrok û qesîdan, ji ber dikirin û ji zarok pîrekan re dixwendin û digotin.

 

Hîna gava Cîgerxwîn biçûk e, dê û bavê wî ji ber belengaziyê û pevçûnên gundiyan ji Hesarê bar dikin. Piştî ko çend salekî bi rê de li hin gundan dimînin, tavilê digihijin Amûdê, bajarê kurdan yê li Sûriyê ko wî çaxî di bin destê Fransa de bû. Sala 1918 an bavê wî li wir dimire. Gava malbat bê bav û serî dimîne, dîsa berê xwe dide hêla çiyan, warê bav û kalan. Gava sal dizîvire a din, yanî 1919 an îcarê dêya wî ji dimire. Cîgerxwîn hîna wî çaxî nû dibû xortik. Wî çaxî ji bêgavî demeke kurt li ba mala xuşka xwe Asya dimîne, lê ne pir dereng, yanî sala 1920 an dest bi xwendina olî dike. Ew xwendina xwe heta sala 1928 an dom dike û dibe mela. Ji xwe wî çaxî, yanî gava dibe mela, bi Kahla keça xalê xwe Mistefa re dizewice. Cîgerxwîn cara pêşî li Sûriyê, li gundê Hasda Jor melatî kiriye.

 

Di salên zewaca wan yên pêşî de, du law, Cemşîd û Xurşîd ji wan re çê dibin, lê herdu jî hîna gava li dor yeksalî ne dimirin. Bi dû re zarokên din ji wan re çê dibin. Keyo û Azad, keç jî Sînemxan, Gulperî, Rojîn, Benîsûada û Haştî. Hemû mezin dibin. Ji wan a mezin, yanî Sînemxan li Bexdayê dibe komunîst, tê girtin û bi awayekî tê kuştin. Lê ên din hemû hîna sax in. Îro piraniya malbatê li Ewrûpa ye.

 

Ji bîranînên Seyda Cîgerxwîn xweş tê famkirin ku hîna gava ew xwendevan e, ew di derheqa xwendin û baweriya xwe ya olî de dikeve şikan, lê dev jê bernade. Piştî ku çend salan wek mela dixebite, tê digihije ko ew kar û ew baweri ne yên wî ne û bi kêrî wî nayên. Wî çaxî radibe rîha xwe diqusîne, şaşika xwe diavêje û dev ji melatiye berdide. Abora xwe bi çandiniyê dike.

 

Seyda wî çaxî êdî bala xwe baştir dide ser siyasetê û nivîsandinê. Dîwana xwe ya pêşî wî çaxî dinivîse. Lê ew dîwan wî çaxî wenda dibe. Li gora agahdariya ko lawê Seyda yê mezin Keyo da min, ew dîwan heta van salên dawiyê jî wenda bû, lê niha hatiye dîtin û wê bê çapkirin.

 

Wan salan, yanî gava mela ye, ew û hin gundî bi hev re du gundan ava dikin. Sal 1936 e. Ji wan gundan re dibêjin Çêlek û Belê. Bi dû re navê Belê dibe Cehnem. Seyda bi xwe li Çêlek dima. Ew gund hîna hene, lê tu para wî ya ji milkan li wir nema ye. Li gora ko ji bîranînên wî tê famkirin, tiştek li ser navê xwe tapo nekiriye, gava ji gund derdikeve, para wî jî ji gundiyan re dimîne.

 

Wê demê, yanî di destpêka sala 1937 an  û 1938 an de, Cîgerxwîn û hin hevalên xwe komeleyekê, ya jî belkî mirov bibêje cemaetekê bi navê Ciwankurd li Amûdê vedikin. Karê kurdewarî dikin. Lê gava ko di wan karên xwe de zêde xuya dikin û radihijin çek, Fransî xwe aciz dikin û wê digirin.

 

Cîgerxwîn mala xwe dibe gundê Topiz, çend salekî li wir dimîne, lê ew û gundî bi hev dikevin. Jina wî Kahla tahlûka di mana li wî gundî de dibîne û jê dixwaze ko mala xwe ji wir bar bikin. Sala 1946 an mala xwe ji wir bar dike Qamişlo

 

Wê salê ew û hin kurdên din dikevin nav kar û barên siyasî. Civata Azadî û Yekîtiya Kurd ava dikin. Dr. Ehmed Nafiz dibe serok û Seyda bi xwe jî dibe sekreterê yekem. Xuya ye ko ew karê Seyda û hevalên wî pir baş nameşe.

 

Sala 1949 an dibe hevalê komunîstan û piştî demekê tê girtin. Sala 1954 an dibe berbijêrê parlementoya Sûrî, gelek Kurd dengên xwe didin wî, lê dernakeve û nabe endamê parlementoyê. Sala 1957 an ji komunîstan vediqete. Gava Seyda dibe hevalê komunîstan, gelek kurdan dike hevalê wan, wan li herêmên kurdan xurt dike.

 

Dema Seyda di nav komunîstan de ye, wek kurdekî welatperwer xebata komunîstî dike, dixwaze ko komunîst doza kurdan jî wek a Filistîniyan û ên din nas bikin û tadeya dîrokî ko li kurdan jî hatiye bibînin, doza mafê wan jî bikin û şaxekî (seksiyon) kurdan di nav partiya komunîst de ava bikin, dixwest ko nivîsên bi kurdî jî di nav çapemeniya wan de derkevin, dixwest ko kovara komunîstan bi navê Dengê Cotkar bi kurdî jî derkeve. Ji ber kurdbûna xwe Seyda wilo bawer dikir û dixwest.

 

Wî bawer dikir ko kurdbûn û komunîzm karin di xizmeta hev de bin. Bawer dikir ko rastî ew e û heger komunîstan ev rastî bibihîstina û fam bikirana, wê wilo bikirana û wî çaxî wê kurd yeker bibûna hevalên wan û gava komunîst xurt bibûna û bi ser biketina, wê azadiya kurdan jî bihata bidestxistin. Li gora teorî û rêbazên komunîzmê, gerek siyaset wilo bûya, gerek komunîst piştgir û parêzgerên doza kurdan jî bûna. Lê wilo derneket, ên Sûrî ne wilo difikirîn, ew bi erebî ji bo ereban tenê difikirîn, wan, kirina doza mafên kurdan, xwestineke paşverû û li dijî komunîzmê didîtin. Bi qasî ko gelek ji wan kurd bûn jî, siyaset, bawerî û rêbazên partiyê wilo hatibûn danîn, wilo bawer dikirin û wilo dixebitîn. Kurd û mafên wan di tu hesabên wan de tune bûn. Ji bo ko erebên komunîst, ew wek hevalên xwe qebûl bikirana, wan berî ereban êrîşî kurdperweriyê dikirin û ên ko gotina kurd dianîn ser zimanê xwe, bi unsûriyê, yanî nijadperestiyê sûcdar dikirin. Li gora ko Seyda dinivîse, komunîstan digotin ”heger hûn kurd in û ji kurdistanê re dixebitin, herin kurdistana xwe”. Bi kurdistanê, kurdistana ”Iraqê” qest dikirin.

