SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Hevpeyvînek û lêborînek!

Wek tê zanîn, birêz Kemal Burkay di kitêba xwe a bi navê ”Anilar belgeler” de li ser birêz Mêhdî Zana ji xwe re û me re nivîsandibû û heta gotin anîbû ser liberxwedana wî a girtîgeha Diyarbekirê û liberxwedana wî bi ”jest” û “gösteriyan”bi nav kiribû. Îcar li ser wê yekê min jî hema têkilî bi hin hevalên xwe û Mêhdî Zana ên girtîgehê re danî û bi hesabê ku ez ê her ji çendeyekî  nerînên hinekan ji wan di malperê de biweşînim, dest bi weşandina nerînên wan kiribû. Û bi dû de jî min ê hevpeyvînek bi Mêhdî Zanara kiribaya. Lê mixabin, hîn min karê xwe ne qedandibû, yanî hîna min ê nerînên gelek girtiyan ên di derbarê Mêhdî Zana de di vê malperê de biweşandana, hevpeyvîna ku me ê qaşo kiribaya,  Mêhdî Zana di malpera Rûdawê de bi hin din re kir; û bi ser de jî ji Kemal Burkay”hodrî meydan” xweztiye.

Îcar bibexişînin, wek ku kurd dibêjin, ”nanê Îsa dixwin û selewatan jî li Mûsa tînin.” Aha a me û Zana jî tiştekî wilo bû.  Bi kurtî, dosya  Xalê Mêhdî a di vê malperê de hatiye girtin. Careke din ji xwendevanan lêborînê dixwazim.

 Laleş Qaso

 13 02 10

 Têbinî:

 Hevpeyvîna ku Mêhdî Zana bi Rûdawê re  kiriye ev e:

 06-02-2010
Mehdi Zana, Kemal Burkay Dawetî Duetê Dike

Rûdawnet – Köln: Siyasetmedarê Kurd Mehdi Zana ku demekê şaredarê Diyarbekirê bû û li gel Kemal Burkay çendîn salan di nava xebata siyasî li Bakurê Kurdistanê de maye, nêrînên xwe derbarê pirtûka Kemal Burkay “Bîranîn” (Anılar) de anîn ziman û Burkay bi tundî rexne kir.

Li ser “Bîranînên“ (Anılar) Kemal Burkay gelek rexne hene. Tê gotin ku gelek tiştên nerast tê de hatine belavkirin. Navê we jî gelek caran di pirtûka Burkay de derbas dibe. Helwesta we di vî derbarî de çî ye?

Tebîeteke min heye ez li gotinan nanêrim, ez xeberan nabêjim însanan. Gotineke îngilîzan heye dibêjin ’tu gotinekî diavêjî yekî, cihê wê gotinê li cem wî kesî nebe, gotin li xwediyê xwe dizîvire.’ Di nav kurdan de jî pir quretî heye. Tiştan dikin, kesî nahebînin û pesnê xwe didin û hicûmî her kesî dikin. Evna ne baş e, însan çi be, jiyana wî wî tahîm dike. Ê min, têkiliya min bi însanan re heye, bi vê doze re heye, ew însanên ku ez bi wan re meşiyame û gelê min di derheqê min de çi dizane, ez ew im. Di heqê min de pirr tişt hene: Dibeje dizî kiriye, xwe firotiye, dibeje ajan e. Ê em çawa bikin? Carnan heval ji min re dibêjin, ez ji wan re dibêjim “erê ezê çi bêjim?”

Di bîranîn xwe de Kemal Burkay gelek caran behsa wê yekê dike ku wî, te, Zeki Adsiz û hinek kesên din fîlan tişt bi hevre kiriye. Yanî hûn gelek bi hev re bûn.

Kemal Burkay dibeje me bi hev re gav avêt. Rast e, ez wê demê di nava lêgerina sîyasetê de bûm. Hat behsa partiyekê kir, min got li ser çavan, em wê demê ji zîndanê derketibûn. Lê di 1976’an de min ferq kir ku me xeletî kiriye ku em gihiştin hevûdu. Paşê hilbijartinên şaredariyê hebûn, ez serbixwe bûm û ew jî li dijî min bûn. Piştî ku ez bi piştgiriya gel bi ser ketim, Kemal di rojnamê de belav kir ku ew bi ser ketine. Lê ez ne li ser navê partiyekê ketibûm hilbijartinan. Piştî ku me êdî li hev nekir ez ji wan qetiyan. Paşê êrişî min kirin û gotin wî dizî kiriye, xayîn e, ajan e û hwd. Bi wî awayî dest pê kiribû.

