SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Çima divê PKK ji Şingalê derkeve?

ezPêşî divê dîsa bibêjim,  miletê kurd ew ê tu carî qehremaniya gerîlayên PKKa ku li Şingalê dil û kezebên xwe ji zêç û zarên êzîdiyên ku bi destê misilmanên tirk, ereb, faris û hin kurdan di xwînê de gevizîbûn kiribûn mertal ji bîr neke! Helbet rojekê tarîx wê vî hesabî ji asas rayedarên pêşmergeyên PDKa ku li Şingalê bi deh hezaran êzîdiyên jar û hejar di nav lepên DAÎŞa misilmanên bêbav de hiştibûn û reviyan bipirse! Misilmanên zalim li Şingalê di şexsê êzîdiyan de namûsa  miletê kurd anîbû pênc pereyan û gerîla jî ew namûs parastibûn. Hin li pêş çavên mirov bazdin ser dê û keç û jinên mirov çawa ye gelo, hi? Li ser PKKê heta vir temam. Îcar a ne temam, di gel alîgirên PKKê gelek kurdperwer hîn jî tê de negihiştine ku pêşmergeyan di hingama şer de çendî xellkê kurd bi tena serê xwe hiştibin û reviya bin, dîsa jî ew pêşmergene ên ku miletê kurd ji xezeba bêbaviya misilmên biparêze û welêt derxîne ronahiyê. Kurd nikare kurd, kurd nikare pêşmerge bikuje.

Çima divê PKK ji Şingalê derkeve?

Li başûrê welêt dewleteke kurdî çêdibe; û sînorên vê dewletê hawêrdor heta ku digihê Şingalê serrast bûne. Dewlet desthilatdariye û desthilatên vê dewletê jî temamê partî, rêxistin û dezgehên başûrê welêt in.

Kurd ketine dewra man û nemanê. Û her çi dewlete jî mana miletê kurd e! Eha tam di vir de, bê vir de û wir de PKK divê ji Şingalê derkeve. Îcar hegar hat û derneket, wî çaxî jî divê  her kes ji hindama xwe ve devê tivinga xwe têxe zikê PKKê, çavên xwe negire û biteqîne. Man û nemana miletê kurd ji temamê gerîlayên PKKê mezintir e, ewqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)