 

Lê Seyda ji a xwe danakeve, doza mafê kurdan dike û ew û komunîst wilo, hêdî hêdî bi hev dikevin û Seyda bi dû re ji wan vediqete.

 

Heta wî çaxî Cîgerxwîn nerastbûna komunîstan a di derheqa mafên kurdan de bi gelek kurdên komunîst dabû zanîn û qebûlkirin. Gava vediqete, gelek kurdên din jî pê re vediqetin.

 

Li gora ko Seyda dinivîse, komunîst wî çaxî ditirsin ko ew ê kurdan tevan bide dû xwe, partiya komunîst bixe destê xwe û wê bike partiyeke ”şoven” û wê kurdan ji Sûrî veqetînin. Ji ber wilo û bi wî awayî komunîst berê xwe didin wî û kurdan û şerê wan dikin.

 

Lê pîlanekî Cîgerxwîn û kurdan yê wilo tune ye. Ew bi hev re dikevin nav karê avakirina Partiya Azadî.

 

Wî çaxî gava hîna di nav karê avakirinê de ne, partiya Demokrat dike ava bibe. Pêşevanên herdu partiyan hevdu dibînin û dixwazin herdu partiyan bikin yek. Dikin yek, lê piştî demekê, ew partî perçe dibe. Cîgerxwîn jî bi çepan re vediqete. Û heta ko diçe rehmetê jî bi partiyeke çep re kar dike.

 

Seyda Cîgerxwîn dinivîse ko pîştî ew ji ber kirin û bidestnexistina doza kurdan ji komunîstan vediqete, komunîst û gelek xêrnexwazên din berê xwe didin wî, kurdperweriya wî eşkeretir dibe, bêtir wilo tê naskirin û êdî dewlet jî dest pê dike û dîsa hişk dikeve dû wî. Ji ber van sedeman, ew salên 1955-heta 1959 an hêdî hêdî tenê û bêheval dimîne. Jiyan bi hemû hêl û awayan jê re sext dibe. Cîgerxwîn radibe sala 1959 an diçe Iraqê, diçe Bexdayê. Serê pêşî hinekî di radioya wir de dixebite û bi dû re li Zankoya Bexdê wek mamostê kurdî kar dike. Seyda dinivîse ko wê demê mûçe, yanî maaşê wî, 75 dînar in. 1962 an hukûmet berdide wî û vedigere Sûrî. Li ser hev sê salan li wir dimîne.

 

Wê demê hin kurd di hukûmetê û di hin dezgehên din ên dewletê de hene. Hukûmet zeîf e, ji bêgavî hinekî rê dide kurdan. Beşek ji kurdan bi wê yekê kêfxweş in û xwe wek hevparên karîna Iraqê hesab dikin. Li dibistanan kurdî heye û xwendin heye. Kurd hewl didin û dixwazin wan mafên xwe xurtir bikin. Lê zû xuya dibe ko dewlet ne amade ye rê bide wan.

 

Di çarçova wan kirin û xebatan de, kurd li Şeqlawa dicivin û dikin biryarekê ji bo alfabeyeke hevbeş ji bo kurdan bigirin. Kurmanc û Soran tev li hev in û civîn, civîna hemû kurdan e. Lê gava civîn dest pê dike, zû dubendî dikeve nav wan. Bahdînî û Cîgerxwîn dixwazin ko latînî bibe alfaba kurdî û kurdan, lê soran dibin piştgirên a bi tîpên erebî. Piştî gelek qirqirê, biryar tê girtin ko wê alfabe a bi tîpên erebî be, lê yek, ya jî du ders bi latînî û kurmancî bin.

 

Di dawiya civînê de ji Cîgerxwîn tê xwestin ko ew helbestekê ji wan re bixwîne da kurd bikaribin dilê xweş herin mala xwe. Erê wî çaxî Cîgerxwîn dev ji komunîstan berdaye, lê hîna ji bi baweriyên xwe nêzîkî wir e û ew her hevalê çîna karker e. Wî çaxî radibe û dibêje ”ey karker û cotkar, bes e, dem hatiye, rabin”.

 

Seyda dinivîse ko wî çaxî gotina ko wê hin kurd wî bikujin derdikeve. Radibe diçe ba Berzanî, gilî dike. Seyda dibêje ko wî çaxî Berzanî jê re gotiye, ”ka ji min re bibêje bê kî ne, ez ê serê wan biperçiqînim”. Lê xuya dibe ko ew gotin ji zirt û aciziyeke rojane ya vala ya hin kesên bêberpirsyar pê ve ne tu gotin e.

 

Sala 1962 an piştî Cîgerxwîn vedigere Sûrî, çend caran tê girtin û berdan. Ew demekê nefî bajarê Siweyda dibe, li jêra Sûrî ye, li ser hidûdê Îsraîl e, bajarê Durziyan e.

 

Seyda Cîgerxwîn di biranînên xwe de dinivîse ko ew nizane bê ew çend caran hatiye girtin. Dinivîse, ko serê pêşî carê gava ew û hevalên xwe dihatin girtin, li wan dixistin û gelek caran piştî çend rojan dihatin berdan. Ew û hevalên xwe li hev rûdinin û di rêyekê difikirin. Dibêjin carê ew tên me dibin û em jî wek berxikan bêdeng didin pêşiyan û bi wan re diçin, her carê me dibin û têra me li me dixin. Baş e madem lêxistin e, em ê çima wilo bi hêsanî û bêdeng bi wan re herin, em ê çima xwe di nav destên wan de bêçarê û reben bidin xuyakirin û xelkê jî bi xwe re bitirsînin û wê kirina wan kêfî wek kirineke qanûnûnî qebûl bikin. Na a wan kêfî ye, ne qanûnî ye, divê em wê wilo bidin zanîn. Li hev dikin ko êdî gava bên kê ji wan bigirin, ew e bike hewar, xwe di nav detên wan de bicircirîne û xelkê bi xwe bihisîne, bi hêsanî bi wan re neçe. Li ser vê biryarê, Cîgerxwîn dibêje ko gava piştî çendakî dîsa hatin û xwestin wî bigirin, wî li nava sûkê kir hewar, xwe di nav destên wan de circirand û sûk û bajar li xwe vehewand. Mecûr dibin ko li wir, li pêş çavên xelkê lê bixin û wî bi zorê bibin. Gava wî dibin, hîna nû digihijin avaniya polîsan, him mezinên dewletê yên bajêr û him jî yên kurdan û çend avukat pê ve tên. Polîs sûcdar û fedîkar tên derxistin û Cîgerxwîn li wir bê lêxistin tê berdan.

