SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Rûs tirkan, tirk kurdan û kurd jî barzaniyan dorpêç dikin!

alakurdRûsên ku bi raya desthilatdarên emerîkî berê xwe dan temamê çekdarên li dijî sazûmana Haviz Eshed, bi haweyekî ji hew bêhtir barbarane kişiyan ser dijberan û zêç û zarên wan, tirk tirsandin û di dawiyê de avisî xwe kirin, bi hilbijartinên ku li Bulgaristan û Moldavyayê sosyalîstên stalînî (Pûtînî) bûn desthilatdar, vê carê jî ji aliyê Deryaya Reş li tirkan teng kirin. Ev ji emerîkiyan re jî xerab bû. Lê ji ewrupiyan re xerabtir bû.

Rûsên ku ji Deryaya Reş hîn bi jortir de lingên ukraniyan xistine zikê wan, bi komara Abhazyayê li Kafkasyayê tevgera xwe hîn firehtir kirine û di vê dawiyê de jî artêşên ermenî bi artêşên xwe ve giridan û bi pevgirêdanên xwe ên bi farisan re tirk tam xistine hesara xwe.

Tirkan çima wilo ev afat bi serê xwe de anîn? Hemû ji ber doza kurdî ve. Na xwe tirk, li qirkirina kurdan digerin!! Tirk ji bo ku kurdan qir bikin, welatê xwe û heta bi nav şeqên xwe jî pêşkêşî dinyayê kirine!

Em kurd li himberî tirkan û hevalbendên wan divê çi bikin?

Di destê kurdan de ji barzaniyan pê ve hêzeke ku kurdan li himberî zalimên tirk, ereb û faris biparêzin îro tuneye. Em wan bixwazin, nexwazin kirasê ku em li xwe bikin ev e.  Îcar ger kiras qetyayî be jî,  kurd divê vî kirasî bi şel, qûnderz û dirûnên hûrik bi hûrik bidrûn,  kirês qewîn bikin û bikişînin xwe. Tu şensê me nemaye.

Û Barzanî divê çi bikin?

Li gora têgihiştina min, ez raya xwe dibêjim:

Ji serxwebûna başûrê Kurdistanê pê ve tiştekî ku wê barzaniyan li ser lingan bihêle, qed û qed nemaye. Barzaniyên ku bi haweyê dewletî bi salan e petrola başûrê welêt difroşin dinyayê, mezinahiyê li beşekî miletê kurd dikin, xwedî artêşên ku devê zaliman diçirînin û bi serokên dewletan wek serok dewlet û hikûmet rûdinin êdî ji vê desthilatdariyê berjêrtir nema karin dakevin. Eha ji ber vê yekê ye ku min tam bahweriya xwe bi dewletxwaziya wan aniye.

Karê barzaniyan giran  xuya dike, lê li gora min heger barzanî kurdistanî tevbigerin wê karibin bi hêsanî di bin bêr de rabin. Heger barzanî bi referandûma ku ”kurd dixwazin bibin dewlet yan na?”derkevin pêşiya tirk, faris û erebên ku Goran û ên wek Goran bi navê ”mûçe, nûçe” û her wekî din berdane pêxêla wan, wê ne bi tenê kurdên alîgirên Goran, kurdên her çar perçeyan û temamê dinyayê bidin pişt xwe. Eha wî çaxî wê karibin bêvila Goran û hevalbendên wan bifirkînin û li ser textê dewleta kurd bi serbilindî rûnin. Bêyî lidarxistina referandûma dewleta kurdî,  şer û pevçûna bi Goran û hevlabendên wan re, pêşî li zerara barzaniyan û dû re jî zerara temamê miletê kurd û Kurdistanê ye. Eman eman! Ez wilo difikirim, ez karim şaş bim, lê ez wilo difikirim, ewqas.

 

 

Nûçe

Şirove

One Response to “Rûs tirkan, tirk kurdan û kurd jî barzaniyan dorpêç dikin!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)