SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

PYD bi girtina nivîskarên zimanê kurdî zimanê xwe jê dike!

emin-niviskarPYDa ku kurdên tekoşer û bi taybetî jî nivîskarên kurdî bi çavekî mezin û ewqasî jî kurdistanî lê dinerîn, mixabin bi rapêşên xwe ên li ser nivîskar û ronakbîrên kurdên Binxetê bi qasî ku mirov kirasê xwe biçirîne û xwas bi çol û beyaran de bikeve ji kirês kiriye!

Birêvebirên PYDa ku bi zir barê Kurdistanê rabûne, êdî divê xwe hînî tarîxa dîplomasiyê  bikin. Birêvebir divê baş baş bizanibin ku heger ew çi qasî bi nivîskar û ronakbîrên xwe ên ne ji xwe li hev bin, wê ewqasî jî di a xwe de bi serketî bibin.

Bê devjeng, birêvebirên PYDê divê Mihemed Emîn Seidûnê endamê Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê ku Asayişê doh li Dêrikê ew girtibû berde. Cihê Emînê pêncî salî ku xwe di ber doza kurd û kurdayetiyê de kal kir, kitêb nivîsandin, bi dehan nivîskarên kurdî gihandin û serkêşaya vekirina Înstutiya kurdî li Dêrikê kirbû ne zindan e; xelata wî ne revandin û êşkence ye! Hinek ûjdan!

Ez li ser navê nasyonalîstên Kurdistanê vê çavsoriya desthilatan şermezar dikim û ji desthilatdaran hema aniha bê vir de û wir de daxwaza berdana nivîskarê me ê delal Mihemed Emîn Seîdûn dikim.

 

 

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)