 

Gava cezayê Cîgerxwîn yê li Sweyda xelas dibe û vedigere Qamîşlo, dewlet wî rehet nahêle. Sala 1969 an direve, diçe ba serhildana di pêşengiya Mistefa Berzanî de. Dor salekê li wir dimîne, digihije ku gelek kesan nas bike û rewşê fam bike. Çend caran bi Berzanî re rûniştiye û şier jê re xwendine. Li gora ku tê gotin, M. Berzanî gelekî ji şiera wî ya bi navê Dîkê Xerzan hez dikir. Li gora ko Keyo ji min re got, Cîgerxwîn digot ko Berzanî gotiye ew şier rewşa Kurdan eşkere dike. Û her wilo gelek caran li pêş Cîgerxwîn ji ên li dora xwe re gotiye gava Cîgerxwîn hat, wî li tu deveran nesekinînin, bila rast bê ba min, ew şairekî me Kurdan ê mezin e.

 

Gava Cîgerxwîn dîsa vedigere Sûrî, zû kifş dibe ko ew nikare li wir bijî, dîsa rev derdikeve ber wî, lê vê carê direve Lubnanê. Sal 1973 ye. Dîwana xwe ya bi navê KÎME EZ ko a sisêyan e, li wir dinivîse. Çîroka bi navê Salar û Mîdya jî çap dike. Seyda heta sala 1976 an li wir dimîne û vedigere Sûrî. Lê piştî sisê salan, yanî sala 1979 an bar dike Swêd. Heta ko diçe rehmetê li wir dimîne. 22-10-1984 an li Stockholmê diçe rehma Xwedê.

 

Min pirsî bê ma rojên wî li Swêdê çawa bûn, çi dikir. Ez fêr bûm ko Seyda sibehê saet 05.00 radibû ser xwe. Bi rabûna xwe re dest bi nivîsandinê dikir. Kêm caran ji malê derdiket, wî her dinivîsî. Dixwest bigihije karên li ber xwe biqedîne, tiştên dixwest binivîse, xelas bike. Wilo gelekî dinivîsî û xwe di nav nivîsandinê de ji bîra dikir ko gelek caran ji bîra dikir çaya li ber xwe vexwe û xwarinê bixwe. Digot divê ez pê re bigihijim. Wek ko zanîbû ne gelek jê re mayê. Û gava nedinivîsî û malbat li dora wî diciviya, her bahsa jiyana xwe û a kurdan dikir.

 

Di dawiya temenê xwe de û bi taybetî gava dinivîsî, gelekî diwestiya. Ji ber ko her pazdeh salên dawî destê wî yê çepê pûç bûbû, nikarîbû kar pê bikira, hemû kar bi destê rastê tenê dikirin. Pêşî nivîsên xwe bi destan dinivîsî û bi dû re gava bawer dikir ko êdî baş in û tekûz in, îcarê bi daktîlo dinivîsî. Ew jî hemû bi destekî dikir. Û her wilo, Seyda pêşî bi tîpên erebî dinivîsî û gava bi daktîlo dinivîsî, nivîsên wî dibûn bi tîpên latînî. Xuya ye ko wî her demê pêşî bi tîpên erebî dinivîsî û bi dû re dikir, ya jî werdigerand tîpên latînî. Ev yek tê maneya ko Seyda bi tîpên erebî xurtir bû.

 

Melle Şexmûs bû Cîgerxwîn

 

Şêxmûsê xwendina olî bû Cîgerxwîn. Ew çawa bû, çi ew kir Cîgerxwîn.? Bêguman evîna azadiyê û a Kurdistanê ye. Lê ev yek çawa ket dilê wî, çawa cîh girt û hat hûnandin û bi dû re bû agirekî ko germ û ronahiya wî da Kurdistanê tevî, hêvî da kurdan lê tirseke mezin dixist dilê neyaran?

 

Seyda di dema xwendina xwe de li kurdistanê geriya; wî çaxî derfeta ko sedem û jêderên bûyeran û encamên wan, rewş û hêviyên kurdan, kar û baweriyan wan bibîne û fam bike dît. Li welêt feqîrtî, belengazî, dewlemandî û xanedanî dît. Li sedem û bersivan pirsî û geriya. Bi mirovên cuda re rûnişt, li wan guhdar kir û fêrî tiştên nû û cuda bû. Bi wî awayî êdî hêdî hêdî asoyên ramanên wî firehtir bûn.

 

Bala wî di ber xwendinê re çû ser pirs û pirsgirêkên civakî, dîrokî û millî. Li deverên cuda û li ba kes û eşîrên cuda li bersivan geriya. Gava wilo bû, deriyên raman, xwestin û hêviyên wî, ji bo tiştên nû vebûn, cesareta wî qewîn bû, hêza mereq, lêger û famkirina mejiyê wî aktiv bû. Her ko çû, ew mejiyê ciwan xurtir bû û ji demekê pê ve êdî bû afiranêr.

 

Her wilo, ew bi ger û xwendina xwe fêrî gotar, çîrok û serpêhatiyan bû, fêrî adet, tecrube û axavtinê bû. Mirov û eşîrên cuda nas kirin, gund û bajarên kurdistanê dîtin. Zimanê wî, wilo bi gotinên nû û guhertî xurt bû. Fêrî rist û qesîdeyên nû bû. Seyda bi van sedeman û bi vî awayî hêdî hêdî ji mirovên der û dora xwe xurtir bû û hêla wî ya pêşevanî û rêberiyê ava bû û derket pêş.

 

Şagirtê xwendina olî Şêxmûsê xort rojekê li Qerejdaxê Şewqî Begê Erxenî dibîne. Ew camêr ji wan re bahsa Kurdan, bindestî û heqên wan, kar û xebata wan û serhildanên ko dê bibin dike. Seyda bi baldarî lê guhdar dike. Bi wê guhdarkirinê bingehê fikir, bawerî û hêviyên wî yên ko heta wê rojê li ser bingehê ola wî hatibûn avakirin dihejin, sist û lawaz dibin, êdî nema karin cîhê xwe nedin yeke xurtir, yanî welatperwerî, a ko nû wek hêvî û bawerî dikeve dilê wî û hêdî hêdî dibe a herî xurt.

