SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Serokkomarê Tirkiyê biryara Idama Ocalan û Burkay da!

apo_burkay_talabaniSerokkomarê misilmanên herî barbar Receb Teyib Erdoganê ku bi saya serê Konseya PKKa tirk-altax bajar bi ser xelkê me ê jar û hejar de anîn xwarê, bi civîna xwe a ku doh digel wezîr û kizîrên dewleta xwe li darxistibû, biryara Idama Abdullah Ocalan û Kemal Burkay li qelêmê da!

Îcar kurt û kurmancî, ji alîgir û piştgir, rêber û rêbir, pêşmêr û paşmêr û temamê xêlî û xwazgîniyên PKKê re dibêjim, li her welatî hilbijartin avrêla demokrasiya ku di parlamentoyan de bi hingama liberxwedan û pevçûna demokratan sêla azadiyê disincirî.

Yek, zemên şanî me da ku heger hat û kurd bi sed parlamenterî jî derbasî parlamentoya tirkan bibin, wê bi rêya demokrasiyê ji bo kurdan tiştekî bi ser nexin. Îcar di vir de ji her kesî bêhtir ên wek PSK, HAKPAR û her wekî din, êdî bibînin ku gava dewletê çira PKKê bi carekê ve tefand, wê çira wan tu carî vêketî nehêlin. Îro heger vê dewleta teres rêda be ku hin partiyên kurdan bi ala kurdî û navê Kurdistanî tevbigerin, ev hemû ji ber ku dewlet, qenc-xerab, bi PKKê daketiye. Em hevdu nexapînin.

Dudu, madem êdî wê bi hilbijartinan HDPa PKKê û rêxistinên din bi kêmanî tew hîn nikaribin li ser meqamên şaredariyan rûnin, xelk wan hilbijêre û dewlet jî wan mîna paçekî ji wir biavêje û bi ser de jî wan têxe girtîgehan, îcar çi wateya hilbijartinan dimîne gelo?

Sisê, êdî divê rasterast em ji hev re bibêjin ku dewleta tirkan bêyî devê tivingê bi selewat û tekbîran, yabo, qurban û heyranan wê tiştekî bi dest kurd ve bernede.

Çar divê PKK li xwe vegere.

Erê, heta ku Ocalan nehatibû girtin jî belkî PKK bi Ocalan, lê piştî ku hat girtin êdî Ocalan bi PKKê bû. Konseyê ew yeka han nedît, dîtibe jî durûtî kiriye. Konsey heger bi şert û mercên PKKa ku ketibû Zindana Diyarbekirê tevgeriyaba, yanî li PKKa Hayrî Durmuş, Kemal Pir, Mazlum Dogan, Ferhat Kurtay û hwd. Xwedî derketaya, sedî sed wê Ocalan îro mîna Lenson Mandela nîvgirtiyekî payebilind baya. Hayrî, Kemal, Mazlum û Ferhat li ser ku kurd miletek e û ev milet bi çi haweyî dibe bila bibe divê bibe dewlet hatin kujtin. Serxwebûn û azadiya miletê kurd prensîpên PKKa wan tekoşerên bê hempa bû!

Gotina dawî; hin canfeda divê ji nav PKKê derkevin, vê konseya tirkaltax ji holê rakin û PKKê bigrin dest xwe. Eha wî çaxî bila dinya şahidê şer û pavçûna miletê kurd û tirkên barbar be. Û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)