SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

”Heger ne bi qeweta rûsan be em ê nikaribin bi YPGê!”

eeeeeeeee”Heger ne bi qeweta rûsan be em ê nikaribin bi YPGê!” bi qasî ku gotineke rast  e, ewqasî jî balkêş e! Lê bi min îcar a herî balkêş ku rayedarên dewleta tirkan ji xap û xîpên siyasetê pir bi wirdetir heşkere heşkere wilo vekirî helwesta xwe a li himberî temamê kurd û kurdistaniyan dibêjin. Û me hîn jî ne wek siyasetger û ronakbîr û ne jî bi rêxistinî xwe ji tirkan venegirtiye. Qey bi rastî em fêhm nakin bê tirk çi dibêjin? Ez bahwer nakim. Em hemû fêhm dikin, lê bêvila me nema dişewite.

Tirk dibêjin ku yek, em ê li her kolaneke bajar û gundên kurdan mizgeft û kerxaneyekê vekin, da kurd bibin mirîd û sofî, qûnek û qûnde. Dudu, mela û qewadên wan jî divê bi tirkî bi wan re bipeyivin, da bi tirkî li Xwedê û Mihemed bifikirin, qûnekiya xwe jî bi tirkî bikin ku zimanê xwe ji bîr bikin!

Tirk dibêjin ku em ê PKKê wek gur, û rêxistinên wan ên din jî wek kerê bidin ber xwe; bi tivingê biçin ser gur û bi dêr jî biçin ser kerê. Îcar piştî ku me gur ji ber xwe kir, em ê li kerê vegerin û hilê wê li milê wê bikin. Yanî çavên xwe ji van rêxistinên me ên bakurê welêt ên ku hindurê mal, qonax û dezgehên xwe bi ala kurdî xemilandine û bi navê kurdî partî martî ava kirine girtine.

Tirk dibêjin ku me PKK kir sersebeb û me li bajarên ku kurd û kurdayetî li wan deran xurt bû şerekî barbarane derxist; da kurd ji cih û warên xwe bibin û nema karibin bi ser xwe ve bên.

Tirk dibêjin ku heta bi rayedarên zir dewleteke wek Emerîkayê fêhm kirine ku heger ne bi qeweta rûsan be ew ê nikaribin bi rêxistinên islamî re serî derxin û di Rohilata Navîn de guhertinan bikin. Îcar em ê çima xwe bi jin û mêr pêşkêşî rûsan nekin ku em çira kurdan vemirînin, hi!

Tirk dibêjin ji bo ku em kurdan ji qada dîrokê rakin çi pîsiya ku li dinyayê hebe em ê xwe tê bitin, û heta dê û keç û jinên xwe jî di xistina desthilatdariya PDKê û PYDê de pêşkêşî rûsan û her kî wek rûsan xurt be bikin. Û kurdan j hn tirk fêhm nekirine!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)