 

Ji xwe Seyda berê jî çûye Erxenê û cara pêşî li wir bihîstiye ko kurd di nav kar û xebateke kurdperwerî de ne. Ew yek jê re dibe bal û di bîra wî de dimîne.

 

Bi dû re, carekê seydayê wî Ubeydullal ciwabekê dişîne ji Xalid Begê Hesenî re û jê dipirse bê ma gelo ew karin bên ba wan ya na. Xalid Beg bersivê dide dibêje niha newin, wê tiştin bibin, heger em bi ser bikevin, werin, ya na, em bi xwe em ê ji bêgavî bên ba we.

 

Cîgerxwîn û seydayê xwe vê bersivê û vê yekê ji hev dipirsin û ji hev re rave dikin û digihijin baweriya ko kurd haziriya serhildanekê dikin. Xuya ye tiştê dikira bibe, serhildana Şex Seid bû, kurdan xwe ji wê serhildanê re kar û amade dikirin. Ew yek di dilê Seyda Cîgerxwîn de dibe hêvî û mizgînî. Gava ev tişt dibûn, welatperewerî di dilê wî de xurtir dibû.

 

Wê demê gelek caran diçû Dêrika Çiyayê Mazî, (Seyda navê Şebextanê lê dike) ji srûşt û mirovên wir hez dike. Ji nivîsên wî xweş tê famkirin ko her carê xwestina ko mana xwe ya li wir dirêjtir bike dikeve dilê wî. Hema gava derfet û mahne jê re dikevinê, ew dîsa diçê wir. Û rojekê yeke ko dilê wî biçe ser li wir dibîne û Seyda dildar dibe. Ew evîn naçe serî lê tiştê ko ez bi xwe jê fam dikim û derdixim, wê dildariyê bingehê maneya xwendin, nivîsandin û baweriyên wî yên olî hejandiye, ji nû ve mane daye wan baweriyên wî, reng û rê dayê ber hêviyên wî û hezkirina wî ya edebî. Û her wilo ez tê digihijim ko heta roja Seyda çûye rehmetê jî êş û xweşiya wê dildariyê ji bîra nekiriye. Ew dildarî di dilê wî de bûye bêrîkirin, hêz û yek ji motorên xwestina wî ya nivîsandinê.

 

Yek ji taybetiyên Dêrikê ew e ko zimanê malê û ê her babet dan û stendinê Kurdî bû. Ez taybetî dibêjim, ji ber ko zimanê piraniya bajarên wê jêra herêmê ne kurdî bû, erebî bû. Wî çaxî kurd li gundan bûn, bajar ên ereban bûn. Lê rûniştvanên Dêrikê kurd bûn û ne oldar bûn.

 

Seyda li wir giha ko baştir li muzîka kurdî guhdar bike, gotinên wan, hûnandina rêzên wan ji hev der bixe, xweşiya kurdî û kurdî di helbestê de bibîne. Li wir, ji hunera hûnandina hevokan ya bi rengê helbestê bêtir hez dike. Ew gotin, ew hevok û helbestên gelêrî yên ko bûbûn klam, ji evîna wî re dibin sebir û derman. Bi wî awayî xwestina ko bala wî bêtir here ser nivîsandinê û helbestê dikeve dilê wî.

 

Gava Seyda li Dêrikê dildar dibe, tê derdixe ko ne feqe û oldar tenê ye. Ew tê derdixe ko mirov e, jiyan ji xwendina olî firehtir û xweştir e. Ev bawerî dibe stûneke jiyana wî ya pêşerojê.

 

Bi dû re gava ji bo ko xwendina xwe temam bike tê Amûdê, dildarî dîsa tê serê wî. Du keçên ko dilê wî dibije wan dibîne. Yek bi navê Hesîna ye û a din jî bi navê Cemîla ye. Lê xuyaye hezkirinên wî yên vê carê ne wek evîna wî ya li Dêrikê ye. Ên li Amûdê bes bi hêviya ko ew jî wek hemû kesan bibe xwedî jin û mal tenê ye. Seyda li wan nasekine, ne pir dereng bi keça xalê xwe re dizewice û tu mana hezkirina wan di dilê xwe de nahêle.

 

Wî çaxî, gava hîna xwendevan e, dest pê dike û xwe bêtir dide nivîsandina helbestan. Navê wî wek Cîgerxwîn ji xwe li nav xelkê belav bûye û pê serbilind e. Di bîranînên xwe de dibêje ko rojekê bang wî dikin û dibêjin ”wa Mîre Botan hatiye û dixwaze te bibîne”.

 

Ê ko hatiye Mîr Celadet Bedirxan e û li mala seyda Ubeydullahê mamostê Cîgerxwîn e. Dema ko Seyda bahs dike, divê ko nav 1925 û 28 an be. Seyda dibêje ko Mîr gotiye, min bihîstiye tu helbestan dinivîsî, ka were hinan ji min re bixwîne. Seyda jê re dixwîne. Wî çaxî Mîr jê re dibêje, gelekî xweş in, ka hinan ji min re bişîne Şamê da ez wan di Hawarê de biweşînim. Her wilo Cîgerxwîn dinivîse ko Mîr jê re gotiye ristên te yên yekane pir xweş in, lê ên ko bi awayê M. Cizîrî û E. Xanî hatine nivîsîn, ne wilo xweş in. Tu bi a min bikî tu dê dev ji nivîsandina bi awayê wan berdî. Seyda di bîranînên xwe de dibêje min gotina wî xist serê xwe.

 

Gava Seyda dest pê dike û helbestan ji bo Hawarê ji Mîr re dişîne, navê Cîgerxwîn bi kar tîne. Nevê Cîgerxwîn wilo jê re dibe navê wî yê yekem.

 

Lê li Amûdê, di ber ko helbestan dinivîse û êdî eşkere bi kar û xebata kurdperweriyê radibe û dike xelkê fêr bike re, tiştekî din li wir tê serê wî.

 

Rojekê Seyda li ser bênderan bi Şêx Mêhdî re rûdinê. Şêx, hin tiştên ko heta wî çaxî Seydayê ciwan nebihîstibûn û tu kesan newêribû bibêje, jê re dibêje.

