SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Tirk karin têkevin Mûsilê!

mehLi gora têgihiştina min a hinek eskerî, hinek siyasî û çavnasiya min a dewleta mehmetçîkî, tirkên ku bi deh hezaran esker, bi sedan teng, terempêlên eskerî, top û dinyayek cebilxane kişandine ser sînoran, ne bi bafîka ku hinekan çavtirsandî bikin bi wê şêl û pêlê rabûne. Tirk zanin bê çi dikin. Tirkên ku di nav xerabiyên xwe ên tarîxî de hesirîne, ketine tolaqa ku ji nav kêşa xeraban çend xeraban bi hev re hilbijêrin, da zêde xerabtir bi serê wan de neyê. A wan hemû ev e.

Tirk têkevin Mûsilê ji tirkan re xerab e; û heger hat û şer di nav kolanên bajêr de gur bû û dom kir, tirk nekevin Mûsilê wî çaxî jî wê ji tirkan re xerabtir bibe.

Şerê di hindurê bajaran de ne esker, partîzan dikin. Esker yekser dide berxwe û partîzan jî ji hev cihê dike û berdidêyê. Û di şerê Mûsilê jî de hevpeymanan bi haweyê ku ji eskerên Iraqê pê ve tu hêz nekeve nav bajêr li hev kirine. Li gora min ev biryareke ku hîn ji serî de hevpeymanan bi rengekî sergirtî xweztine tirk jî têkevin Mûsilê. Lê ev jî heye, heger hevpeyman Mûsilê bi carekê ve xerab bikin û her kesî bikujin ji xwe wî çaxî tiştek ji tirkan re namîne ku tirk têkevênê. Û na heger bi şerê kuç û kolan şer bidomînin, wî çaxî jî ez bahwer nakim ku eskerên Iraqê bi eshabeyên DAÎŞê re derkevin serî. Ew karê pêşmerge û Hizba Şahbî ye.

Erê heger hat û Hizba Şahbî beşdarî şerê Mûsilê bû, wî  çaxî jî li gora hiqûqê dewleta tirkan a navdewletî mafê tirkan e jî ku beşdarî şer bibin. Ji ber ku niştecihên Mûsilê sinî, Hizba Şahbî şîî û ev Şahb wê qira siniyan bîne heqê tirkên ku sînî û bi ser de jî sînordaşên Iraqê ne.

Îcar ji kurdan re wê çawa bizîvire? Tirk têkevin Mûsilê ji kurdan re nebaştir dibe. Lê dîsa jî wê nikaribin rê li ber avakirina dewleta kurdî bigirin. Niha ewqas.

 

Nûçe

Şirove

One Response to “Tirk karin têkevin Mûsilê!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)