Eger di navbera we de tişteki wiha qewimîbe, mirov heta radeyekê dikare helwesta di derbare we de fam bike, lê Burkay behsa gelek kesan dike…

Ev 35-40 sal e serokatiya partiyekê dike. Dema ku partî li Bakur hat avakirin, partiya herî giran ew bû. Lê piştî ez ji partiyê qetiman, êdî hate xwarê û partî qedand. Yanî di rastiyê de dixwaze xwe xelas bike, dixwaze beje ’hemû xeletin tenê ez rastim û ji ber vana partî paşve çû.’ Yanî esas mesaj ew e. Ew bi xwe qet qisûra xwe nabînî, lê çi însan hebe mutleqe qebahetek wan dibîne.

Kesekî ku bi vî awayî binivîsîne divê ne li bendê be ku rêaksyon bên nîşan dan?

Reaksyon hene. Niha gelek telefon ji min re tên. Dibejin ’apê Mehdi, vaye wiha di derheqê te de nivîsandiye’ û hwd. Ez ji wan re dibêjim ’xem nake, dengê xwe nekin’. Min ji wan re got xwe nekin nav van tiştan. Niha jî hinek kesen ku bi min re di zîndanê de mane, dest bi nivîsandina pirtûkekê kirine. Ew lawikên ku we demê li zîndanê bûn. Wan demên xerab, vêca çi bûye, çi hatiye sere me, ew dizanin. Vêca ew aciz bûne û ew dinivîsînin û wê çap bikin. Bi rastî ez ne terefdar im, em di nava şer de ne, ez naxwazim kurdên me bi hev kevin, mesele ev e. Em firsetê nedin dijminan. Bila ez herî xirabê dunyayê bim, ev ne mihum e, lê doza kurdan mihum e.

Malbata Zeki Adsiz li dijî Kemal Burkay nivîsek ji bo dadgehê amade kirine û ji Burkay re jî şandin. Dixwazin ku Burkay hem lêborîna xwe bixwaze û hem jî pirtûka xwe ji bazarê paşve bikşîne. Eger neke ewê bi rêya dadgehê li dijî derbikevin.

Heqê wî ye. Min dît jina wî nîvîseke xweş nivîsandiye, lê gotinên xerab nabeje. Kêfa min hat. Kemal jê mezintir e, 73 salî ye, hiqûq qedandiye. Xelk gotinên nexweş bêje jî, dive ew bi zimanekî xweş bersivê bide. Li mirovan hêrsbûn nakave û însanê serok be dive qet hêrs nebe. Lê ev çi meseleye ez jî nizanim.

Belkî ez çend rêzan binivsînim, ezê bangî hemû siyastmedar û şexsiyetên kurdan bikim. Kî çi dixwaze, li ku derê dixwaze ez hazir im. Bila ew cih destnîşan bikin, emê di hizûra xelkê de rûnin, bila ew bipirsin emê besiva bidin. Ez ji bo vêya heme. Serê çiyan dixwazin, televizyonan dixwazin, li Başûr dixwazin, Bakur, Ewrûpa, li ku cihî be, ez amade me, li ser serê min.

We got hinek heval hinek tiştan bi nivîskî amade dikin. Mirov dikarê vê yekê weke reaksyon li hemberî bîranînên Burkay binav bike?

 

Tu dikarî bêjî, kerem bike, vaya Mehdi Zana dibeje, li ku cihî bixwazin, em li hizûra xelkê biaxifin. Kê çi pîsîtî kiriye, bila bêjin, emê hesabê wê bidin, li ser çavan.

Eger we bîranînên Burkay xwendibin we çi hîs kir?

Belê min xwend. Ez ecêb mam, ti însanî li ser rûyê erdê heta niha tiştekî wiha nekiriye. Sih-çil salî siyasetê dike, hemû hevalên xwe bi qebahet nîşan dide. Hevalên wî yên hiqûqnas hene, niha jî pêwendiyên wan hene, dibêjin nizanîbû kaxizê binivîsîne, min nîşanî wî dida. Yanî her kes nezan bûye, wî nîşanî wan daye. Esas dixwaze wê mesajê bide, beje sedema ku ev partî bi ser neket, ji ber ku mirovên dora min mirovên nebaş bûn. Esas mesele ew e.

Hestekî wiha bi were çê bûye ku hûn rajin telefonê û telefonî Burkay bikin û ji wî bipirsin bê ka ev çi mesele ye?

Na. Edî heta mirinê ez pêre xeber nadim. Di hizûrê xelkê de tiştek hebe ezê xeber bidim.

 Jêder

Nûçe

Şirove

One Response to “Hevpeyvînek û lêborînek!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)