SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Barzanî sedî sed êdî ji serxwebûna Kurdistanê venagere!!

Ez yek ji wan piştgir, destgir û serşikênê parlamentoya başûrê Kurdistanê bûm ku li ser çi, di ber çi û çi diba bila bûba diva bû barzanî û talebanî bi hev re rûniştana û hikûmeteke pevgirtî damezrandana. Min pir li ber da. Min bi qasî ku hin birêvebirên PDKê cewaba min bidin li ber wê yekitiyê da. Li gora min, dinyayê li başûrê welêt dewleteke bênav pejirandibû, û heger PDK û YNK wek hikûmet bi hev re rûniştana wê bidîtana ku bi mezinahiya li ser serê dewletê mirov wek şexs, malbat, partî, xelk û milet him çiqasî mezin û bi nav û deng û him jî ji hew bêhtir dewlemend bûbaya; û êdî tu carî wê ji dewletbûyînê nehata xwarê. Û wilo jî bû. Barzanî û talebanî wê tu carî ji dewletbûyinê neyên xwarê û li başûrê welêt dewleteke kurdî damezrînin.

De ka ji xwe re li vê vidyoyê binerin hûn ê bibînin ku Meshûd Barzanî çawa ji zû de dewleta kurdî damezrandiye ji

xwe!

Erê, îcar hûn ji min re bibêjin bê em ê vê dewletê çawa pîroz bikin! Pêşniyara min ku em çend dijminên miletê kurd ên wek Mehmet Agar ku li Zindana Diyarbekirê em bi saxî dişewitandin, têxin devê topan û wek qurbanî êgir bi topan bixînin, ewqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)