SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

”Derbeya eskerî” tiyatroya dewama xindeqên apoyîyan bû!

tiyaLi gora zanista Freud çawa ku insan ne wek ku xuya dikin wilo ne,  hin bûyer jî hene carinan heta ku bi dawî nebin mirov çendî jîr û zana be jî nikare ”sedem” û ”çima”yên wan rasterast raxe ber çavan. Wek nimûne:

Di sala 1991ê de dadgeha eskerî a li Diyarbekirê, ez jî di nav de, em 30-40 girtiyên ji doza PKKê ku me hemiyan cezeyê idam û miebedê girtibû û heft-heş salekî li bendî ha îro, ha îşev me idam bikin sekinîbûn,  ji nişkê ve em derxistin dadgehê û em hemû bi dû hev de berdan.  Ji bilî me, ên ku 15.20 sal ceze xwaribûn jî hema hema hemû hatin berdan. Me wê çaxê baş ji hev dernexistibû bê çima dewletê em hemû wilo ji nişkê ve berdabûn; piştî deh salekî me hîn nuh baş baş ”sedem” û ”çima”yên wê berdana xwe a girseyî fêhm kir. Ji wan girtiyên ku hemû jî di nava liberxwedanê de qijqijî bûn û her yek li himberî  sed mehmetçîkî bû, qismek reviya welatên Ewrupayê, qismek çû nav PKKê û qismek jî li welêt ma. Û di dawiyê de jî hemû ji doza kurdî fik bûn. Ên ku bi destê PKKê, ên ku bi destê dewletê hatin kujtin û çendên mîna min ku li Ewrupayê bi cih bûn ji tevgera kurdî bi dûr ketin. Bi wê berdana me zemên şanî me da ku dewletê aqilî kiribû. Em di girtîgehê de bikujtana li zerar dewletê bû.

Erê, hin bûyer hene carinan mirov heta ku rûdanên wan ên bi dawîhatê nebîne baş baş ji hev dernaxîne  bê çima û ji bo çi ewqasî beloq rû dabûn.

Ku em bên ser asasê mijarê:

Zemên bi heweyekî pir zelal şanî me da ku bê çima rayedarên dewleta tirkan bi şer û pevçûna bi navê ”xindeqan” gerîlayên Ocalan kişandin hindurê bajaran. Di wî şerî de bajar li erdê sekinîn û bi sed hezaran kurd ji cih û warên xwe bûn. Bi kurtî,  di dawiyê de kê qezenc kir? şer û pevçûna bi wî rengî bi kêrî kê hat? Bê devjeng, di dawiyê de desthilatdaran qeznc kir û şer bi kêrî dewletê hatiye.

Îcar derbeya eskerî  jî eha ji niha ve pir zelal xuya bûye ku bi hemû haweyî bi kêrî partiya desthilatdar hatiye.  Vê derbeyê serokkomar Erdogan bi qasî Firewnekî xurt kiriye! Lê çima wilo xweztin ku AKP û bi taybetî jî Erdogan ewqasî xurt bibin? Eha serê xwe li ser vê biêşînin!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)