SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Em bi rewşa wan a ku ketine tê de bigrîn yan bikenin?

gulten-kisanak-firat-anliHelbet em ê bi destdirêjaya ku mehmetçîkên misilman bi ekolojî Başkana ekolojîka Diyarbekirê Gulten xanim û hevparê wê Firat Anli re kirine ne bigirîn û ne jî bikenin. Dema em giriyan û yan jî keniyan ew ê bê wateya ku me ne bi a aqilê xwe, lê me bi a dilê xwe kiriye. Û ew jî ne lêger û tevgereke ronakbîrî û siyasî ye. Mirovên ronakbîr li gora aqilê ilmê xwe rasterast û siyasetgerên jîr û zana jî lihev diqulipînin û di rengê çiv û zivran de rastiyê dibêjin. Lêbelê ez ê bi xwe rasterast bibêjim.

Wilo: Li her derê dinyayê şert û mercên şer û pevçûn û liberxwedana netewî siyasî, dîplomasî, eskerî, aborî û kulturî ye. Di hin hêmanên netewî de hin daxwaz karin ji hev guhertî, lê prensîp her wek xwe ne, bi tenê cih tên guhertin.  Îcar ji vê sirtê gava me li sersedê nerî bi hêsanî em ê bibînin ku dibe kurdên bakurê welêt yekser nikaribin serxwebûnê, lê karibin otonomiyê bi dest bixin. Di vê derbarê de ji bo ku PKK otonomî daxwaz kiriye ronakbîr û kurdperweran êrîşî ser PKKê ne kirine. Êrîş hemû li ser ku PKK û HDPa wê bê prensîp bi kar û barê neteweyî rabûne û her tişt ser û binî hev kirine.

Siyaset li ser bingehê prensîpan dimeşe. Û her çi prensîpin jî ji bo ku her kes karibe bixwîne bi gotinên herî mezin tên nivîsandin. Wek nimûne:

”Ez dewleteke kurdî dixwazim. Ez otonomiya kurdan dixwazim. Ez demokratîk Cumhûriyet dixwazim…” û hwd.

Di hersê prensîpan de mirov wek kurd divê yekê sereke bibîne û ji xwe re hilbijêre, da reng û dengê liberxwedan û pevçûna xwe jî li wê gorê li dar bixîne.

Îcar ên me çi kirine û çi dikin? Ên me, bi destxistina ”Demokratîk Cuhûriyet” wek prensîpê xwe ên sereke ji xwe re hilbijartine û li wê gorê kab avêtine.  Ji bo ku Tirkiyê demokratîze bûba pêşî diva bû xwe ji prensîpên kurdayetiyê bêrî kiribana û tirkayetî derxistana pêş. Û ji dil û can, him jî bi salan kirin. Kemalîzim pir parastin. Ziman û kultura kurdî paşguh kirin. Kurdistan wek Tirkiyê bi nav kirin û di nav sînorê Tirkiyê de dîtin. Ev ne xete ne, sûcên herî mezin in. Navê van altaxî, xwefiroşî û kurdfiroşî ye.

Tew ev hemû nebes bûn îcar Konseya PKKê bi ser de jî birêvebirên HDPa xwe bi carekê ve xistin çirava xindeqan û birêvebiran jî bi şabaş, halan û navtêdanan xelk ajotin xindeqan. Birêvebir tam bûn serkêş, berê xelkê kurd û polîs û eskeran yekser bi hev vekirin û Kurdistan careke din di xwînê de gevizandin.

Mixabin. tirkan bi altaxiya wan piştî ku kurd ji derb xistin helbet niha jî wê berê xwe bidana wan bi xwe. Tirk ne ji niha de vê teresiyê dikin, ji wextê osmaniyan de û heta roja îro tirkan kurd li ser kurdan kirine altax, bi altaxan piştî ku kurd ji hawhaw de xistine vê carê jî li altaxan bi xwe vegeriyane û serê wan firandine.

Erê, ne em ê bi vê rezaleta ku bi destê Konseya KCKa PKKê birêvebirên HDPê ketinê tê de bigirîn û ne jî bikenin. Yek qesas yek jî altax e, ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)