SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Hêdî bi hêdî poxê ”derbeya eskerî” a li Tirkiyê derdikeve holê!

erMe di nivîsa xwe a du roj berê de bi kurtî gotibû ku ev derbe dewama xindeqên apoyiyan e, derbeyeke sixte ye. Derbe ji ber ku bi haweyekî pir vekirî xuya kiriye ku li fêdeya partiya li ser desthilatê, serek û serokê wê ye.  Çima me wilo gotibû? Ji ber ku li pişt derbeyê ne Emerîka, ne Ewrupa, ne tu dewlet û a herî girîng jî xelk ne pê re bû.  Îcar wê çawa bi ser biketaya. Li Misrê jî heger Emerîka, Ewrupa û nîvê xelkê ne bi dû eskeran de baya  esker bi ser nediketin. Divê ez vê jî bibêjim ku birêvebirên derbeyê her çiqasî wek eskerên cemaeta Fethullah Gulen bi nav  bibe jî, derket holê ku ne wilo bû; esker  tevlihev in.

Zemên bi vê derbeya eskerî a li Tirkiyê şanî me da ku, asas hêza ku li ser serê tirkan û kurdan sekinîbû apoyî zorgayî xindeqan kirine, ji aliyekî ve da AKP, rayedarên dewleta tirkan  û serokkomarê wê  di Kurdistanê de ji PKK xurttir bibin, û ji aliyê din jî kurd êdî PKKa xwe nas bikin, xwe bidin ser hev û li rêyên çareseriya xwe bigerin.

Îcar ew hêza nediyar ku jê dipeyivim, wek çawa ku li Kurdistanê desthilatdarên dewletê xurttir kir û PKK û xelkê kurd jî ji qiram de xistin, vê carê jî bi derbeyeke sixte êrîşî temamê tirkan kir. Bi vê derbeyê tiştekî wilo kirin ku ji şeytaniya wan cênîkên mirov dileqin!  Hiştin ku temamê partiyên li parlamento û ên li derveyî parlamentoyê û xelkên bi dûv wan de bi qasî rayedarên AKPê eskeran pîs bikin û li dijî wan bisekinin.  Rayedarên AKPê jî di nava wê hingamê de berê xwe da temamê dezgehên dewletê û bi taybetî jî dezgehên eskerî û hiqûqî û ha ha mirov girtin û hema pê re jî zilamên xwe di wan deran de bi cih kirin.

Girtina şeş hezar kesên xwedî gotin hemû ne Fethulahî ne, her kes vê dizane. Lê êdî bû dereng. AKPê pişta mixalefetê di warê destûrî û îdarî de şikenand.  Îro li Tirkiyê êdî dewlet bi carekê ve ketiye destê AKPê.  Ha, dû re wê çi bibe? AKP wê karibe li ser vê xezîneyê rûne? Di rojên bê de wê li Tirkiyê şer û pevçûn gur bibe, ewqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)