 

Seyda di bîranînên xwe de ji bo wê rojê û wê hevdudîtinê, wilo dinivîse:

”Şêx Mêhdî, ez ji xewa kevneperestî bi carek şiyar kirim. Ew sawîr û goman bi carek ji serê min dûr xistin. Çavên min di biwara olperestî de vekirin. Gelek tiştên ko kesî newêrabû bibêjî, ji min re gotin. Her tişt dane xuyakirin û ronak avête ser bîr û baweriya min. Ez, di vê babetê de deyndarê Şêxê xwe me”. S.185

 

Seyda wê demê xwendina xwe xelas dike, destûra xwe ya melatiyê werdigire, lê êdî melayekî di ola xwe de bêbawer e. Gava li gundê Hasda Jor dibe mela, ji bo nanê xwe dibe mela. Ew bi ola xwe û bi karê ko dike ne bi bawer e. Dinivîse ko bê destlimêj li pêşiya gundiyan limêj dikir û çaxê rojiyê wî rojî nedigirt. Piştî ko çend salan wilo melatiyê dike, tê digihije ko a dike karekî nerast e û bêmane ye. Radibe dev ji melatiyê berdide, şaşika xwe diavêje û rîha xwe kur dike. Gelek wext naçe dibe Marxist- Lenînist komunîst û bi dû re dibe endamê Partiya Komunîst a Sûrî.

 

Gava Seyda wilo dike, radibe ji gund jî bar dike, mala xwe dibe Qamîşlo. Ji bo abora mala xwe, bala xwe dide ser çandinî û tîcaretê. Tu pereyên wî yên baş tune ne û tu karekî baş jî bi destê wî ve naye. Erê Seyda dibe Cîgerxwîn, dibe azadîxwazê kurdan û kurdistanê, ji aştî û wekheviyê hez dike, lê halê wî û rewşa wî ya di nav xelkê de ne pir xweş e. Serê pêşî gelek êrîşî wî dikin. Mela ye, lê şaşik avêtiyê û nema limêj dike û rojî digire. Gelek jê wî biaqil jî hesab nakin. Hinên din wî qafir û heram dibînin. Lê Seyda bi xebata xwe ya bi biryardarî û helbestên xwe yên xweş, zû wê yekê diguhere û cîhê xwe di dilê xelkê de xweş dike. Berî her tiştan, xwende û rewşenbîr xwe lê digirin û qedir didin kar û gotinên wî. Her wilo wî çaxî ew û dewlet tên hemberî hev. Seyda di wî warî jî de dide xuyakirin ko ew ne bêaqil û kafir e, lê ew kurdekî egît e, ew bi rûmet û bi şeref e. Cîgerxwîn wilo, tev hemû êş û zahmetiyan dibe yek ji pêşevanên kurdên Sûrî.

 

Siyasetvan û pêşevan

 

Wî çaxî, 1946an gava Seyda mala xwe nû aniye Qamîşlo û halnexweş e, mecala ko pere jê re bên derdikeve.

Sala 1946 an e. Seyda di bîanînên xwe de dinivîse ko rojeke ji wan rojên ko halê wî wilo ne xweş e, diçe qahweyeke nêzîkî mala Dr. Nafiz. Doktor gazî wî dike, dibêje ka were nivîsên xwe bibe. Ew jî li Doktor vedigerine û dibêje nivîsên ko di demeke weha teng de jî peran ji min re neynin, ne hêjane tu tiştekî, min ew navên. Doktor dibêje, ka were, belkî pere jî tê de hene. Dibêje ez rabûm çûm. Doktor nameyek da min, ji Kamiran Bedirxan bû, min vekir, 300 lîre di nav de hebûn. Kamîran Bedirxan gotibû ez bawernama kovara xwe didim te, tu abona peyde bike, heqê abonan bide ser hev û ji min re bişîne. Her mehê heqê te jî 300 lîre ye. Seyda dibêje min ew kar bi kêfxweşî qebûl kir, lê gava rêxistinê, yanî hevalên wî yên siyasî ew yek bihîsine, gotine heyran 300 gelek e, bila Cîgerxwîn 100 lîran jê bide me. Seyda dibêje min wilo kir, min 100 lîre jê dan rêxistinê. Ji bo wî karî, yanî ji bo peydekirina ên ko kovarê bikirin û peran ji bo kovara Mîr Kamîran peyde bikin, Cîgerxwîn û çend kes diçin ba mala Haco, çend hezar lîre ji bo kovarê didin ser hev û tînin didin Dr Nafiz. Cîgerxwîn dibêje ko Dr. Nafiz ew pere neşandine ji Kamîran Bedirxan re. Ji ber ko Kamîran Berdirxan bi dû re nema tu carên din li gora peymanê 300 lîre ji min re şandin.

 

Kurd wî çaxî di nav tevgerekê de ne. Xoybûnê çand û şiyarbûneke kurdpewerî kiriye nav kurdên herêmê. Cîgerxwîn bi xwe beşdarî kar û barê Xoybûnê nabe. Wî çaxî Xoybûn mala Bedirxan, mala Cemil Paşa û Haco axa bûn. Xoybûn, zanebûnekê kurdewarî dixe nav kurdan. Ew zanebûn ji hemû kurdan re bingehek e.

 

Wî çaxî Ereb dikin Fransa ji Sûrî derxin û dixwazin hemû axa Sûrî bikin a ereban. Kurdan naxin tu hesaban. Hin pêşevanên kurdan û Cîgerxwîn radibin bi Fransa re dikevin pêwendiyan û dixwazin ko Fransa herêma Kurdan nede Ereban, ew der ji Kurdan re be. Li gora ko Seyda Cîgerxwîn dinivîse, Fransa wê yekê maqûl dibîne, dixwaze ko Kurd xwe bikin yek û piştgiriya Fransa bikin, ew jî dê welatê wan bide wan. Lê wî çaxî hêza kurdan di dest û kontrola axan de ye. Gava ko axayên kurdan tên û li hev digerin, zû dibin du bend. Haco axa xwe dixe serê ên ko dixwazin Kurdistan ji kurdan re be, lê hinên din dibêjin em û Ereb misilman in, em birayên hev in, em ê bi hev re bin, em ê bi hev re dijminanaya Fransa bikin û pêşî berdin wan; bi dûre em û birayên xwe yên misilman li hev dikin, niha ne dora dozên kurdewarî ne. Piranî wilo difikirin û xwe didin kêleka ereban. Gelek şer jî di nav eşîrên kurdan û ereban de derdikevin. Lê hêdî hêdî ên ko kurdistanê ji kurdan re dixwazin hindiktir dibin û ên ko bi ereban re li dijî Fransa derdikevin û bi ereban re tev digerin pirtir dibin. Wî çaxî Fransa hêviya xwe ji kurdan dibire û gava ko ji Sûrî derdikeve, axa kurdan jî bi ser Sûrî ve berdide.

 

Ev kar û tevgera Cîgerxwîn û hevalên wî ya ji bo kurdistanê, dike ko xelk û alem bawer bikin Cîgerxwîn peyayê Fransa ye. Lê a ko bûye, bes tenê kurdperwerî ye û ji ber kurdperweriyê ye. Tu peyatî tê de tune ye.

