SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ez û Xweda, yan jî insan û Xweda!

muslumanEzman erdê dilerizîne. Nerîneke bi vî rengî dibe ku ne rast be, lê insên wilo qebûl kiriye. Insan ji ezmên ditirse ji ber ku ezman di ser erdê re ye. Heger insan ji ezmên bêhtir ji erdê tirsiyaba, Xwedê ji erdê ne dibir ezmên. Insan bi qasî ku li ezmên hakim bûye, ji Xwedê bi dûr ketiye. Tu çi dibêjî? Guh nede min ez xurifî me!

Pêxember mirovekî erb e û bûye navbênhatê min û Xwedê. Û ez jî kurd im. Kê ew heq daye wî? Heger Xwedê dabêyê, Xwedê çima rasterast têkiliyê bi min re danayîne? Çima şexsekî dike navbera min û xwe? Belkî ez bahweriyê bi wî şexsî nayînim, ez ê çima bahweriyê bi erebekî binê çolan bînim! yan jî ez ê a dilê xwe jê re nebêjim, hi? Him gava ”Xwedê li herderê hazir û nazir be”, ji xwe wî çaxî jî tu pêwistiya wî bi ”nazirên erdê” re namîne. Mantik ev e, ewqas.

”Tu bi van gotinan bû kafir, qetla te helal e!”

Heger Xwedê hîn bi qasî ku ez ê nikaribim behsa têkiliyeke xwe jê re bikim demokrat ne bûbe, mineta wî li carê dera han û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)