SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Serok Apo kî ye û çî ye?

aaaSerok Apo aferînerê temamê kurdên ser erd û bin erdê, rêberê xelkên Rohilata Navîn, Emerîka Latîn û temamê xelkê Efrîkayê ye!

Serok Apo ”ins e” yan cins e?

Serok cins e, lê ne mîna min û we ins e!  Wilo çilo ye nebêjin. Wî ji belengazên torî. omerî û çiyayiyan bipirsin. Û bi devê tivingê jî ji Salih Mislim.

Serok Apo agir û barûd, teng û top, cebilxane, teyare û fuze ne!

Serok Apo zirnrya liberxwedanê, borîzana şer û dahola aşitiyê ye!

Serok Apo li her derê hazir û nazir, Israfîl û Superman e!

Serok Apo bi ilmê xwe qûn li Arîstoteles û Descartes qetandiye û tir jî ji Albert Einstein berdaye!

Serok Apo subjektîv pêxemberê kurd û objektîv jî nûkerê tirk e!

Serok Apo li Imraliyê mişk, li Enqerê pisîk û li Kurdistanê jî şêr e!

Serok Apo li Tirkiyê sosyal demokrat û sosyal kîbar û li Kurdistanê jî sosyal barbar û sosyal jehr e!´

Û Serok Apo gava ku dipişke dinya bi xwe de berdide!

 

BIJÎ SEROK APO! YAŞA SEROK APO!

BIJÎ, YAŞA, BIJÎ, YAŞA, BIJÎ, YAŞA!

ALLHÛEKBER APOOOOOOOOOOOOOOOOO!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)