SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Barzaniyan û tirkan dîsa bêyî emerîkiyan li hev kirin!!

turumpBarzaniyên ku temamê dinyayê li aliyekî têrê û tirkan bi tenê li aliyê din ê têrê datînin, têrê diavêjin carina ser kerê, carina ser qantirê û carina jî ser bergîlê û bi çiyayên bê şax û per ve hildiperikin, dewleta kurdî li ser daxwaza tirkan di guhera Konfederelê de sekinandin. Niha rewş ev e. Lê emerîkiyên ku di demekê de êdî nema karîbûn barzanî ji dawa tirkan  û şîî jî ji sênga farisan derxistana bi pevxistina DAÎŞA mûhemmedî guhên herdu terefan kişandin û ew ji xîçikan ve dîsa bi xwe ve girêdan, vê carê jî wê bi ecêbên kesnedîtî diranên wan rake!

Planê tirkan ê dawî heta ku bi altaxiya konseya PKKê li herêma Botanê nebûbûn şahên çiya û zozanên welêt jî, ji derbxistina barzaniyan û wêrankirina başûrê welêt, karê wan ên herî sereke bû. Lê tirkan piştî dîtin ku êdî ew çi bikin jî wê nema karibin rê li ber dewleta kurdî bigrin, vê carê jî bi planê xwe ê dawî rabûn. Plan çi bû?

Plan bi haweyekî diva bû barzanî haş kiribana û têxistana serê wan ku heger hûn bibin dewleteke serbixwe, erebên sinnî wê di nav lingên şîiyan de bibin pûş û pelax, Iraq bi carekê ve têketa destê Îranê, di herêmê de eser ji tirkan nemîne û di dawiyê de jî îran dewleta kurdî ji holê rake.

Û gava ku konfederalî li Iraqê bi kar bê, wê Iraq perçe nebe, erebên sinnî, kurd û tirkmen li aliyekî û şîî û faris li aliyekî bin. Û dewleta tirkan jî di herêmê de li pişt kurdan, tirkmen û sinniyan bisekine.

Îcar her çi konfederel in taktîkê bêhnvedanên şerê man û man û nemana ne. Ev taktîk di tarîxê de di dema medan, htîtan û hwd. de çend carekî bi kar hatiye. Û di dawiyê de qira hev anîne.

Şerê emerîkiyan ê navxweyî di navbera emerîkiyên Konfederalxwaz û dewletxwazên yekgirtî de bi salan dom kiribû. Li Emerîkayê Konfederelî piştî ku di sala 1865an de Robert Edward Lee û Joseph Johunston bi arteşên xwe ve ji derb dikevin û teslîm dibin têk diçe.

Bi kurtî gotina dawî:

Heger hat û li Iraqê Konfederalî çêbû, min bi kurdan ve! Bê devjeng wê di  hindurê çend salekî de pêşî çira barzaniyan û dû re jî çira temamê miletê kurd vemirînin. Lêbelê ez bi xwe qed bahwer nakim ku emerîkî rê bidin vê projeya tirkên ku faris jî li pişt sekinîne. Ewqas.

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)