SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Pêşî ji PYDê dest bi karê xwe dike!

doLi gora hin rojnamegerên cihûyên ku li her derê dinyayê dijîn, Donald Trump û qefla wî a karbidest giringiyeke mezin didin kurdan. Sebeb? Ji ber ku bi siyaseta demokratan, projeya komariyan a Rohilata Navîn berba bûye; rayedarên emerîkî bi qasî ku nikaribin du gotinan têxin serê rayedarên dewleta tirk û farisan ji çap ketine; û di herêmê de kurd bi serhejmara xwe pir, xwedî welatekî mezin û bi kêmanî heta 60-70 salekî wê tam girêdayê cihû, emerîkî û ewrupiyan bin û ji her kesî bêhtir berjewendiyên emerîkiyan biparêzin, kurd ketine serê defteran!

Trump bi destê pêşî re bi esker, cebilxane û dolar li pişt PYDê û PDKê disekine; guhê Konseya PKKa ît û MÎTa tirk ji qurm ve dikişîne û berê wê û DAÎŞ û Fehullahiyan tam bi tirkan vedike.

Bi kurtî, çeq û ber li Tirkiyê radibe. Yanî, wek mesela ê ku di civatê de gotibû min şevê din xewnek dît,  mela gotibû xer be û wî jî gotibû mela ji kê re xêr be hey ji te re ne xêr e, wilo bi serê tirkan de hatiye. Mêrikê ku xewn dîtibû, di xewna xwe de bazdabû ser mela.

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)