 

Wî çaxî, gava ko Cîgerxwîn û hevalên xwe li ser kurdan digerin, wan dicivînin û dikin ko wan ji bo xelaskirina axa kurdan bikin yek, di civînekê de ji axayekî ko dixwaze kurd bi ereban re bin re gotiye, Hiseyn Axa, tu bi kum û desmal, Dihamê Hadî bi çefî û egal, hûn di ku re bûne heval. Civat bi xweşiya vê gotinê dikene, her yek di ber xwe de dubare dike û li hev digerînin. Bi dû re li derve jî dibêjin û wek gotin, wek anekdot, wek rastî û wek helbesteke xweş dikeve nav xelkê.

 

Dihamê Hadî, wî çaxî serokê eşîra ereban a bi navê Şemer e û di herêmê de li dijî kurdan û Fransa, pêşevaniya ereban dike. Xurt e, xwedî milk, pez, pere, çek û çakdaran e, gotina wî li herêmê qîmet tîne, gelek kurd xwe didin dora wî, dora kirin û xwestina wî û dev ji doza xwe berdidin û xwedêgiravî îslam diparzin. Kurd wilo têk diçin.

 

Hevdunegirtina kurdan û têkçûna wan a di vê yekê de, Seyda diêşîne û digihije baweriya ko kurd nikarin hevdu bigirin û yekîtiyekê ava bikin. Li gora wî, bindestiya wan, sedema vê yekê ye û ji ber vê yekê ye. Her wilo, ew ji misilmantiyê hîn dûrtir dikeve.

 

Her wilo Seyda dinivîse ko wî hevalên xwe xwestine alîkariya serhildana Berzanî bikin. Sala 1945 an yek ji Zaxoyê tê Qamîşlo û ji wan re bahsa serhildanê dike û dibêje ko dewletê kar û şer li ser wan giran kiriye. Wî çaxî kurdên Sûrî li hev dicivin û ji hev dipirsin bê divê çawa alî wan bikin. Li hev dikin û dikin biryar da ko ew jî ji aliyê xwe ve li dewletê bixin da şer li ser serê Berzaniyan sivik bibe.

 

Dixwazin û difikirin herin hêla Zaxo û herêma Şingalê. Ji hev dipirsin bê ma wê kî here. Hin xwe pêşniyar dikin da herin Zaxo, Cîgerxwîn dibêje ko ew ê here Şingalê. Ên ko xwe pêşniyar dikin ne gelek in. Wî çaxî Dr. Ehmed Nafiz dibêje gelî camêran eyb e ko yekî wek Cîgerxwîn dike here û em ên din li vir bimînin. Heger tiştek bê serê wî, ên wek wî di nav me de namînin, lê heger em herin, ên wek me pir in. Wî çaxî hinên din jî derdikevin û hejmar baştir dibe.

 

Biryarê didin û heta ko xwe kar bikin, yekî berî xwe dişînin herdu herêman da xebera wan pê bixin bê dikin ji hêlaxwe ve çi bikin. Li gora ko Seyda dinivîse, wî çaxî Êzîdî li Şingalê dibêjin niha dewlet hatiye û hemû mezinên me birine. Ka heta em wan bidin berdan bêhna xwe li me fireh bikin, em ê wî çaxî bişînin dû we. Li bendî wan dimînin. Heta wilo kurdên Sûrî dikevin nav gundan, çekdaran û peran ji bo serhildanê didin ser hev, lê heta ko wilo li bendî ciwaba ji kurdistanê ne, serhildan dişkê û Berzanî diçin Îranê.

 

Her wilo wê salê bi xwe, piştî ko hêviya kurdan li Sûrî di Fransa de û bi Fransa re namîne, hin leşkerê Brîtanya ji hêla rohilat ve dikeve Sûrî. Brîtanya wî çaxî xurt e û di şer de bi seketî ye. Kurd bawer dikin ko wê Fransa Sûrî bide Brîtanya û êdî ew ê bibin hakimên Sûrî. Cîgerxwîn û kurdên din dicivin û ji hev dipirsên bê ma divê ji bo bidestxistina mafên kurdan çi bikin. Radibin li hev dikin ko şandekê bişînin ba generalê Brîtanya da pê re bipeyivin û doza mafên kurdan bikin. Şandekê hildibijêrin, Cîgerxwîn bi xwe jî yek ji wan e. Şande diçe, li rohilatê axa kurdan xwe digihînin general û pê re dipeyivin. General ji wan re dibêje ko ew bes leşker e, kar û biryarên siyasî ne di destê wî de ne û di şer de ye, ne vala ye, li ser rê ye û bi ecele ye, ew ê here Iraqê. Lê soz daye ko wê hatina wan û xwestina wan ji mezinên xwe re rapor bike û ew bi xwe jî wê hatina wan ji bîra neke. Û heger ko careke din rêya wî bi wir bikeve, ew ê wextê hevdudîtin û naskirinê bide wan û bixwaze alî wan bike.

 

Şerê dinyayê xelas dibe, serhildana Berzaniyan dişkê, Komara Mahabad têk diçe, Emerîka, Brîtanya û Fransa ko di herêmê de xurtên şer in, tiştekî ji kurdan re nakin, kurdan têkçûyî û bêpar dihêlin, axa û beg û şêxên kurdan di doza kurdan de hevdu nagirin, kurdperwerî nabe bingehê kar û barê wan, baweriyên ko bingehê hêviyên Cîgerxwîn in tên guhertin, ji bo hêviyên xwe baweriyên nû peyde dike, dibe komunîst û îcarê wilo û bi wan baweriyan tev digere. Wî çaxî tê digihije ko hewcedariya kurdan ji bo xelasbûnê bi rêyeke din heye. Ew rê, komunîzm e, Cîgerxwîn wilo radibe dibe komunîst.

 

Şairê netewî Cîgerxwîn

 

Gava Cîgerxwîn dibe komunîst, bala xwe baştir dide hal û rewşa kurdan û feqîriya wan. Komunîstî, mecala ko êşên gel bêtr bibîne, dide wî. Ji xwe ji gava hîna feqa bû de geriyabû û dîtibû. Êdî jê re dibe tema û evîn. Wî çaxî stûna helbestvaniya xwe ya sisêyan peyde dike. Ew, belengazî û feqîrtiya kurdan a çînî ko gundî û pale temsîla wê dikin e. Berê jî du stûn hebûn: evîn û kurdperwerî. Êdî wilo dibin sisê: evîn, kurdpewerî û bindestî. Piştî ne bi gelekî, bi kar û tevgera komunîstî re navneteweyîtiyê jî peyde dike.

