SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bê çi bê edeb in! “Dewletkok-dewletcik” ha!

zubeyir_aydar_ve_remzi_kartalin_mallarina_el_konulacak_h6350Remzî Kartal û Zubeyir Aydarê xulamên xulaman dibêjin ku

“damezrandina dewletkoka li başûrê Kurdistanê jîn û jiyana kurdan dixe xeterê!…”

Rast e, damezrandina dewleteke kurdî jîn û jiyana xwefiroş, kurdfiroş û cehşên kurd dixe xeterê!

Çima? ji ber ku  “li Iraqê, Sûrî, Îran û Tirkiyê kurd, tirk, ereb, ermenî, azerî, asûrî, êzîdî hemû di nav hev de dijîn, û bi avakirina dewleteke kurdî jî wê destê hemiyan ji hev qut bibe!…” Wilo dibêjin berdooşekên me.

Rast e, wê destê kurdên altax ku bi mal û can xwe xistine bin tirkan, ereb û farisan ji hev qut bibe. Û bi ser de jî wê nema karibin bi kurdan re bi tirkî bipeyivin û xwe bi tirkî bifroşin!

Hûn kê dixapînin?

Ji bilî civata wa a ku we cinoyî kiriye gelo kî nizane ku di vî sed û heta du sed salên dawiyê de ên ku bûne xwedî dewlet li ser lingan mane û hikim li dinyayê kirine! A ku tirk, ereb û faris kiribin netewe û hinekî jî insan dewlet, û a ku altaxî, xwefiroşî û kurdfiroşî jî bi kurdan şêrîn kiriye bê dewletî bi xwe ye.

“Dewletkok-dewletcik” ha!

Erda dewleta Israîlê 20.770km2 ye ew nabe “dewletkok”, lê ji erda Iraqê ku 438.317km2 bû, 80.90.000 km2  jê perçeyê Kurdistanê ye, avakirina dewleteke kurdî dibe “devletcîk” ha! Eha dîsa ev serekên PKKa ku îro qeşmeriyên xwe bi damezrandina dewleteke kurdî dikin, heta berî girtina birêz Ocalanê pîberê zaliman jî digotin: “Bi rizgarkirina bihusteke erd em ê Kurdistanê hemi rizgar bikin….”

Tu dewlet bi qasî ku dewleta israîlê bi dijminên herî mezin hatiye rapêçan dewlet nine, ew kare bijî lê kurd wê nikaribin bijî, ne wilo?

Erda dewleta Kibrisê 9.251km2 ye. Û beşê ku tirkan wek dewlet ilan kirine jî 3.243km2 ye, ew dibin dewlet, lê a li başûrê Kurdistanê nabe dewlet, hi?

De ka bibêjin bê di vî du sed salên derbasbûyî de kîjan dewleta herî piçûk ji bal hinan ve hatiye xistin û xelkê wê dewletê çûne helakê? Û ne yek jî!

Îcar heger dewleteke rûman, asûrî, belûcî, êzîdî, tamîlan û hwd hebaya wê ew qetilamên mezin jî bi serê wan de nehatibana. Heger îro ermenî û cihû li ser lingan mabin, ev hemû bi qeweta dewletê ye! Mirov di warê ku bê dewlet çekekî çiqas mezin û bi hemû haweyî çawa civakê diparêze dikare bi rojan bipeyive, lê me ji altaxan re gotibe wê bibe çi yanî!

Gotina min a dawî:   Bila dewlet be çi dibe bila bibe!!

Serekên dewleta kurdî çendî xerab û talanker bin jî, wê tu carî nikaribin a ku serekên ereban di welatê xwe û xelkê xwe de dikin bikin!

Dewleta kurdî ji a Hîtler jî faşîstir bibe, wê tu carî tirk, ereb û farisan di firne û hêtûnan de neşewitîne! Serkêşên dewleta kurdî çendî misilman dibin bila bibin, wê tu carî serê tu kesî jê nekin û mîna xelîfeyên islamê û siltanên osmaniyan bi dû xezwê û cariyan nekevin, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)