SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Barzanî êdî divê yekê hilbijêre!!

BarLi başûrê Kurdistanê nakokiyên di navbera desthilatdarên Hewlêr û Silêmaniyê de bi qasî ku başûrê welêt bi her haweyî bibe du perçeyên jihevcihêkirî, mezin bûye! Û heger ev nakokî çareser nebin, dewleteke kurdî jî wê tu carî neyê holê.

Nakokî çawa safî dibin?

Yek lihevkirin. Dudu şer.

Û li gora bîr û baweriyên min, lihevkirin a herî hêsan e. A herî hêsan e dibêjim ji ber ku lihevkirin têgihiştine. Tiştek bi qasî şer ku mala mirov vedimrîne tuneye. Şer talanî, kujtin, şewat û tunekirine.  Îcar serok û birêvebirên ku di vê yekê de digihên, hin tiştan dadiqurtînin, xwe kêm dikin, xwe dixesirînin û pirsgirêkê safî dikin. Eha asas mezinahî jî ev e. Mezinahiya mezin ku mirov karibe bi ên newek xwe re li hev bike. Daqurtandin, kêmxistinî û xesirandina bi mal û pereyan li himber afata ku şer bi serê mirov û civaka mirov de tîne ne tiştek e!

Hêviya min ji rêzdar Barzanî ew e ku bi dijberên xwe re li hev bike. Miletê kurd bi çavekî mezin li Barzanî dinere. Erê, tiştek bi qasî eva ku Barzanî xwe di ber avakirina dewleteke kurdî de bixesirîne û temamê malê xwe jî li ser bike baştir û bi şereftir tuneye, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)