SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

”Li cem tirekan tirek û deh tir wek hev in!”

bayikKê wilo gotiye? Pêşiyên me kurdan wilo gotine. Naxwe ji pêşiyên me hinekan pir tir kirine; û him jî tirên wilo pir mezin kirine ku tirên wan heta bi derbasî gilî û gazinên dem û dewranên zemanan bûne. Him gelek ji me van ên îro jî pir dikin. Hema ji xwe re li qelemşûrên masmedya PKKa ji şerê wan ên xindeqan û vir ve binerin, hûn ê fêhm bikin bê pêşiyên hinekan ji me li ser tirên pêşiyên hinekan ji me çendî rast gotine.

Di masmedya wan de Kurdistana ku kiribûn ”Mezobotamya”, niha dîsa bûye Kurdistan. Ev baş bû, lê ku wilo bima.”Alt kimlika” ku bûbû ”Ust kimlik”, niha ew jî nema. Eee, ev jî baş bû, lê ax ku hema wilo bima! Hîn jî heye,”Kurtçe ogrenmek” kiribûn ”Kurd ulusal dil ve kulliyatini ogrenmek”. Ev hinekî wek ku xweş bû. Hinekî bêhna osmanî pê xistinbûn, lê dîsa jî xem nedikir. Îro navê wê kirine xwendin û nivîsandina kurdî. Ev tam xweş e. Îcar a ji vê xweştir ku ”Kurd insani” kiribûn ”Kurd halki”; û heta ”şerê xindeqan” kurd di navbera ”kurd insanî” û ”kurd halki” de ha ha bir û anîn. û dû re jî navê kurd kirin ”Kurd miletî” Ev pir xweş bû.  Lê a ji hemiyan jî xweştir û baştir çend gelşên wan ê destebivir îro ketine devjenga ku ”Milli misaki sinirlari” rakin û doza dewleteke kurdî bikin.

Kuro hema eferim ji we re û hew! Pêşiyên me pir rast gotine:

”Li cem tirekan tirek û deh tir wek hev in!”

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)