SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li himberî PYDê şêr û li himberî trikan jî rovî be ha!

pdkkssENKS

 

 

 

 

 

 

 

Digel ku temamê dewlet, qûnek û pêxwasên dinyayê, destwerdana tirkan a li ser Cerablûsê û herêmên derdorên wê wek dagirkirina roavayê Kurdistanê û şerê li himberî kurdan li qelemê dan û heta bi dijminên me ên wek rayedarên Îranê bi rengekî fermî dewleta tirkan tawanbar kirin, îcar gelo ne balkêş e ku ENKS, PDKS û ên wek wan hema carekê be jî li himberî dewleta tirkên zalim xwepêşandaneke bi henekan jî maba li darxistibana.

Ma Binxet mêrga bavê PYDê yan a me û wan û miletê kurd bû? ENKS û PDKSa ku her ji çend rojekî li himberî PYDê bi qîjewîj derdiketin kolanan, çima li himberî vê dagirkeriya tirkan xwe nelivandin? Gelo ev bêdengiya wan a  geragupkî tiştekî nayîne bîra mirov? Xuya ye ava ku vedixwin  bi rastî  jî wek ku dihat gotin ne zelal e?

Bi kurtî ez ê bibêjim ku we xwe di çavên xelkê kurd û kurdperweran de pir piçûk xist û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)