SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Di ser qayişa PKKê û PYDê re eha min ala kurdî daliqand!

alakurdxincer

Îro sê bûyerên cidî ku divê êdî kurd serekên xwe, kurd cihê xwe, kurd xwe û dijminên xwe ji hev nas bikin bi hev re qewimîn!

Yek, îro ji bajarên Tirkiyê hin birêvebirên ENKSê wek berdevkên kurdên Binxetê çûn Cenevreyê da beşdarî civîna biryara ”heq û hiqûq û el insan” bibin.

Dudu, îro mehmetçîkan Kobanê û hema hema seranserî sînorên Binxet û Serxetê bi carekê ve bombe kirin. Hin kes hatin kujtin û gelek jî birîndar bûn.

Sisê, di vê hingama bombebaran de ”Asayişa PYDê” jî êrîşî bi sedan kurdên ku li Kobanê û derên din Newroza xwe b di bin ala kurdî de û dûrişmeyên wek Bijî Kurdistan! Bijî Sexwebûn! Bijî dewleta kurdî û hwd. dikirin!

Ravebêjiya min:

Yek, ji kurdên ku li bajarên tirkan bi cih bûne, di bin kontrola polîs de tevdigerin û wek berdevkên kurdên Binxetê diçin civînên Cenevreyê wê karibin çî kurdî bi dest bixin gelo? Û ne tiştekî.

Dudu: heta ku serekên kurdan, û bi taybetî jî serekên kurdên başûrê welêt bi rayedarên dewleta tirkan re bi xweş û bêj û li hev bin, wê tirk her û her xurt bimînin û ji erd û ezmanan bombeyan bi ser serê kurdan de bibarînin!

Sisê: Birêvebirên PYDê bi van êrîşbaziyan careke din peyitandine bê çiqasî kesên ji sikakan e.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)