SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

EDEBA RONAKBÎRIYA ME Û ABDULLAH OCALAN!

aaaRonakbîrî çî ye?

Ronakbîrî her çi tiştên ku mexzena êqil bindest digire û rê nade aqiliyetê û pêşketinên civakî û ilmî, paşverû dibîne; xweşiya jîn û jiyanê bi bilindahiya maqûliyeta kesan û civakê ve girêdide û li himberî zilm û zorê pevçûneke bêwestan derdixe pêş!

Bi rastî mirov nizane çawa bibêje! Mirov bike hewar, kirasê xwe biçirîne û bi çolan jî bikeve heqê mirov e. Exlaqê me, karekterê doza me, têgihiştina xelkê me û ronakbîriya me ewqasî ji hev çilviriye ku bê yastar!

Ew çawa ronakbîrî ye ku mirov kurdperwer be, efwa xwe ji mehmetçîkên teres bixwaze, sînorên dewleta kemalîstên kurdqesas qebûl bike û ala tirkan sembola şerefa xelkê xwe bibîne; Kurdistanê wek Tirkiyê bi nav bike û vî miletê xwe ê ku ji rehên tarîxê kişiyaye mîna kurmikan bibîne û bibe şotava devê zaliman ha!

Sîh sal berê we ji bo welatekî ser bi xwe û miletekî azad qirika xwe diqelaşt; û îro jî hûn wî welatî perçeyekî Tirkiyê û wî miletî jî xulamê tirkan dibînin û ji bo mafê xulamtiyê diqîrin! Ev çi edeb e!

Bêedebiya xwefiroşiyê bû sêhra edeba siyasî û li civaka me rast bû. Ji xwe re li vê ecêbê binerin, di tarîxa dewleta Tirkiyê de ronakbîriya kurd, tu carî devjenga ku kemalîzm li xêrê tiştekî çawa ye ne kiriye. Her tim jê re gotiye barbar û agir lê barandiye. Û vî Ocalanî jî îro kemalîzm kiriye cûmekî benîşt û xistiye devê me hemiyam! Tew bi ser de jî gava me necût, me dikin dizê şekala me!…

”Dinya hate guhertin… Dinya şer qebûl nake…!”

Rast e, dinyayê hestiyê pişta zaliman bi şer şikenand û hate guhertin. Û ên me jî bi selewat û tekbîran, xişt û pişt û erbanan dane dû ku tirkan biguherînin! Hinekî divê mirov ji ber xwe fedî bike. Çî me kurdan ji ên çend hezar tirkên Qibrisî kêmtir e? Çî me ji ên tirkên hov niqsantir e?

”Dinya şer qebûl nake” û tirkî jî tiştekî me qebûl nakin û em ê bi tirkan re jî wek bira bijîn, ha! Ev çawa ronakbîrî, ev çawa kurdayetî ye! Ev doz, bi ronakbîrên ku hêviya qenciyê ji dewleta tirkan dikin nameşe. Hîn bêhtir ji çap dikeve.

Bi rastî ji hew bêhtir îro Ebû Nîdalekî kurdistanî ji me re lazim e; da dînê ên wek birêvebirên DTHê û wê Konseya ku dibêje “heger tiştek bi Ocalan bê, em ê Enqerê bi erdê re bikin yek” û ji bo selameta miletê kurd jî dîwarekî Enqerê hilnaweşîne, teneke bike.

Ebû Nîdalekî ku zimanê qelemşûrên Ozgur Politikayê û şelafên televizyona Turksevê ji qurm de rake, lazim e. Lê ma bi tenê Ebû Nîdalek? Bîst Ebû Nîdal hema têra vî cepheyê ku ez jî di nav de me nake. Ku Kurdistan di nav pîsiya tirkan de xerq bibe, ji %90ê van ronakbîrên me ên pivikî, şinikî û şilikî , ew ê dîsa jî nikaribin bên ba hev û ji vî xelkê me ê jar û hejar re li starekê bisebibin. Bîst û heta sîh Ebû Nîdalên ku devê van ji hev biçirînin lazim in.

Di van sîh salên dawiyê de tarîxê bi hemû haweyî peyitand ku heger ne bi kurdperweriya di rengê ÎRA û ETAyê de be, wê tirk dawiya me hemiyan bînin. Û dinya jî vê pevçûnê ji me dixwaze. Lê mixabin em xerabe ne, em bûne bersêl. Em ne ên şerê serxwebûn û azadiyê û ne jî ên pevçûna demokrasiyê ne. Ev em çi ne? Îcar ew dil bi we re tunebe, bêşerefiya tirkayetiya kemalîzmê jî li ser xelkê me ferz nekin. Ordiya mehmetçîkên bêbav, li himberî Yazdanê Pak û li ser doşeka sellellahûeleyhî wessellem dest avêtiye namûsa welatê me û temamê miletê me!

Xwîn bi xwînê! Ji xwînê pê ve, ew namûsa me a ku mehmetçîkan kiriye sergo, tiştekî din paqij nake! Ewqas.

Têbinî: Ev gotara min di vê tarîxê de (27 08 05) di malpera www.rasterast.com û di hin malperên din de jî belav bûbû. Sebeba ku çima min ev gotar careke din weşand? ji ber ku li bakurê Kurdistanê di qada rêxistinî, yekserî û pir serî de hîn jî em ew cew in!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)