 

Carinan di hin helbestên de, Seyda Cîgerxwîn ji ber sansura ko bi şiklê qedexebûna li ser kirina doza kurdan û li ser zimanê kurdî, navê kudperweriyê jî dibe evîn.

 

Cîgerxwîn di derheqa hemû tiştan de bi cesaret dinivîsî. Her wilo ew di wext de, yanî heger ko di derheqa tiştekî de binivîsiya, hîna gava bûyer germ û aktuel bû dinivîsî. Şiyar bû, dibihîst bê lêger û xwestina xelkê çi bû, karin ji çi hez bikin. Her wilo, wî gelek caran melodî û muzîk jî dida helbestên xwe û dida xelkê. Gelek helbestên xwe ji bo ko bibin klam dinivîsîn. Klambêjan ji helbestên wî hez kirin, bi hêsanî kirin klam û gotin. Vê yekê kir ko Seyda Cîgerxwîn zûtir bikeve nav xelkê, bê naskirin, nav dengê wî bê belavkirin û jê bê hezkirin. Gelek stranên Aram Tîgran, helbestên Seyda ne.

 

Bêguman ev yek, yanî li ser xwestina xelkê û ji bo hewcedariya xelkê nivîsandin, tahlûkeyeke edebî ji kalîta nivîsê re peyde dike. Ji ber ko wî çaxî mijar girîng e, xwestina xelkê grîng e, kalîta nivîsê dikare nizm bibe, bikeve. Seyda Cîgerxwîn ev yek di derheqa neteweperweriyê de ji bo berjewendiyên kurdan dikir û guh nedida enecameke wilo. Heger ji bo kurdan baş bûya, xem nedikir. Wî û kurdan bi vî awayî bi hêsanî ji hev fam dikirin.

 

Wê demê xwendin kêm bû, nivîsandin pir hindik bû. Cîgerxwîn bi jîrî xweş fam kiribû ko ev rê, rêyeke belavkirinê û ragihandinê ya baş e. Ma ya na wê Cîgerxwîn çawa bi gilî, bang, xwestin û gazinên xwe bigihişta ba gundiyên nav çiyan ên ko xwendin û nivîsandin nizanîbûn.

Hin ji helbestên wî bûn klamên kudan yên ko hemû kurdan bihîstin û jê hez kirin. Wek helbesta wî ya ko Aram Dikran dibêje:

 

Tenê hiştim ay dil îşev çima çû

Wî ez kuştim ay dil îşev çima çû

Rabe pey keve ay dil zû wî werîne

………

 

Xwendina Cîgerxwîn a melatiyê, di vî karê wî de gelekî bi kêrî wî hatiye. Ji ber ko bi xwendina xwe fêrî qesîdan û gotina wan bûye. Êdî gava ko helbest dinivîsîn, jê re hêsan bû divê çawa bin, çend deng û rêz bin ji bo ko bikaribe melodiyê bide wê û bike klam.

 

Seyda Cîgerxwîn bala xwe xweş dabû berhemên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran. Fam kiribû bê wan çawa nivîsandibûn, kîjan karîbûn bibûna klam û qesîde. Her wilo Seyda bala xwe baş dabû klamên gelêrî, fam kiribû bê ji bo ko bibin klam divê çawa bin.

 

Bi min, yek ji biserketinên Seyda Cîgerxwîn jî, ji xwe di hêza wî ya di vir de ye. Ew lawê xelkê bû, bi ziman û mantiqê xelkê, ji xelkê re dinivîsî, dikir klam û dida wan.

 

Di nav kurdên herêmê de, hema bibêjin ên ko nizanin hinekî ji vê helbesta wî ya ko wek klam dihat gotin, bistirên, tune ne:

 

Welatê kurda tev xêr û bêr e,

Hemî maden e tev zîv û zêr e,

Lê çi bikim îro maye j´xelkê re.

 

Welatê kurdan hemî çîmen e,

Egîd û şêr û piling tê hene,

Hemî heval û pismamên me ne.

………….

 

Gava wî helbesta li ser Xumeynî nivîsî, wî ev xwestin û hewcedariya xelkê his dikir, xwe wezîfedar didît. Xumeynî bi neheqî xwîna kurdan dirijand. Ji ber wilo wî nivîsî û got:

Xum Xumeynî Xumeynî

tu xwîna kurdan dirijînî

………

 

Gava ko Cîgerxwîn bi xwe bawer dikir ko divê di derheqa tişekî, ya jî bûyerekê de binivîse, nediket tirsa bê wê xelk jê re çi bibêjin û dinivîsî, ji ber tirsê dev ji nivîsandina baweriyên xwe bernedida, wî dinivîsî û dikir nav xelkê. Xelkê zû ji helbestê hez dikir, lê heger xelkê ji ber hin baweriyên olî ji naveroka wan hez nekira jî, ji ber xweşbûna ristan û lihevanîna gotinên xweş û melodiya wan, zû qebûl dikirin û ji wan hez dikirin. Her wilo, Seyda bi zimanê xelkê yê sade dinivîsî û dida wan, ji ber wilo jî ji xelkê re rehet bû ko fam bikin û qebûl bikin. Xelkê derd, êş, qeder, dîrok, çîrok, hêvî û belengaziya xwe di helbestên wî de didît.

 

Cîgerxwîn, dengê bindestan bû, lê pêwendiyên wî bi hemû tebaqeyên civata kurdan re hebûn, dan û stendinên wî bi serdestên kurdan re jî xweş bûn. Vê yekê jî alîkarî pê re dikir ko Seyda bibe dengê hemû kurdan.

 

Cîgerxwîn wilo dibe Şairê kurdan ê netewî. Ji ber ko ew xwestinên xelkê peyde dike, dinivîse û ji wan re dibêje. Bi wî awayî bersiva xwestin û hewcedariyên xelkê, yên netewa kurd dide. Piraniya hemû çîn û hêlên netewî, wî mezin qebûl dikin û jê hez dikin.

 

Di edebiyata hin welatên roava de, ji şairên wilo û klambêjên mezin re dibêjin skald-scald. Di hin zimanan de gotina poet ji bo şairan wî karî jî dike. Di tirkî jî de wilo ye, ên herî mezin, ozan in. Di kurdî de miqabila Skald, ozan e. Bi min Cîgerxwîn ozan e. Lê mixabin ko îro di nav kurdên bakur de, klambêj wî navî, ji bo ko navekî bilindtir li karê xwe û rola xwe bikin, li xwe dikin.

