SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li Serxetê ”asayişa Abdullah”  û li Binxetê jî ”asayişa Ebdellah!”

qaBi tirkî ”Abdullah”,  bi erebî ”Ebdellah”  û bi kurdî  jî ”Evdile!”  Abdullah û Ebdellah nebûn  Evdo û Evdile. Û tu carî jî wê nebin.

Li Colemerg, Gever, Şirnex, Cizîr û Nisêbîna ku  ”asayişa” Konseya Abdullah diparazt kevir li ser kevir nema, bi hezaran kurd hatin kujtin, bi sed hezaran kurd koçber bûn û ên mayî jî bûn baweşînka destê rayedarên dewleta tirkan!

Erê, îcar ji ber ku ez ji van Abdullah û Ebdelahan ewqasî tije me, ez ê kurt bibêjim:

Ronakbîr û siyasetgerên kurdan û bi taybetî jî desthilatdarên başûrê Kurdistanê û hin serekên ENKSa li Tirkiyê rûniştî çi dikin bila bikin, bi haweyekî divê bibin alîkarê ”asayişa Ebdellah” û rê li ber teqînên li Binxetê bigrin.  Li Binxetê serhejmara kurdan ne bi qasî du milyonan e; Binxet ji çend bajarokan pêk tê û hema hema bi qasî kurdan ereb li wan bajarokan rûdinin.  Taqeta binxetiyan teqînên wek li bajarê Qamişlê hilnayîne.  Heger hat û rê li ber teqînan nehat girtin wê kurd birevin û her der bi reban bimîne. Wî çaxî jî ne Emerîka, Ewrupa û Rûsya wê karibin tiştekî ji kurdan re bikin. Pêşî kurd divê hebin, ewqas.

Nûçe

Şirove

One Response to “Li Serxetê ”asayişa Abdullah”  û li Binxetê jî ”asayişa Ebdellah!””

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)