SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Tirk û ereb û faris bi wan û ew jî bi kurdan daketine!

pppPYDa ku tirkan, ereb û farisan bi carekê ve a xwe lê kirine yek û wê jî temamê kar û bar û hişê xwe berdaye ser hin kurdên hevalbendên barzaniyan, wan digre, êşkence dike û çavên wan di zindanên xwe ên reş û tarî de diterifîne, bi van çavsoriyan wê dostên xwe jî bike dijminê xwe.

PYDa ku li pêş çavên dinyayê ala miletê kurd dide nav lingan û nahêle ku welatî ala kurdî bi ser termên kujtiyên xwe dakin, bi van pêstûriyan wê cih li xwe tengtir bike.

PYD di van rojên herî tarî de ji dêvla ku bi ên ne wek xwe re, bi kêmanî, bi siyaseta çawîş, başçawîş û ombaşiyên tirkên ku bi beg û axayên kurdan re dikirin rabûya, bi vî haweyê qereqûşkî wê bi mala xwe re mala binxetiyan hemiyan wêran bike.

Erê, mezinahiya herî mezin ew e ku mirov karibe bi ên newek xwe re bimeşe, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)