SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ka qaşo PYD şûrkêş û cehşê Haviz Eshed bû?

pyd-azez-i-kusatti-1996695Ji wê roja ku li gora rîwayeta misilmanên barbar ez bûme zilam û heta roja niha, ez û hema hema temamê ronakbîr û siyasetgerên kurdan wek hev nefikirîne.

Wek nimûne, min tu carî negotibû ku Abdullah Ocalan wek zilamê Haviz Eshed li Sûriyê bi cih bûbû. Min her tim digot ew wek zilamê rayedarên dewleta tirkan li wir bi cih bûye. Haviz çi tajî bû ku wê bkarîba bêyî destûra tirkan bi hezaran rê dabaya gerîlayên Ocalan  û ji Sûriyê bi ser Tirkiyê de şandibana, ha!

Dîsa wek vê nimûneya min a li jor, min her tim got rola ku PYD pê rabûye baş e. Dan û stendina wê a bi Haviz re wek cehşitiyê bi nav nekin. PYDî zilm û zor û çavsotiyê li hin kurdan dikin, rast e. Lê divê ew neyê wateya ku em rahijin tivinga xwe û biajon ser PYDiyan. Hinekî bêhna xwe fireh bikin. Tişt ji tiştan mezintir hene. Berfireh li meseleyan binerin û hwd. Lê mixabin, wey li wî siyasetger û ronakbîrê ku dijminê apoyiyan bûn, bi gotinên tirovirî bikişiyana ser PYDê û YPGê!

Bêhna min ji we hemiyan tenge, bi kurtî ez ê çend gotinên xwe ên dawiyê bibêjim:

PYD û YPG dil û canê miletê kurd in. Ew PYD bû ku bi kantona dest pê kir, karton kirin federasyon û bi zeftkirina Minbicê re sînorê Kurdistan li Behra Sipî sekinand;  PYD bû sersebebê ku tirk bibin çenteciyên emperyalîstan û Tirkiyê bi carekê ve bibe kerxaneya dinyayê.  PYDê itîbara tirkan di nav dinyayê de anî pênc peran!.  Erê, PYD û YPG kurd û Kurdistanî ne û şer li ser wan giran bûye. Her kes ji hindama xwe de divê alîkarê tekoşerên wan ên bê hempa bin. Helbet wê ev qolinc jî derbas bibe. Emerîkî wê tu carî dev ji kurdan bernedin. Emerîkî, ewrupî û rûs wê bêyî kurdan tu arî nikaribin bi Islama faşîst û stratejiya xwe a Rohilata Navîn bi cih bînin, ewqas.

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)