SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li himberî mehmetçîkan tûtik û li himberî pasdaran jî zirne!

rudawPromo_05Ji destê serekên rêxistinên kurdan û bi taybetî jî desthilatdarên başûrê welêt, çendeyek bû qed ji dilê min nedihat min tiştek binivîsanda. Niha jî nayê. Lê min nema karîbû bi xwe.

Erê, gelo we qed bal  û xeyala xwe dayê weşangeriya Tlevizyona Rûdawê a li ser  bombebarana tirkan û farisan? We nedabêyê, niha bidênê.  Çendeyeke ku pasdarên Îranê ha ha herêma Hecî Emranê,  Sîdekan û hwd. topbaran dikin, û Rûdaw jî bêwestan li dijî  wê zilma minafiq-misilmanên pasdar weşaneke kurdane dike. Birawo. Lê dîsa ew Rûdawe, li himberî mehmetçîkên ku bi salane hema hema her roj bi balafir û topan heta ber Dihûkê bombebaran dikin, bê deng dimîne. Îcar sosreta herî mezin ku gava Barzanî diçe Tirkiyê û tirk jî tam di hingama hatina wî de, bi 30, 40 û 50 balefiran çiyayên başûrê welêt bombe dikin, û Rûdaw dîsa jî deng nake! Çima gelo?

Qey ji ber ku ew jî “hevalbendê mehmetçîkan ên stratejîk in!” dengê xwe nake!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)