SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Gava ku Kurdistan jin, yan jî dayika me û Konseya PKKê be!!

xincerJi bo ku mirov û vî nivşê PKKa îro ku bi fesala Ocalan û Konseya wî hatiyefesilandin û qereqûşkî insên, heywên û kayinatê didin ber xwe, di van rojên teng de baş ji hev  fêhm bike, ji hinda ma xwe ve careke din ez ê asas mijara ku diva bû min bi çend hevokan binivîsanda, bi haweyê pirs û bersivên ku zarok jî fêhm bikin binivîsînim.

Li gora fesefeya ”batil” û ”îlahî” Kurdistan jî mîna temamê welatên dinyayê ”mê” ye.

Mê çî ye? Dîsa li gora lênerînên batil û îlahî ”mê” jin e.

Jin kî ye? Jin wek ku xwuşka te jina min û xwuşka min jî jina te be, mirov xwuşkên hev bigevizîne û ji wê gevzekê zarok ji me re çêbibin?

Îcar jina min û te dibin çî zarokên min û te? Dibin dayikên wan. Eha piştî vê şerhê, êdî mirov kare bibêje ku mêrê dêya me bav, û mêrê jina me jî em ev ên îro heyî bi xwe ne.

Kelgermkî dipirsim: Ma dibe ku bi bavê me re hin jî bibin yarê dêya me? Ez bi xwe qebûl nakim. Ez ê qiyametan li ser jina bavê xwe rakim!

Bêhnçikyayî dipirsim: Ma dibe ku hin bi mirov re bibin şirîkê jina mirov? Yanî jin bibe bi yarik. Ez bi xwe qebûl nakim. Ez ê sed û hevtê bavî li wan kesên ku destdirêjiyê li jina min bikin rakim!

Kurdistan dayik e, Kurdistan jin e, û Konseya PKKê jî îcar ne yarekî çar yaran bi hev re dixe ber Kurdistanê!

Belkî bûba ku me qîma xwe bi danasîna sînorên dewleta tirkan bianiya, lê xwînê bi xwe ve dibînin ku em kurd çima sînorên Îran, Iraq û Sûriyê jî qebûl û ”Otonomî, Ozyonetim”an jî li ser xwe ferz nakin. Heger federal, konfederal û federasyon bixweztana wî çaxî jî ne bi tenê Kurdistan, Tirkî, Îran, Iraq û Sûruyê jî dibû dê û jinên me hemiyan. Xem nedikir…

Îcar a ku mirov tam ji dînê mirov derdixîne, ev Konsey ne dihêle ku ên wek min dewleteke kurdî û ne jî dihêle ku federal û federasyonan jî em biparêzin. Yanî ne dihêle em bi tenê bibin mêrê dê û jinên xwe û ne jî dihêle em bi tirkan, ereb û farisan re bibin mêrên dê û jinên wan! Wilo nabe, wilo bêheqî, zilm û zoreke mezin e!

Bi kurtî, qetla vê Konseyê helal e, ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)