SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Misilmanên kurd serê min şikenandin!

Mohammedomar(Pêşî nivîsê hemî bixwîne bê ka çi qewimî ye û dû re xeberan bide) Danê vê sibehê min hevokeke ku hin misilmanên me ên nêr karibin rabin ser tapanan û bê çere mere xwe di min de werbikin di facbûkê de belav kiribû. Hevok politîk bû û mixabin misilmanên me ên ku pevçûn û liberxwedana me a miletî di sirta jîna vî  û guhera jiyana  wî de li hev diqulipandin, çewt fêhm kirin û dadan min.

Ji bo siyasetgerekî a herî girîng ku siyasetger bi haweyekî karibe bala xelkê bikişîne ser xwe, li xwe bicivîne û ji wan re bipeyive. Piştî peyvê, sedî sed wê hin ji koma lê civyayî bibin dilxwaz, alîgir û hin jî hevalên wî. Eha vê sibehê min jî ev kiribû.

Zimanê kurdî ji sedî heftê, heştêyî wî ji navdêr û dengdêran pêk tê. Û zimanê me jî mîna Kurdistana me ketiye ber sikrata man û nemanê. Îcar kurd ji dêvla ku navê xwe dikin Mûhammed, Alî, Osman, Omer, Ayşe, Aşkim, Bîrtanem, Yavrum, Selvîm, Tansû û hwd, bila navên xwe bikin Kevir, Çiya, Çûrtan, Dew, Mast, Sêv, Kurtan, Ker, Şêr, Rovî, Sorgul û hwd. da ziman ji reng û dengê kurdî nekeve. Berê navên kurdan wilo bû.  Li nav êzîdiyan hîn jî wilo ye. Bi vî haweyê ku ez dibêjim wê nîvê zimanê kurdî bijî.

Îcar heyra kesî serê min neşikenandiye. Min ji bo ku hûn temamê nivîsê bixwînin ew sernivîs lê kir. Erê, serê min bi keviran neşikenandin, lê bi meylan mejiyê serê min herijandin. De Xwedê wan hedayet bike û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)