SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Eha niha îcar her tişt kare bermeqlûb bizîvire!!

mesMelayên ku li Tehranê digel hevalbendên xwe ên tirk re nikarîbûn bi rêzdar Barzanî  re rûniştana, vê carê jî bi rêya tirkan li Enqerê hemû digel hev bi Barzanî re rûdinin.  Ev xebereke nexweş bû. Nexweş bû dibêjim ji ber ku, her çi barzanî ne gava dibe dabaşa tirkan û tirk tên qanê, li ser dan û stendinên xwe ên bi tirkan re karin emerîkiyan û heta belkî temamê dinyayê jî bêminet bikin û lingên xwe li her tiştî bixin.  Me ji destê wan pir dîtiye. Nûmûne pir in.

Li gora min heger li başûrê welêt heta niha dewleteke kurdî çênebûbe, ev hemû ji ber têkiliyên barzanî û tirkan çênebûye. Di van deh salên derbasbûyî de tirkan ji bo ku emerîkiyan li Iraqê têk bibin di rêya barzaniyan re xwe gihandin heta bi temamê bajarên Iraqê û li himberî emerîkiyan bi karên herî lewitî rabûn. Tirk li Iraqê ewqasî bi pêş de çûn ku, emerîki mecbûr man ku çewalan têxin serê eskerên wan û wan rêyî Tirkiyê bikin! Lê mixabin piştî wan bûyeran bazirganî û hevalbendiya barzaniyan û tirkan bi him û gim dîsa dewam kir. Nîvê dinyayê di nava kirîzên aborî de dişewitîn û Tirkiye jî di nav xweşiyê de digevizî. Li aliyekî tirk û kurdan û li aliyê din jî şîî û farisan tam li emerîkiyan teng kiribûn. Emerîkiyên ku pîçên zemanan bûn jî DAÎŞ afirandin, berdan ser dilê wan û ew hemû careke din bi xwe ve girêdan. Bi zarekî din, DAÎŞ ji şehweta tirk û kurd û faris û şîîyan afiriye.

Erê,  destê min di nava min de ye.  Tirk û faris dibe ku karibin rêzdar Barzanî bi hevalbendiya xwe a digel rûsan qanih bikin ku rûs heta bi dawiyê ji pişt wan venakişin û wî di daxwaza wî a dewletî de biterpilînin.  Lê sedî sed ne wilo ye. Rûs, gava hat a dawiyê wê li himberî emerîkiyan nesekinin,  serê xwe li ser Îran û Tirkiyê neşikînin û bi emerîkiyan re tevbigerin. Rûr, dewleteke tirk û faris e xurt naxwazin, û tu carî jî nexweztine. Problema rûsa ku karibin çiqasî tirk, faris û kurdan tazî bikin. Hêvîdarim Barzanî heta ku dewleteke kurdî danemezrîne neçe Enqerê, Tehranê û bi rayedarên misilmanên temamê welatên dinyayê re rûnenê, ewqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)