SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li aqilê rêxistinên bakurê Kurdistanê be!

NEWROZBi rastî mirov li himberî helwesta aqilê birêvebirên rêxistin û piraniya ronakbîrên bakurê Kurdistanê ku hinan ji wan hilbijartinên li Tirkiyê ”Boykot” kirine  û hinan jî di dengdana ”Na” de li ba CHPê rêz girtine kirasê xwe biçirîne jî heqê mirov e!

Bê devjeng, helbet ji demokrasiyê û dîktatoriyê mirov wê li ba Demokrasiyê cih bigre. Lê a ku li Tirkiyê dibe ne yek ji wan e jî. LI Tirkiyê heger ”Na” qezenc bike, wê ev sîstema kemalîztên teres ji îro bêhtir qewîn bibe, û vê carê jî ne Nisêbîn, Şirnex û Cizîr, temamê bajarên Kurdistanê wê xirîxopan bibin û bi sed hezaran kurd bên kujtin. Kemalîzma ku li Tirkiyê ev demeke razayîbû wê dîsa şiyar bibe û qira miletê kurd bîne!

Û heger hat û di dengdanê de ”Evet-Erê” bi ser ket, ku li gora min wê Evet bi serbikeve, sîstema kemalîzt bi carekê ve têk diçe. Û ji bo kurdan jî berî hemû tiştî ev sîstema bêbav divê ji holê rabe. Sîstema osmanî ji bo kurdan hezar carî ji a Kemalîzt çêtir bû. Bi vê hilbijartinê ji kurdan re mîna şîr û şekir lê hatiye û ên me dîsa jî fêhm nekirine.

Biguherandina sîstema kemalzt Kurdistan bi navê Kurdistanê dibe eyalet, kurd wê nîvmezinahiyê li xwe bikin û zimanê kurdî bi rengekî qanûnî serbest bibe. Û heger yek ji van nebe jî dîsa bi şîr û şekire ku sîstema Atatirk ji holê rabe. Bi rakirina kemalîzmê wê LI Tirkiyê qiyamet rabe. Û di di her piştî qiyametekê de ji kurdan re baş zîvirîye. Li Iraqê qiyamet rabû, ji kurdan re baş ket. Li Sûriyê qiyamet rabû ji kurdan re baş ket. Û heger li Tirkiyê jî ev qiyamet rabû wê ji kurdan re pir baştir bikeve. Bi damezrandina sîstemeke osmanî wê tirk tam bibin misilman û bi misilmanî tevbigerin. Eha wî çaxî min bi tirkan û Tirkiyê ve, wê temamê ewrupa, Emerîka û sê pişkên dinyayê bibin dijminên tirkan û Tirkiyê li erdê bisekinînin.

Bi kurtî, tiştek bi qasî islamê ku dijminê insên e tuneye û tirk jî bi sazkirina sîstema osmanî wê tam xwe li islamê rapêçin. Erê, bê vir de û wir de dirêj mekin, raya xwe bidin ”Evet-Erê” û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)