SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

”Ga dikeve kêr pir dibin!”

redurJi ber ku sernivîsa gotara min, hin tiştên ku berî hin tiştan dihatin rave dike, hema wilo yekser ez ê jî ji dawiya gotarê ve çend lênerînên xwe ên bi qîjewîj û ax û keser rêz bikim:

Çawa? Wilo: Li gora têgihiştina min hin ronakbîr û siyasetgerên me ji ilmê xwe bêhtir di bin tesîra hestên xwe ên ku ji kîn û buxza apoyiyên xwekuj û kurdkuj keşmûlî bûne tevdigerin. Naxwazin bibînin yan jî nabînin ku PYD rêxistineke ji bal emerîkiyan û PKK jî rêxistineke ku di bin sereketiya Ocalan de ji bal tirkan ve hatiye damezrandin. Helbet bêdevjeng PYD ji hinavên PKKê derketiye; lê bavê wê ne tirk emerîkî bi xwe ne. Ji xwe ji ber wê yekê ye ku ji roja roj de PYD û tirk mîna Konseya PKKê û tirkan li hev nebanîne. PYD dişibe PKKê ji ber ku PKK dêya wê û Ocalan jî birayê wê ye. Eha ji ber vî heqê dê û biratiya PYDa ku hîn zarokeke sê-çar salî ye PYD nikare berfireh bifikire; Binxetê bi wêneyên Ocalan bixemilîne, politîk rabe, hin kurdên wek ENKSê ku hin ji serekên wê çendî li hespa neyaran siwar bûbin jî, destê xwe dirêjî wan bike, di vê hingama man û nemanê de kurdên xuyayî negire, bi darê zorê xelkê desteser neke û dijminên xwe kêm bike. Bi rastî jî heger serekên PYD ne zarokên zarok bana nedigotin ”em bidestxistina Minbicê diyarî Fîdel Kastro dikin!”

Îcar li gora ronakbîr û siyasetgerên dijminên riknê hemû tiştên ku bêhna PKKê ji wan dihat, PYDê ji ber ku endamên opozîsyona kurdên Binxetê digre, dijminahiya Barzanî dike, li himberî ala kurdî sekiniye û ji xwe pê ve kesî nas nake emerîkiyan ew bi tenê hiştine. Na, problem ne yek ji van e jî.  PYD ji wê roja ku çêbûbû û heta roja îro, ew karên xwe ên bêqûn dikirin û digel wêqas berîberdaniyê emerîkî û ewrupiyan dîsa jî ew wek hevalbendê xwe ê herî delal bi nav kirin û di qada dinyayê de cihekî bilind danê. Qed ne di xema ewrupî û emerîkiyan de ye ku PYDê Mîşel Temo û gelek kurdperwerên wek wî hêja kujtine; ala kurdî qedexe kiriye, nehiştiye pêşmergeyên ENKSê derbasî Binxetê bibin û hwd. Çawa ku tu têkiliya rêzdar Barzanî di biryara destwerdana Cerablûsê de tunebû, wilo jî tu têkiliya vê destwerdanê û apogeriya ku PYDê li welêt û derveyî welêt dimeşand bi hev re tuneye. Tirkan bi piştgiriya rûs û farisan emerîkî bêgav kirin ku deriyê Cerablûsê ji wan re veke.

Îcar mesele diçe ku?

Emerîkiyên ku ji bo selameta Israîlê, rêlibergirtina islama faşîst û guherandina jeopolitîka Rohilata Navîn DAÎŞ bi hêz derxist holê û tevgera wê li Tirkiyê bi dest Erdogan û li Irakqê jî bi dest Malikî ve berda, wê PYDê li ser piştê bi tenê nehêlin û roavayê welêt bi dest tirkan ve bernedin. Emerîkî û ewrupî ne hevalê ku Sûrî wek dewleteke ”unîter” bijî. Emerîkî û ewrupî bêyî kurdan bikin tiştek wê nikaribin li Sûriyê bibin xwedî gotin û li gor xwe fesalekê bidin Sûriyê.

Bi kurtî, îcar heger hat û destwerdana tirkan dom kir û agirê vî şerê ku tirk di şexsê PYDê de dixwazin kurdan bi carekê ve bêdeng bikin gur bibe, wê pêşiya her kesî emerîkî vê yekê qebûl nekin. Û wî çaxî jî dibe ku ”paralelek” wek a ku li Iraqê ji Seddêm re danîbûn, wilo jî ji dewleta tirkan û Sûriyê re deynin. Erê, kurd winda nakin, kurd winda nabin, kurd li roavayê welêt jî wê bi ser bikevin ewqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)