SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

“Sebra me nemaye!!”

cemil_bayikin_marjinal_aciklamasinin_devami_yayinlandi_h37215Serekê Konseya birêz Ocalanê kurdxayinê herî mezin birêz Cemîl Bayikê herî kurdkuj, li ser ku çima têkiliya wan û birêvebirên HDPa wa a sosyalcehş a bi Ocalan re hatiye birîn bi qîjewîj dibêje ku êdî “sebra me nema! Bi haweyekî divê em serokê xwe û Kurdistanê û Rohilata Navîn û  sosyalîzma temamê dinyayê can bi qurban, hemû bi qurban Ocalan bibînin!…”

De ka pêşî li vê çîroka min guhdarî bikin û dû re jî ez bahwer dikim ku hûn ê  tiştekî  ji aqilê vî Bayikî û hevalbendên wî fêhm bikin:

Dibêjin ku di salên zemanan de patîşahek hebû. Patîşah rojekê ji rojan bi çil gergerek û zir dêwekî xwe ve derdikevin nêçîrê.  Mafir, piştî nêçîra bi çend rojekî îcar çima keleş li wan dernakevin, hemiyan hêsîr nagirin û dest û lingên wan girênadin.

Keleş bi destê pêşî re rojekê yek ser ha ha tifî wan dikin û bi ser wan de dirîn û dimîzin; a din a rojê bêwestan li wan dixin; a din a rojê wan şilfî tazî dikin; û a din a rojê vê carê jî keleş xwe tazî dikin û dikişin ser wan!  Îcar piştî ku keleş qûnê li hemiyan dikin kulîlk,  zir dêwê patişah ji nişkê ve radibe ser xwe,  ben û kindir- mindirên  keleşan hemiyan diqetîne û kelaxê wan ji hev  diçilvirîne.

Patîşah bi haweyekî ecêbmayî jê re dibêje:

“hey lawê nizam çi, ma dem tu ev zir beraz bû, îcar çima te ji serî de wilo nekir?”

Dêw dibêje:

“Patîşahê min ez hêrz nebûbûm, ji ber wilo min deng ne dikir!”

Patîşah bi ax û wax:

“Kuro ev tu çi dibêjî! Yanî ji bo ku tu hêrz bibî, divê patîşahek bi çil gergerekên xwe ve bi te re bin; keleş li wan der bibin, bi rojan asaqên nemayî di wan de bikin û di dawiyê de jî qûnê li hemiyan bikin çarox , hîn nuh wê bêhna teng bibî ha! Ê ne bila Xwedê ji min û te re kerîm be ku ez bi saxî bigihêm ser textê xwe û hew!”

De ka em binerinbê Bayikê çar serî  piştî vê bêhntengî û sebirnemaya wê çi bi serê tirkan de bîne! Ez ditirsim ku wê ecêbên kesnedîtî dîsa bi serê kurdên reben de bîne!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)