 

Bêguman klambêj jî karin bibin ozan, lê hemû klambêj nikaribin bibin ozan. Hemû helbestvan jî nikarin bibin ozan. Ozan, nav û payedariya edebî a herî bilind e, her yek nikare li xwe bike. Ev yek, wek ko çi yekê bizanibe ko aspirin ji bo êşa seriyan baş e, navê xwe bike profesor doktor e.

 

Seyda di derheqa hemû tiştan de dinivîsî: evîn, dîrok, ziman, civak û belengazî, aştî, şer, olî, fîlozofî û bûyerên navnetewî. Gava Seyda dida xuyakirin ko ji van hêlan tevan haydar e, zanê ye û jê fam dike, xelkê bêtir rûmet dida wî û karê wî.

 

Cîgerxwîn bi alîkariya Mîr Celadet û Kamîran Bedirxanan li ewrûpa hat naskirin û belavkirin. Berhemên wî wilo gihan Fransa, Almanya û Brîtanya. Rûs jî berhemên wî li wir dibînin û bi xwe re dibin sovyetistanê. Kurdên wir, wî wilo nas dikin. Komunîstbûna wî dike ko kurdên li welatên sovyetan bikaribin wî derxin pêş, hin berhemên wî biweşînin û belav bikin.

 

Cîgerxwîn hemdemê xwe bû. Pirs û pisrgrêkên dema xwe didîtin û serê xwe pê diêşand. Wan deman helbestvan, hozan û dengbêjên xelkê yên jîr wilo bûn. Divabû bi gotin û karê xwe bibûna çav, deng û mamostên xelkê, bibûna pêşevanên xelkê û xelasiya wan. Li sovyetistanê Mayakovsky, li Emerika jî J. London camêrên wilo bûn. Dengbêjên Emerîkî, Poul Robson, Woody Guthrie wilo bûn. Cîgerxwîn jî yekî wek wan bû; çav, guh û zimanê xelkê bû. Digeriya û jîn, derd, êş û hewcedariya xelkê didît, hukum di derheqa bûyeran û jîna xelkê de dida, ji wan re li rêyên xelasiyê digeriya, wek pêşevan diket nav wan, ew fêr dikirin, rê dida ber wan û alî wan dikir da bikaribin xwe xelas û azad bikin.

 

Ev bûye sed salên we

Kûçik dixun malên we

Keşe û şêx û mela

Li we dikin teşqela

Axa û mîr û paşa

Weke hirç û gornepaşa

Ew tev beg û efendî

Lê win ji wan re gundî.

………..

 

Gava bûye komunîst, ew ne wek hevalên xwe ye, ew kurd e, kurdistanê dixwaze û dixwaze kurdan ji bo wê yekê rake:

 

Qatê jêr tirk û kurd

Tev birçîne, tev zigurd

Xebat bikin roj şev

Bixin destê xwe ew dar

Herdû bibin xwedî par

Yanî bibin du dewlet

Dostê hev bin du milet

………..

 

Dijmin ku em dernexin bi zor

Avên çeman em bibne jor

Zaz û hekar û bext û lor

……….

 

Seyda Cîgerxwîn, wilo bû; ew mamoste, pêşevan û rêber bû. Di edebiyata hin welatên roava de ji bo kesên wilo profet tê gotin. Gotina profet, tê maneya pêxember (peyamber). Ew, ên ko dikin demê û jiyana demê ya nexweş û ne bi edalet biguherin û baştir bikin. Profet, neheqiyan û jiyana xelkê ya bi êş dibînin, çareyan peyde dikin, ji bo wan dibin mamoste û rêbêr û pêşevan û wan dibin rojên xweş yên ko ji wan ve xuya ne. Niha ji bo Bob Dylan tê gotin ko profet e.

 

Tiştê ez dixwazim li vir bêjim, ne ew e ko ez dixwazim Cîgerxwîn di mana kurdî a olî de wek pêxember bi nav bikim, lê ez dixwazim girîngiya rola wî eşkere bikim.

 

Bêguman Seyda Cîgerxwîn him bi kar û kirinên xwe yên siyasî û civatî û him jî bi helbestvaniya xwe, ji rexneyan xelas nabe û her wilo bêguman ne azad e jî. Heger mirov bixwaze, mirov kare şaşiyên rêzimanî û huneriya helbestvanî di helbestên wî û kitêbên wî yên din de peyde bike. Lê bi min a ko di helbestvaniya Cîgerxwîn de girîng e û serdest e, ew hêla wî ya xurt a pêşevaniyê û mamostetiyê ye. Ew yek bi merdî, bi cesaret û bi jîrî dikir û xwe wilo gihand payedariya ŞAÎRÊ kurdan.

 

Dem û civat wilo bû, ji ber wilo, gelekî girîng bû bê mirov hevalê kîjan çînê û kîjan alî bû. Pîvan ev bû: which side are you on?

 

Ev yek ji Cigerxwîn re eşkere bû, bersiva wî kin û eşkere bû, ew hevalê karker, gundî û bindestan bû. Her çiqasî ew wilo bû jî, ji ber ko kurd wek netewe bindest bûn, wî rûmet dida serdestên welatperwer û ew jî ji berê bindestan hesab dikirin.

 

Gava ez dibêjim wî çaxî wilo bû, wî çaxî divabû mirov hevalê hinan bûya, bila gotina min neyê mana ko ez dixwazim bibêjim îro ne hewcî divê rewşenbîr xwediyên helwesteke wilo gelêrî bin. Îro jî divê rewşenbîr rola xwe ya pêhisandinê û fêrkirinê ji bîran nekin. Vê yekê ne di mana hevaltî, ya jî dijîtiya vê partiyê ya jî a din de fam bikin. A ko grîng e û ji gotinê re mane ye, berjewendiyên neteweyî, dîrokî ye û her wilo maf û rewşa gel a demê bi xwe ye.

 

Berhemên Cîgerxwîn

 

Heta niha heşt Dîwanên Cîgerxwîn derketine û yek jî wê derkeve:

1-Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam

2-Dîwana duyem: Sewra Azadî, 1954 Şam

3-Dîwana sêyem: Kîm e Ez, 1973 Bêrûd

4-Dîwana çarem: Ronak, 1980 Stockholm

5-Dîwana pêncem: Zend-Avista, 1981 Stockholm

6-Dîwana şeşem: Şefeq, 1982 Stockholm

7-Dîwana heftem: Hêvî, 1983 Stockholm

8-Dîwana heştem: Aştî, 1985 Stockholm

 

Seyda Cîgerxwîn her wilo kitêbên ko ne helbest in jî nivîsandine. Li ser ziman, dîrok û ferheng.

 

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)