SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Barzanî û tirk!

mesut-barzani-den-erdogan-a-tebrik-mesaji-5855756_9443_oKa pêşî ez ji we re vê çîrokê bêjim:

Gundê Gurik, di binya çiyayên omeriyan de li ser serê girekî ava bûbû. Vir gundê bûblaniyan ê pêşî bû û bûblanî ji vir li herêma Nisêbînê belav bûbûn. Li gora min, taybetmendiya rîhsipiyên bûblaniyan a herî balkêş ew bû ku zanayên gotinê bûn. Zimanê ku ji terk û herx û şûv û beyarên tarîxê kişiyabû devê wan, wek hevirmêşê bû. Ziman mîna nanê sêlê li hev diqulipandin. Bi peyvekê, dikarîbûn dinyayek peyv û him jî di asta felsefeyê de fik kiribana. Hinekî ji vê li pêştir, îcar hin rîhsipiyên wan hebûn ku dikarîbûn bi şanogerên dinyayê re gav biavêtana. Di vî warî de Bedranê Ehmê, Bedranê Qalûndirêj, Sadiqo û Hesenê Gemo qeran bûn! Di nav omeriyan û stilîliyan de jî kesên wilo hebûn. Lê heyf, wê bahoza qaşo şoreşgeriya me, ew kultura delal û ew zimanê payebilind, ji hev tar û mar kir.

Barzanî û tirk! 

Fetûmayê Emîno merezî kiribû. Jinik geroka nav gund bû û mêrik jî mabû ku ha ji vir û ji dera han, bi qehr û bi dengê herî bilind gazî jinikê kiribaya. Lêbelê çawa gazî wê dikir, eha a tîr di vir de ye!

Qantirê zîtirkek di devê wî de werkiribû û hersê diranên wî ên pêşî anîbûn xwarê. Ev derbeke zor bû, lê a ji vê derbê hîn zortir ku bi hersê diranan re dengê tîpa ”T” jî çûbû. Emîno gava ku bi wî dengê xwe ê qube gazî jina xwe dikir, bi me zarokan dibû wek sînemeya bê pere. Em hemû derdiketin ferca wî û em hema pê dikeniyan. Apê me ê Emîno dema ku digot “Lê lê F”, zimanê wî li hev ne diqulipand. ”F” digot, serê zimên di cihê diranên ketî de li kîta ”” asê dibû û ji devê wî ha ha ”Tû tû tû tû tû tû” derdketin. Îcar di wê navê re jî dibû qidqida dîk û mirîşkên gund û temamê dîk û mirîşkan lê vedihewiyan. Emîno bi hatina dîk û mirîşkan li ber xwe diket û kevir di wan werdikirin. Lê carinan jî gava bi tû tûa wî re elok dihatin, tam ji ser xwe diçû! Diqêriya, ”de îcar ji xwe re li min û van elokan binerin, kuro! Hela em bang dîk û mirîşkan dikin, îcar ev çi elok in”, digot û  bi kevirên yeklepî li ber wan pahn dibû. Piştî ku wî qorika gelek dîk û mirîşk û elokan şikenandin, apê me ê Bedranê Ehmê lê derket û bi ser hilbû:

”Kuro lawo Emîno, ê ne tu ji xwe fedî nakî! De ji xwe re li boqên simbêlên wî, li qilafetê wî ê girs û li cimcimê serê wî binerin! Heh, diruvê qeymeqamê Qubînê pê dikeve û xwe kiriye hevalê dîk û mirîşkan! Kuro here ser textorekî û diranên xwe çêke da tu ji van dîk û mirîşkan xelas bibî. Kuro tu bûyî qirdikê zarokan! Kuro, te ev dîk û mirîşk birin helakê! Tu him gazî wan dikî, tu êm nadî wan û bi ser de jî tu li wan dixî! Ê ne ez ê te bikujim!…”

Barzanî û tirk!

Niha me ji sereketiya PKKa ku ji kengî ve bûye cehş û dijminahiya wê a bi sexwebûn û azadiya miletê kurd re, ne carekê bi tenê, hezar carî fêhm kir, lê me ji vê dostaniya barzaniyan a bê sînor, bêfedî, bêyasitar bi tirkan re fêhm nekir û nekir!

Hema hema temamê dewletên dinyayê bûne dijminê tirkan, û barzanî hîn jî dostên tirkan e. Û dostaniyeke bi rastî jî ji dil û can! Wilo çilo ye! Wilo jehr û ziqûm û quzelqurt e! Nalet olsun û hew!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)